Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Newroz em bi xwe ne û em ê her hebin

19/10/2025
in POLÎTÎKA
A A
Golikê beş!
Share on FacebookShare on Twitter

Lava Eyo

Newroz tê wateya roja nû ango nûroj. Di serdema Kurdên Medî de dest pê kiriye û hatiye roja me ya îro. Efsaneya têkoşîna Kawayê Hesinkar ku Dehaqê zalim têkdibe û gelan azad dike jî weke destpêka Newrozê tê îfadekirin. Çawa ku rojên bi wate û neteweyî yên her gelan hene, Newroz jî bi sedê salan e weke cejna gelê Kurd ê Arî tê zanîn, qebûlkirin û pîrozkirin.

Tevahî gel vê roja pîroz her sal bi coş û xuroşeke pir mezin pîroz dikin. Hema bêje ti kes li mala xwe namîne, hemû diçin qadên pîrozbahiyê. Ne tenê gelê Kurd gelên herêmê, ronakbîr, xwendekar û demokrat jî tevlî vê coşa gelê Kurd dibin.

Newroz ne tenê guhertina demsalê ye, di heman demê de sembola azadî, hevgirtin, berxwedan û serhildanê ye. Tê wateya şiyarbûna xwezayê, vejîna neteweya Kurd û pêşeroja wê azad e.

Weke tê zanîn bi salan dewleta Tirk Newroz qedexe kir. Bi sedan jin û ciwanên Kurd ji bo Newroz pîroz kirin, hatin qetilkirin. Lê gelê Kurd ê Bakurê Kurdistanê ti carî dest ji cejna xwe ya neteweyî berneda. Lewma dewleta Tirk neçar ma, qedexeya li ser vê cejna pîroz rake.

Hikûmeta veguhêz a Şamê berî niha bi çend rojan bi biryarnameyekê cejna Newrozê û Çarşema Sor jî têde cejnên neteweyî yên pêkhateyan wekî cejnên fermî yên Sûriyeyê nas nekir û ji nedîtî ve hat. Ma çawa dibe ku dikevin nav hewldanên gelan ji cejnên wan ên neteweyî mehrûm bikin? Ev neheqiyeke pir mezin e û ti carî ji hêla gelan ve nayê qebûlkirin.

Li hember vê biryara şaş û çewt li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gelek bajaran gel derketin qadan û nerazîbûnên xwe  nîşan dan. Hemû pêkhateyên herêmê yên Ereb, Kurd, Suryanî û Asûrî, her wiha nûnerên saziyên sivîl, rêxistinên jinan û komên civakî, bi cilên xwe yên gelêrî beşdarî çalakiyan bûn. Divê were zanîn ku Newroz ji bo neteweya Kurd xeta sor e. Em qet qebûl nakin ti kes cejna me qedexe bike yan jî xwe li nedîtî ve were.  Her çi  dibe bila bibe em ê weke her tim  Newroza xwe pîroz bikin. Ev cejn bi hezarê salan e li her çar parçeyên Kurdistanê û li her devera Kurd lê ne tê pîrozkirin. Ti kes wê nikaribe li pêşiya vê cejna ku gelê Kurd bi xwîna xwe daye qebûlkirin bibe kelem. Newroz ji bo Kurdan zindîkirina berxwedanê û xwenûkirinê ye.

Weke jineke ciwan û Kurd ez jî dengê xwe tevlî dengê, gel dikim û dibêjim, “Ti kes nikare wiha nêzî me bibe. Em ê hemû rojên xwe bikin Newroz û pîroz bikin.” Divê were zanîn ku Newroz em bi xwe ne û em ê her hebin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.