Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Nifira dayikan!

26/10/2025
in POLÎTÎKA
A A
Golikê beş!
Share on FacebookShare on Twitter

Volqan Elî

Piştî ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dest pê kir, Komisyona Meclisê karîbû bi derengmayinê encax di serê Tebaxa vê salê (1925) de bihata avakirin. Ya rast ev Komisyona li Meclisa Tirkiyê hatiye avakirin jî, pêşniyara Rêber Apo bû. Tevî kêmasiyan, mirov dikare bêje bi destpêkirina pêvajoyê re yekane gava erênî ku dewleta Tirk avêtiye jî ev e. Di çarçoveya xebata xwe de gelek çalakî meşandine, gelekî xwe û mêvanên xwe westandine. Lê belê karê xwe yê malê yê herî girîng ji bîr kiriye, yan jî herî kêm heya bi niha nexwestiye pêk bîne: Li gel Rêber Apo, ku sermizekerevanê aliyê gelê Kurd e, nîqaş nekiriye. Dîsa jî ji ber ku hê ev pêvajo neqediyaye, bi giştî eger niyeta dewleta Tirk ji bo aştî û xwîşk û biratiyê hebe, ev Komisyon dikare vê kêmasiya xwe derbas bike. Yanî bûyerên balkêş û sosret bi vê sînordar nemane. Di rojeke kelagerma îsal de bûyerek qewimî ku her kes ma heyirî! Bi rastî li gorî gelê Kurd qe jî ne ecêb bû. Lewra gelê me reftarî û tevgerên dagirkeriya Tirk baş nas dikir. Dema ku rewşa wê zeyif û lewaz bûya, wekî Tayyipê ber lingê Trump, heya tu bêjî stuxwar bû. Lê piştî ku keysa xwe lê dianî, dikarî di lahzayekê de wekî çêleka zer pahnekê li şîrê xwe bixe, her tiştî gemarî bike.

Ez ne şaş bim, Komisyona me ya tê zanîn dîsa li ser karê xwe bû. Vê carê mêvanên wan Dayikên Aştiyê bûn. Cih, Meclisa Tirkiyê bû. Dor dora dayikên me bû. Ji ber ku herî kêm li gorî sê olên semawî û piraniya olan, Xweda ew Kurd afirandibû, dewleta Tirk jî nekaribû ku zimanê Kurdî pê bide jibîrkirin, dayika me dest pê kir bi zimanê dayika xwe, yanî bi Kurdî biafe! Ji ber ku Numan Kurtulmuş hem serokê Meclisê û hem jî serokê Komisyona li meclisê hatiye avakirin bû, hema di cih de, ne got ‘ez Misilman im û li jorî min Xweda heye’, axaftina Dayika Aştiyê da qutkirin! Negot, “ev Kurdiya ku ev dayik pê diaxife û ev dayik bi xwe, ji aliyê Xwedayê min ve hatiye afirandin. Ma ez ê çawa li ber Xwedayê xwe rabim û zimanê ku Wî afirandiye qedexe bikim”. Di encamê de kir, wekî Xwedayê xwe înkar (haşa!) bike… Na, bûyerên sosret û balkêş bi vê jî sînordar neman! Her kesê çîrokên Osmanî bihîstî, hinekê dewleta Tirk nas dike, dizane ku padîşahên kalikên wan ji bo selameta dewleta alî ya Osmanî kuştina bira û malbata xwe helal kirine. Ma li ber vê, gotina çand û zimanê gelekî wekî Kurdan bindest bûyî çi qiymeta xwe heye (!) Yanî li gorî fitrata dewleta Tirk ev hemû jî tiştên ji rêzê ne, dibin. Na, ev gotin yan jî encam ne fikrên me ne! Ew bi xwe wisa dibêjin! “Dema ku bekaaya (pêşeroj-çarenûs) dewletê dibe mijara gotinê, her tişt (ev dibe ku ziman, çand, gel û civakek din be yan jî xwîşk û birayên wan bi xwe bin) hûrguliyek e.” Biçe ji Bahçeli yan jî Erdoğan bipirse ew ê bêje “tu rast dibêjî, wisa ye”. Lewra ez dibêjim divê mirov tiştên wisa, ji bo wan ji rêzê bibîne! Lê hin tişt hene ku ti kes nikare ne înkar bike, ne ji rêzê bibîne û ne jî binpê bike! Dema em dibêjim nikare’ tam ne wisa ye! Ya ku dike, dike! Lê neheqî û bêwijdaniya ku kiriye, bi nifirek ku hatiye kirin berevajî li yê/ya ku we neheqî kiriye dizivre! Dibe ku ev nifir ji aliyê dayika wî/wê ve hatibe kirin!

Em niha hatin li ser bûyera herî ecêb û sosret! Numan Kurtulmuşê serokê Meclisa Tirkiyê bi navê xwe yê serokê Komisyona Meclisê çend rojan ji beriya vê (16 yan jî 17’ê Cotmehê), çend endamên meclisê jî girtibûn gel xwe û çûbû seredana Amedê! Di vê gerûgeştê de, gelo armanca wî ew bû ku şaşitiya li hemberê Dayika Aştiyê kiriye sererast bike? Bi guman e. Gelek gotin kirin lê hevoka wî ya herî balkêş û sosret ev bû: “zimanê mirov wekî şîrê dayikê helal e.” Em ti şîrove yan jî nirxandinê li ser gotina wî nakin. Tenê em ê tehmîneke xwe bêjin. Bi îhtimalekî mezin dayika Numan Kurtulmuş lê duayek û nifirek kiriye û wisa gotiye: “here kurê min eger ti li ser riya heq bimeşî bila şîrê min li te helal be; eger na, tu yê wijdanê xwe bidî bin lingên xwe û bimeşî, şîrê berê min ku te mêhtî bila li te bibe nizanim şîrê çi tiştê!”. Em nikarin bibin kefîlê dayika wî, da bizanibin wê, derbarê kurê xwe yê Numan de çi fikiriye. Lê em dizanin ku kî dibe bila bibe, ti dayik naxwazin kur û keçên wan bêwijdanî bikin û bidin li ser riya neheq! Xuye ye nifira diya wî (Numan Kurtulmuş) xwe lê daye der …

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.