Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Armanca Koma Arî zindîkirina çanda gelê Kurd E’

22/10/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
‘Armanca Koma Arî zindîkirina çanda gelê Kurd E’
Share on FacebookShare on Twitter

Hêvî Keleş/ Qamişlo

Stranbêj û endama Koma Arî Latşîn Ibrahîm destnîşan kir ku wan bi armanca zindîkirina çanda gelê Kurd koma Arê ava kirin û wiha got: “Me bi avakirina Koma Arî kevirê bingehîn ji bo projeyek çandî û hunerî danî, armanca sereke jî parastina çand û mîrateya Kurdî ye.”

Bi armanca vejandina mîrateya Kurdî  û parastina stranên gelêrî yên kevin ên ku nasname û çanda gelê Kurd îfade dikin, Koma Arî ya muzîkê Komeke muzîkê di Tîrmeha 2025’an de li Helebê hate damezrandin,

Koma Arî stranên Kurdî yên gelerî yên cur bi cur ku dilsoziya wan a ji bo doz û nasnameya wan nîşan dide, pêşkêş dike.

Ev kom ji aliyê 13 xwendekaran ve li Navenda Yekîtiya Xwendekaran a li taxa Eşrefiyê ya Helebê hate avakirin.

Derbarê avakirina koma Arî stranbêj û endama komê Latşîn Ibrahîm ji Rojnameya me re axivî.

‘Em bi hunera xwe stranên xwe yê filiklorî zindî dihêlin’

Latşîn Ibrahîm anî ziman ku armanca wan ji avakirina komê zindîkirina çanda Kurdî ye û wiha got: “Armanca me ya sereke ew e ku em mîrateya muzîka Kurdî ji windabûnê biparêzin û bi şêwazekî hunerî ya modern bêyî ku ruhê wê yê resen winda bibe, wê bigihînin nifşên nû. Em dixwazin strana Kurdî di nav gelên herêmê de vegerînin cihê wê. Ji dema avakirina koma Arî ve û heta niha me di 3 şevbuhêrkên li Helebê de stran ji girseya gel re pêşkêş kiriye, herwiha em beşdarî vekirina keleha Helebê jî bûn. Di koma me de 13 xwendekar hene ku 6 ji jinên ciwanin û 7 xortin, ew ji bajarê Efrîn û Kobanê ne û li Helebê gihiştin hev û kom ava kirin. Ciwanên komê amûrên kevneşopî yên wekî tembûr û zirne li kêleka amûrên nûjen lêdixin, ew bi tevlihevkirina muzîka resen û ya nûjen muzîkek bêhempa diafirînin. Em piranî stranê filiklorî pêşkêş dikin, ji ber ku di vê demê de gelek stranên me yên filiklorî winda bûne. Em dixwazin bi riya hunera xwe stranên filiklorî zindî bikin û nehêlin ku winda bibin.”

‘Her stranek ku em hildibijêrin çîrokek ji dîroka me ye’

Latşîn Ibrahîm axaftina xwe wiha qedand: “Her stranek ku em hildibijêrin çîrokek ji dîroka me ye, ji kêfên gundan bigire heya êşên koçberî û têkoşînê, ji ber vê yekê em wê bi dilê xwe berî dengê xwe pêşkêş dikin. Bi vêavabûnê, koma Arî kevirê bingehîn ji bo projeyek çandî û hunerî danî ku armanc dike mîrateya Kurdî biparêze û wê di bîra nifşên pêşerojê de zindî bike, da ku muzîk di çiya û geliyên Kurdan de zimanekî nemir bimîne.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.