Hemza Sêvo/ Qamişlo
Bi dirêjahiya kirîza Sûriyê re Rûsya weke hêzeke sereke û bibandor bû di kûrkirina kirîzê de, herwiha ew piştgira rêjîma Baas bû hetanî ku têkçû. Ji destpêka aloziya Sûriyê heta roja îro, Rûsya dikarîbû siyaseta xwe di hundir û derveyî Sûriyê de li gorî berjewendiyên xwe, biguherîne.
Qonaxa duyem, siyaseta Rûsya ji 2011 heta 2015’an:
Ji destpêka qeyrana Sûriyê di sala 2011’an de, Rûsya wek lîstikvaneke sereke di qada Sûriyê de derket holê û ji roleke sînordar di qonaxên destpêkê yên şer de veguherî hêzeke bi bandor di rêveçûna bûyeran de. Siyaseta Rûsyayê ya li Sûriyê ji alîyekî ve berdewamî û nermbûna stratejîk ji aliyekî din ve li gorî berjewendiyên herêmî û navneteweyî yên Moskowê pêk dihat. Di destpêka xwepêşandanên li Sûriyê û derbasbûna wan ber bi şerekî çekdarî, Rûsya helwesteke piştgirî ji bo rejîma Baas da destpêkirin. Mosko çend caran vîto bikar anî da ku biryarên di Meclisa Ewlehiyê de yên li dijî rêjîmê derdiketin, vala derxîne û rejîm hilneweşe. Di vê qonaxê de, Rûsya bal dikişand ser vê yekê pêşîgirtina li destwerdana leşkerî ya Rojavayî da ku sînariyoya li Lîbyayê neyê dubarekirin. Di heman demê de Rûsyayê piştgirîkirina çareseriya siyasî bêyî guhertina rejîmê dida meşandin û hertim tirsa wê ji rêxistinkirina leşkerî ya komên çete yên operasiyonê hebû.
Qonaxa sêyemîn
Di Îlona 2015’an de, Rûsya tevgera leşkerî ya rastî li Sûriyê dest pê kir û li gorî daxwaza hikumeta Şamê êdî tevgeriya. Ev tevger xala guhêrînê ya mezin di hevsengiya hêza Sûriyê de pêk anî, serweriya hikumeta Şamê û hêza wê li ser rûbera Sûriyê xurt, vegerand. Armancên Rûsyayê li Sûriyê piştgiriya hukimê Essed bû û parastina bargehên leşkerî yên Rûsyayê bû. Di heman demê de da ku Rûsya hêza xwe li ser asta cîhanê bide pêşandan. Rûsya balafirên şer, hemû hêza leşkerî û çekên pêşketî û nûjen li himberî gelên Sûriyê bikar anîn. Herwiha bû destê sereke di rêveçûna operasyonên leşkerî yên mezin, mîna derxistina hêzên muxalefeta Sûriyê ji derdora Şamê, di heman demê de dagirkirina Efrîn. Lê di vê qonaxê de heya ketina rêjîma Baas, Essed bû deyndara Rûsyayê, lewma rûbereke mezin ji ax, xêr û berhemên Sûriyê kete bin destê Rûsyayê de. Jê û bi şûn de jî êdî Rûsyayê nas kir rewşa rêjîmê û siyaseta wê ber bi xetimînê ve diçe, lewma hin bi hin asta piştgirtiya xwe ji rêjîmê re kêm kir hetanî ku rêjîm hilweşiya.
Siyaseta Rûsya piştî rûxandina rêjma Baas
Bi ketina rêjîma Baas re serokê Rûsî Vladimir Putin got ku hilweşîna Baas ji bo Rûsyayê nabe binkeftinek, lê armancên Moskoyê li Sûriyê pêk hatin. Rûaiyayê da ku pelikeke xwe spî li cem Beşar Elessed bihêle, li gorî ragihandina fermî ya Rûsî mafê penaberiyê da Essed û malbata wî ku li Moskoyê bi cih bibe. Piştre Rûasyayê xwest têkilyan bi hikumeta veguhêz re ava bike. Wê xwest bingehên xwe yên leşkerî li Beravê û deverên din biparêze û hebûna xwe di herêmê de bidomîne. Yek ji pêşaniyên herî girîng ên Rûsyayê piştî rûxandina rêjîmê ew e ku ewlehî û berdewamiya baregehên xwe yên leşkerî li Sûriyê misoger bike, bi taybetî baregeha hewayî ya Hmeimim û mînaya deryayî ya Tartus. Danûstandinên ji bo sererastkirina peywendiyên bi desthilata nû re li ser bingeha riyeke nû bêyî destwerdana Rûsyayê ya rasterast di dosiyaya Sûriyê de. Lewma jî danûstandinên yekem di navbera hikumeta nû ya Sûriyê û nûnerên Rûsî de hatin kirin, û wan ji Rûrsyayê daxwaz kir ku têkiliyên sererastkirina şaştiyên bûrî bên kirin û rêzgirtina îradeya gelê Sûrî bigrin. Helwesta fermî ya Rûsyayê ew bû ku divê siberoja Sûriyê ji aliyê gelê wê ve were destenîşankirin, herwiha hemû pêkhateyên Sûriyê mafê xwe bi dest bixin. Hikumeta veguhêz a Sûriyê gelek daxwaz ji Rûsyayê kir ku serokê berê yê Sûriyê Beşar Elessed radest bike da ku were dadgehkirin. Di 15’ê Cotmehê de serokê hikumeta veguhêz Ehmed Elşer çû Moskoyê da ku bi rengekî ji rengan lihevkirineke di nabera hikumeta veguhêz û Rûsyayê pêk were û xalên weke hebûna bargehên Rûsî li Beravê û Qamişlo, hem jî mijara dadgehkirina Beşar Elessed. Li gorî tevgera Rûsî ya li Sûriyê piştî têkçûna rêjîma berê tekez dike ku berjewendiyên wê mezintir in ji rêjîman û ya girîng jê re ne berjewendiya gelên Sûriyê ye, ew niha li Qamişlo û Beravê bargehên xwe bihêztir dike.






