Egîd Jiyan
Pêvajoya (Aşîtî û Civaka Demokratîk)kû Rêber Apo di 27 sibata 2025’de dabû destpêkirin heya naha di milê dewletê tû gavên berbiçav nehatine avêtin. Hûkûmet hîn şerê qirêj dimeşîn e, di zimanê xwede hîn gûhertin çênekirî ye.
Dewlet Baxçelî her kû diçe gav paşta devêje, cara yekem bû kû Serokê MHP’ê Dewlet Baxçelî behsa mafê hevîyê kiribû û pêvajo ûsa bi re ketibû. Demek ser gotinên wî derbas nebû ye wek Serokkomarê Tirkî yê ev jî gefan ji Rojava dixwe û behsa ‘’QSD xwe fesihkirin ê dike yan jî we mudaxale pêk bê’ dike. Rixmê kû Rêber Apo got ‘’ ev banga min tênê ji bo PKK’ê ‘’. Hîn di gotinên xweda îsrar dikin. Dîsa were bîra we dema kû Rejîma Baas ya kû li Sûrî yê 57 sal ser sûrî hûkûm kiri bû bi alîkarîya hêzên navdetewî HTŞ dawî li vî rejîmê anî (27 mijdara sala 2024) û neye ji bîrkirin kû HTŞ li Idlibê bi alîkarîya dewleta Tirk hat amadekirin û colanî jî bi salan dewletên derve jî amade kirin. Ji bo meşandina kare hûkûmetê amade û perwerdê kirin taybet DYA û İngîlîtera jî di navda bû.
Ketina hûkûmeta Baas ‘ê ve êrîşên li ser Bakûr û Rojhilatê Sûrî yê bi çeteyên(SMO) ser tirkîye ve destpê kir. Esas êrîşa 27 mijdarê amadekarîya şerê dijî ji bo Rojava bû ji ber vî dewleta Tirk bawer kir kû di nava wê tevlîyevîyê de bi hêsanî Rojava têk bibe, bawer nedikir kû QSD hemberê wî bisekine û berxwedanîyek ûsa raber bike, herî dawî mejbûr ma gavan paşta bavêje. Yan jî bi rastî demek pir bi tevlîyev bû û gelê sûrî bi gîştî di nava sarxoşîyekî da bû kes nizane ka çi heye? an jî ev çîye? Ka ev hûkûmetek ûsa çawa zû têk çû kes hêvî nekir kû rewşek ûsa derkeve holê, ji ber wî yekê çeteyên ser Tirkîye yê dixwast ev firsandê bi kar bînin. Mixabin pilana wan pêk nehat. Milek din HTŞ çawa sûrîyê dagirkir yekser Qetlîyam ser gelê elewî pêk hat bi deh hezaran kes hatin qetilkirin bi deste wan çeteyên kû qaşo ji xwe ra dibêjin me şoreş pêk anî, ev esas tola ji Beşar Esad rakirine zîhnîyet ewe elewî hemû baas’îne lê ne ûsa ye. Piştra bere xwe da siweydayê lê ew wek xwastin pêk nehat pêk bihata wî yekser berxwe bidana Bakûr û Rojhilatê Sûrîyê, esas plana wan herî dawî ser kurdan dixwastin qetliyam pêk bînîn mixabin wek xwastin ne bû. Ji ber wî Serok Apo got‘’ elewî, dûrzî û kurd yekîtîya xwe pêk bînin’’. Ser vî esas ê hin gav hatin avêtin û hin holdan tekirin kû yekîtîyek pêk bê.
Mijara 10 adarê lehevkirina QSD’ê û hûkûmeta demkî pêk hat, şaş fêm kirin çebû taybet gelê elewî şaş fêmkir. Ji ber tam dema kû qetlîyam ser gelê elewî pêk hat ev lehevkirin hat kirin. Esas hewceye kû ev lehevkirin ji bo tevahîya sûrîye yê pêk bê, hûkûmeta demkî ev lehevkirin pir caran binpê kir. Ger di Bakûr û Rojhilatê Sûrîyê gavên bi şaş çêbana wê heya naha bi navê wî tiştek nedi ma. Rojhilata navîne kengî çi bibe rastî ne dîyare tişte dîyar kî baş şopand û gavên rast avêt ewe serkeve. Kes dikare garantîya kû HTŞ bimîn e bîde na kengî kare wî pê xlas bû û wê jî ji holê rakin. Mînak dewleta Tirk şaşîyek mazin dike, terse wî bi QSD’ ra dikare xwe xort bike mixabin wî HTŞ hilbijart. HTŞ jî çiqas bikari be ser piyan bi mîne ev jî mijarek din e.
Heman demê dîsa êrîşa li ser taxên kurdan yê helebê bi alîkarîya dewleta tirk pêk hat. Kes nikare wî înkar bike ji ber tam wextek ûsa bû kû gûman serê mirovande çêdibe ji ber heyeta Rojava çû Şam ê û êrîş pêk hat. Çiqas HTŞ bêje ew çeteyên Tirkan e û eleqeya me pê nîne ev ne raste ji ber tû hûkûmetî çawa bê agahîyate êrîşek ûsa pêk tê ev tiştek derveye aqilana ye. Di demê pêşta wê rewşa Sûrîye yê û Rojava çawa be mirov nikare tam nirxandinek rast bikin ji ber me got gûhertin bi lez pêk tê ji ber vî kî gavên rast avêt ew ê serkeve.






