Can Yûsif
Helbestvan Hadî Behlewî stûneke torevanî ya bilind û bejneke çandî ya berz e”.
Rola torevan û nivîskarên kurd tenê bi nivîsandina wêjeyî, tomarkirina peyvan an jî vehûnandina helbestan sînordar nema, ji wê derbas kir û bûye kiryarek neteweyî û çandî ya rastîn, wan li ser milên xwe girtiye parastina bîra gelê kurd, vêxistina şemala ramanê neteweyî û vejînkirina nirxên resen ên kurdayetiyê û roleke girîng lîstin di parastina mîrasa çandî de, him di pêşxistina nasnameya neteweyî û di parastina zimanê kurdî de ji wendakirin û bîrçûnê, da ku wêjeya kurdî bimîne pirek paşerojê bi dema niha û pêşerojê ve girêbide û asêgehek ku ba û bahozên demê nikarin wê bilivînin.
Di vê çarçoveyê de, helbestvan Hadî Behlewî wek yek ji wan helbestvanên neteweyî yên herî navdar xuya dibe , yên ku dane li ser milên xwe barê peyvê û xewna azadîyê, wî pênûs û dengê xwe kirin di xizmeta gelê xwe û daxwaza wê de, xîmava pênûsa xwe kir xêzên ji ronahiyê, pê çiraxan vedihûne û di şevên reştarî de rêya têkoşînê ronî dike, û hêvîyê di dilên nifşên pêşerojê de diçîne .
Di dilê Qamişloyê de, bajarê evîn, aşîtî û biratiyê û hevzêriya olên asmanî di dirêjahiya dîrokê de, ew bajarê ku bi cihêrengiya xwe ya çandî zîndewar û bi mîrasê xwe yê kevnar û dirêj ku ji Mîtanî û Huriyan ve destpêdike, helbestvan û nivîskarê kurd Hadî Behlewî di16’ê Gulana 1948’an de li gundê “Girzînê” yê girêdayî bajarê Qamişlo, ji dayîk û bavek kurd (Mela Şêxmûs û Zeyneb) hate dinyayê.
Ew di himbêza malbateke kurd a welatparêz û oldar de mezin bû, ku girêdayî bi nirxên resen yê kurdayetiyê, ku di dilên zarokên xwe de tovên xweparêzî û nasnameyê, hezkirina xakê û dilsoziya ji bo welat çandiye, ew kurê zanyarê kurd ê mezin û kesayetiya neteweyî, Mela Şêxmûs Qerqatî ye, yek ji pêşengên avakirina bingehên hişmendiya mirovahî û neteweyî di dirêjahiya salan li herêmê ye, li wir li dijî zulmê û neheqiyê têkoşîn kir û li aliyê zarokên gelê xwe sekinî di rûyê zulm û zordariya hêzên rejîma Baas a Sûriyê de, û di heman demê de li dijî hewldanên çewisandina hebûna kurdî, nasnameya neteweyî û zimanê kurdî li Sûriyê rabû, wî di gel Cegerxwîn û Şêxmûs Şêxê Partiya Azadî di sala 1958’an damezrand .
Hadî di himbêza Qamişloyê de mezin bû, di nav jîngehek dewlemend de ku bi nirxên neteweyî û olî tije bû, bi cihêrengiya çandî û neteweyî xwe ronak bû ku bûye û hîn jî maye wek dergûşa olên asmanî û şaristaniyê, mêrga zanîn û zanistê, çavkaniyeke çand û hunerê û dîdargeha helbestvan, torevan û nivîskaran, mîna Cegerxwîn, Mela Ehmed Palo, Mela Nûrî Hesarî, Xelîl Sasûnî, Can Şemas, Seydayê Dilbirîn, Selîm Hanan û yên din. Di vê qada jiyanê de, hişmendiya wî ya torevanî mezin bû û wijdana wî ya helbestî avabû û wî vexwart ji çavkaniya wê ya hunerî ya xemilandî bi navên nejbîr ku di bîra kurdan de hatine kolandin mîna; Mihemed Şêxo, Seîd Yûsiv, Aram Tîgran û Yûsiv Ebdilkî, ku karên wan bingehên nasnameya hunerî û çandî ya kurdî avakirin.
Bi vî rengî, wî xwe ji zarokatiyê ve dît dorpêçkirî di nav qadeke dewlemend ku hevrêziyê dike di navbera helbest, muzîk û hunerê de, ev yek hestê bedewî û ramyarî li cem wî xurt dike û amade dike ku bibe yek ji dengên resen ên kurdî, yên ku peyamê diparêzin û ji bo dîrokê dinivîsin. Wî zaroktiya xwe li gundê “Girzînê” derbas kir, di navbera zeviyên keskîn û û asmaneke fireh de ku deriyên xeyalê ji bo wî vedikirin, wî guhdarî çîrokên dapîran di şevên zivistanê yên sar de dikir ku bi xêzên paşerojê dihatin vehûnandin û bi bavê xwe re di nav zeviyan de digeriya, fêm kir ku ax jî rûhek heye û dar jî bîranînek heye û kevir jî di bêdengiyê de peyamê dida ku ji her axaftinê çêtir e.
Di malbateke olî û neteweyî de, hişmendiya wî ya pêşîn li ser çîrokên qehremaniyê, stranên dawetan û sirûdên cotkaran ku bi dengê bayê re tê tevlihevkirin, ew mezin bû, ji malbata xwe ya resen wî nirxên kurdayetî, xwecîtiyê, rûmet, rastî û pîroziya peyvê wergirt. Lê dibistana wî ya yekem xweza bi xwe bû, ew ji xuşxuşa kanîyan, ji çîvçîva Çûkan, vîzevîza bayê di navbera gir û kendalan de, fêm kir ku jiyan zimanek heye ku nayê nivîsandin, lê di hundirên dilan de tê hestkirin.
Ji vî cihê xwezayî, deriyên mîrasa devkî li pêşiya wî hatin vekirin mîna, stranên çiyayî, destanên gelêrî, û çîrokên ku çîrokvan vediguhezin ji nifşekî ber bi nifşek din ve.
Ji vê çavkaniya destpêkê wî vexwar, berî ku ber bi rêyên herî fireh ve biçe, ku li ba wî helbest bû dengê axê, belgeyeke nasnameyê û çekek di rûyê jibîrkirinê de.
Wî qonaxa seretayî li gundê xwe “Girzînê” xwend, û ya navîn li Qamişloyê di sala 1962’an qedand û ya amadeyî li Hesekê di sala 1965’an de dawîkir, Paşê Peymangeha amadekirina mamosteyan li Hesekê xwend û di sala 1968’an de jê derçû, berî ku li Zanîngeha Halebê kulîjeya wêjeya Erebî bixwîne û biqedîne.
Hewesa wî ya wêjeyî û çandî ji zarokatiyê ve dest pê kir, ku ji deng û helbestên pêşeng û helbestvanên kurd bandor bû wek Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Cegerxwîn, Seydayê Tîrêj, Mela Ehmedê Palo … hwd. û di sala 1965,an wî dest bi nivîsîna helbestan bi zimanên Kurdî û Erebî kir û bi vî awayî geşteka dirêj ya derbirîn û gotinê destpêkir, wî helbest bi hemû şêwazên wê nivîsî, ji helbesta klasîk ya terazû heta bigihê helbesta nûjen ya azad û pexşan, ji ber vê yekê, peyva wî bû neynika ezmûna wî ya mirovahî û nirxên wî yên neteweyî, û gelek hunermendên kurd ji helbestên wî stran çêkirin mîna Saîd Gebarî, Beha Şêxo, Selah Resûl, Husên bavê Azad û Adil Heznî û yên din, yên ku bi dengên xwe nasnameya hunera kurdî vehûnandin. Helbestvanê nemir Hadî Behlewî têkiliyên wî yên germ bi gelek helbestvan, nivîskar û hunermendên mezin ên kurd re hebûn, wekî; Cegerxwîn, Seydayê Tîrêj, Dilawar Zengî, Xelîl Sasonî, Seydayê Dilberîn û yên din, yên ku bi xebat û tîpên xwe yên bedew di çêkirina nasnameya wêjeya kurdî de beşdarbûne, di navbera wan de danûstandinên ramyarî û afirînerî hebûn ku pê ezmûna xwe dewlemend kir û asoya xwe ya çandî û edebî berfireh kir.
Wî dest bi jiyana xwe ya pîşeyî kir wekî mamoste li gundê xwe Girzîn bi dirêjahiya deh salan (1969–1979) . Piştî wê, ew çû bajarê Qamişlo û ji sala 1980’an heta 2004’an wek mamosteyê zimanê Erebî xebitî li dibistana Qadîsiyê ya jinan, bîst û çar salan ji
xebata xwe ya bê rawestandin ji dayînê tevî derfet û jêhatîbûna wî û hewcedariya dibistanê bi karê wî, ew bi fermî nehatîye pejirandin, ev hemû ji ber sedemên nijadperestî û şovenîstî yên rejîma desthilatdariya wê demê, piştî wê jî, ew di nav 4 salan de (2004–2009) wekî mamosteyê zimanê Erebî li “Enstitûya Ruha” ya taybetî de xebitî. Wekî mamosteyê zimanê Erebî di nav 40 salan de (1969–2009) xebitî, peyama perwerdehiyê bi dilsozî û dilpakî pêkanî, tevî hemû astengiyan, bi wê yekê tenê ne sekinî, mala felekê xirabe ew pêrgî ezmûnek pir zehmet anî, di sala 2010’an de, ew tûşî êşa Şekir bû û roj bi roj ew êş lê giran bû ta giha bînahiya herdû çavên wî winda bûn, ew bû hêsîrê hundirê malê, êş û nexweşiyê, lê tevlî weha jî tariya dîtinê nikaribû wî ji nivîsandin û wêjeyê dûr bixe, herwiha wî têkoşîna xwe berdewam kir û helbestên xwe bi ruhekî ku xwespartinê nas nake û serê xwe li ber bobelatên felekê naçimînê nivîsîn. Di dema kariyera xwe ya edebî de, wî sê berhevokên helbestî bi zimanê kurdî weşand, ku bûn şahidê pêdarî û dayîna wî :
1- Wê sibe bê – 2002
2-Ji Dil – 2017
3-Ristek Janên Hûnayî – 2021
Helbestvan Hadî Behlewî di sala 1972’an de bi xanim Heyhan Welîka re zewicî û pênc zarok ji wan re çêbûn( sê kur û du keç) wî di malbata xwe de penahgeh û piştgirîyek û hevalê rastîn di rêwîtiya jiyana xwe ya tije bi xebata edebî û perwerdehî dît.
Hadî Behlewî ne tenê helbestvan bû, lê her weha nivîskarek bû ku di demên dijwar û zehmet de barê çanda kurdî dabû ser milên xwe û beşdarî çalakiya çandî bibû, û roleke girîng lîst di belavkirina hişmendiya neteweyî de bi rêya gotar û lêkolînan di gel helbestên xwe, wî bal daye berhevkirina di navbera resenî û nûjeniyê de; wî di nivîsarên xwe de mîrasê kurdî zindî parast û di heman demê de pencereyek li ser nûjenîya edebî vekir.
Di her gotar an helbestê de, wî tovên nasname û xwecîbûnê di çand û di dilên xwendevanan de hesteke rûmet û nasname dilivand, wî di nivîsarên xwe de mijarên xakê, azadî, rûmet û qehremanî dianîn ziman, da ku helbest bibe dengê neteweyê û berxwedanek zindî li dijî bîrkirinê, wî mîrateyek dewlemend ji helbest, pexşan û gotarên ramyarî li pey xwe hişt ku bandor li nifşên nû yên helbestvan û nivîskaran kir, dengê wî pirek bû di navbera paşerojê û dema neha de, ku veguhestina çîrokên bapîran û nirxên fedekariyê dikir û wî şemala ziman û kelepûrê hildigirt da ku gotinên wî zindî bimînin di wijdana gel û rûpelên dîrokê de.
Di encama dayîna wî ya edebî û çandî de, wî gelek sipasname û xelat wergirtin, pîrozbahîya herî giring jî xelata Mela Ehmed Palo ya afirandinê bû di dewra duyemîn de sala 2014’an de, ji hêla Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê ve, rêzgirtin ji bo rêwîtiya wî ya taybet û beşdariya wî ya girîng di dewlemendkirina çanda kurdî de. Di sibeha 18’ê Tebaxa 2021’an de, wî jiyana xwe ji dest da li bajarê Qamişlo û laş wî yê pak bi merasîmekî girseyî bi beşdariya hêjmarek mezin ji milet, nivîskar û helbestvanan ji mizgefta Qasimo derxistin û bi aleya Kurdistanê rapêçayî ber bi gundê wî Girzînê ku dikeve başûrê Qamişlo ve birin û li wir oxirkirin. Hadî Behlewî bi laşê xwe koçkir, lê li pişt xwe mîratek edebî û çandî ya dewlemend hişt, ku dê bibe minareyek ji bo nifşên pêşerojê yên gelê Kurd, bi koçkirina wî, neteweya Kurd û helbesta Kurdî stûneke wêjeyî ya bilind wenda kirin, ew dê hertim di bîra gelê Kurd, nivîskarên wî, zanistvanên wî û her kesên ku ji zanîna wî vexwar, sax bimîne .Rûmet û mandarî ji giyanê wî yê pak re, û ji bo mîrateya wî ya edebî û çandî ya ku bûye milkê nifşan mayende û domdarî. Dibe ku laş di bêdengiyê de biçe, lê dengê wî yê helbestî hîn jî li cihê xwe dimîne, rêyan ronî dike û navê wî di bîra neteweya Kurd de xêzkirî dimîne wekî çiraxa ku qet venamir e.






