Can Yûsif
Hunermend Cemîle Pîrê
“Çemeke zuha nabe û ronahiyeke venamire”
Stranbêjên jin ên kurd bi dengên xwe, destanên devikî û stranên folklorî parastin ,ku tê de qehremanî, evîn û hesret û bêrîkirin hate îfadekirin, ew bûn parastvanên bîr û afirînerên hestên civakî, ziman ji wendabûnê parastin û kelepûr bi şêweyên nû vejandin û zindî kirin, wan stranbêjiya Kurdî kir qîrîna hebûnê , bîranînek zindî û pirek ku paşerojê bi pêşerojê ve girêdide. Rola wan tenê bi dubarekirinê sînordar nema ,lê wan jinan awaz nû kirin û amûrên nûjen daxistin, di gel parastina ruhê folklorîk, wan çarçoveyek navneteweyî dan strana kurdî bê ku reseniya xwe ji dest bide.
Di nav van dengan de hunermend Cemîle Pîrê diyar dike, ku hunera xwe kir bin xizmeta gelê xwe û doza wê de, wê stranên xwe kir nivîsarek ku dîroka jina kurd û berxwedana wê ,û têkoşîna gelê xwe ji bo azadî û rûmetê vedigot,kir dengek çandî û giyanî ku hêvîyê dide û nasname di parêze .
Dengê wê ji dilê Cezîra Sûriyê bilind bû, bi henasa bayê Çiyayê Toros û govenda sinebilên genim di biharê de, da ku bibe stêrka ronak di asîmanê hunera kurdî de, hunermendeka ku hevrêziyê dike di navbera stranên folklorîk û hemdem de, di navbera reseniya kelepûr û ruhê nûjen de , da ku bibê hilgira nasnameya kurdî û bîrekî zindî ji bo gelê xwe.
Ji zarokiya xwe ve, wê guhdariya dengên şehsiwarên stranbêjiya kurdî û erebî dikir, di giyanê wê de awazên huner û nebeza kelepûr diherikîn, bi erebî û kurdî distirand û stranên wê bûn nivîsarek zindî ji bo jina kurd û têkoşîna gelê wê ji bo azadî û rûmetê û dengek ku rêyên xweparêzî û hêviyê ronahî dike û bîrdankê jibîrbûnê diparêze، dengek ku te di ruhê stranê de bilind dike, hunermendeke xwedan gewriyek zêrîne di medyayê de zilim lê hatiye kirin , di gel ewqas qîmeta huneriya wê ya bilind , ne tenê di stranbêjiyê de , lê di hemû warên afrîneriyê de jî, ew jî hunermenda hêja Cemîle pîrê ye .
Cemîle pîrê di sala 1972’an de ji dayîk û bavek kurd (Mihemed Şerîf û Mencê) hatiye dinyayê li gundê Dekşûriyê ya li devera Dêrikê, ew cihê ku bû û hîn jî maye dergûşek ji bo hevgirtina olên asîmanî di seranserê dîrokê de û navendek bo çand û hunera kurdî، û wargehek bo stranbêj û hunermendên wekî (Mihemed Tayîb Tahir، Ebdû Elanê، û Cemal Sa’dûn)، û yên din ku bi dengên xwe yên xweş û zelal asîmanê hunera kurdî ronahî kirin, piştre jî , wê rêya xwe li ser sehneyên şano û salonên stranbêjiyê ronahî kir, da ku bibe balyoza Kurdistanê bi dengê xwe ya bedew li Ewropayê.
Hunermend Cemîle Pîrê zarokiya xwe li nav gundê Dekşûriya a keskîn û aram de derbas kir, ku dikeve di navbera Bakur û Rojava de, li wir, ku sura bayê di nav deştên wê re derbas dibe, bênxweşiya xakê û ruhê xwezayê bi xwe re dianî ,li wir ew zû têgihişt ku xwezaya ku li derdora wê ew bû dibistana wê ya yekem a huner û stranbêjiyê , wê ji sîrûdên jinan di zeviyan de , û ji stranên palevanan di demsalan de, yekem taybetmendiyên hunera xwe wergirt , herwiha awazên bilûrên şivanan û ringeringa zinglên beran û karikan di çîmen û bênderan de, ramanên xweparêzîyê di wijdana wê de hûnandin, da ku Xweza bi deng û wateyên xwe bibe yekem mamoste a ku kesayetiya wê ya hunerî ava kir, wê di xumxuma ava robaran de ritmek didît û ji pirepira baskên Tiloran de awazek vehûnand wekî ku ew simfoniyek ji bo jiyana xwe ya yekem ji tevlihevîyên dengên xwezayê diafirîne.
Wê bi rêya radyoyekî piçûk di gundê xwe de guhdarî dengên şehsiwarên stranên Kurdî û Erebî dikir; wekî (Mihemed Arîf Cezrawî, Tehsîn Teha, Ayşe Şan, Ûm Kelsûm, Ferîd El-Etraş û Feyroz), wan dengan şopek kûr di wijdana wê de hişt û di giyanê wê de hezkirina muzîk û nebeza kelepûra kurdî çand.
Û bi veguhastina malbatê bo bajarê Qamişlo, Cemîle Pîrê xwendina xwe ya seretayî, amadahî û navîn li dibistanê we qedand, li wir, rêwîtiya pêşxistina hinêra xwe di jîngehek şaristanî ya têkildar bi çand û huner de berdewam kir , ku tije bû bi dengên pêşengên stranbêjên Kurd wekî (Mihemed Şêxo, Saîd Yûsiv, Aram Tîgran, û Mihemed Elî Şaker, Salah Resûl … hwd.).
Ew deng û jîngeha çandî xakek dewlemend bûn , ku li wir nasnameya xwe ya hunerî pêşbêxe, û paşê bûye neynikek ji bo nasnameya Kurdî û bîranînek zindî ji bo gelê xwe.
Hewesa wê ya hunerî û hezkirina wê ji bo stran û muzîkê despêkir di temenek piçûk de, di qonaxa seretayî de jêhatîbûna wê xuyakir bi beşdariyên wê di stranbêjiya dibistanî de bi zimanê erebî, di temenê 11 salî de, ew hilkişiya ser sahneya Navenda Çandî ya Qamişlo, da ku strana “Beyne Rita û Eyûnî Binduqiye ” ya hunermend Marsêl Xelîfe bixwîne..
Piştî ku wê li ser asta parêzgeha Hesekê xelata yekemîn wergirt , vê bûyerê pênasînek zû bi şiyana wê ya dengbêjî û cûdahiya wê ya hunerî kir, piştre wê dest bi stranbêjiyê kir bi beşdarbûna di nav komên folklorîk yên Kurdî de , di dema Cejnên Newrozan de , vê yekê girêdana wê bi kelepûra Kurdî û strana neteweyî ve kûr kir, di encama çalakiyên xwe yên hunerî û çandî di pîrozbahiyên neteweyî de bû sedema dûrxistina wê ji Peymangeha Amadekirina Mamosteyan ,ev yeke eşkere dike ku tecrûbeya wê ya hunerî bi dimeneya neteweyî û têkoşînê ve girêdayî bû.
Hunermend Cemîle Pîrê di sala 1992’an de zewicîye û dayîka sê ciwana ye û di sala 2011’an de berê xwe da Ewropa, li pey xwe hişt xwedan û bîranînên zaroktiya xwe,lê belê, xerîbî nebû asteng li pêşiya kariyera wê ya çandî û hunerî , lê bû sedemek ji bo xurtkirina girêdana wê bi zimanê kurdî û nasnameya neteweyî ve.
Wê pêşkêşkirina stranên neteweyî berdewam kir û girêdana xwe bi stranên folklorî ên Kurdî ên resen ve zêdetir kir , di gel parastina kokên nasnameya wê ya hunerî tevî ewqas dûratî û wê tekez kir ku hunera kurdî dikare li berxwebide û xwe nû bike li nav çarçoveya xerîbiyê de.
Di dema rêwîtiya xwe ya hunerî de, hunermend Cemîle Pîrê di sala 2001’an de albûmeka muzîkî weşand, ku tê de deh stranên cûrbecûr hebûn di navbera , neteweyî, folklorîk û romantîk de ,ew dengvedanek bû firehîya ezmûna wê ya hunerî û hêza afirandina wê di îfade kirina hemî aliyên mirovî û neteweyî de .
Di vê mijarê de dayîna wê ne rawestiya, ji bilî vê albûmê ,wê karîyera xwe domand, û gelek stranên takekesî “singel” ên bi şêwe yê neteweyî belavkir, ji ber ku guherîn û bûyerên siyasî yên li Kurdistanê rûdidan hestên wê yên kûr di livandin , wê jî bi hunerek rast bersiv dida wan, ku tê de nebezên( jenên) dilê wê vedighurîn peyv û awazan û dengek tije ji his û pabendiya neteweyî.
Di nav karên wê yên herî berbiçav de , ku dengvedanek berfireh di nav gelê kurde dane:
1-Roj baş Efrîna min
2-Ez Şengal im
3-Kobanê
4-Bist û yekê Adarê
5-Azadî
6-Bûk û zava
Hunermend Cemîle Pîrê di dema rêwîtiya xwe ya hunerî de beşdarî gelek şevbuhêrkên stranbêjiyî, pîrozbahiyên neteweyî, helkeftên çandî û festîvalên mezin yên hunerî li Ewropa bûye,
dengê wê jî di Cejnên Newrozan de hebûneka wê ya taybet hebû, ku di hestên kurdî de sembolîzma azadiyê û wateya jiyanê nû dikir.
Herwiha wê li kêleka hunermendên mezin ên kurd wekî (Şivan Perwer, Bîto Can, Xelîl Xemgîn, Diyar Dêrsim, Hesên Şerîf, Sîmar, Brader, Armanc û Xuşnav Têlo )stran digot , da ku tekez bike ku hunera kurdî yek kiyan e, û strana kurdî pirek zindiye ku paşerojê bi dema îroyîn ve girêdide û rê li ber pêşerojê ronî dike.
Hunermend Cemîle Pîrê ezmûna stranên duetan û komalî bi gelek hunermendên navdar ên kurd re digot , vê yekê rolek girîng lîst di rêwîtiya wê ya hunerî û firehkirina asoyên stranên wê de ,ji nav wan hunermendên pêre stran gotîne:
-Şivan Perwer – Lê Cemîla
-Zubêr Salih – Dema baran tê.
-Sîpan Efrînî – Roj baş Efrîna min.
-Sa’dun Kobanî – Pûşmanî
-Şivan Can û Helmet Mîrza – Ez Şengal im
– Bîto Can -Hecî
– Dilo Doxan – Narim Narim.
Van tecrubeyên hevpar rolek girîng lîstin di pêşxistina ruhê hevkarîya hunerî di navbera pêşengên stranbêjiya kurdî de û cureyek cûdahî û kûrahîk bedewî li strana kurdî zêde kirin.
Hunermend Cemîle Pîrê têkiliyên nêzîk û peywendiyên xurt bi komek ji helbestvan û hunermendên Kurd û Ereb re hebû, mîna: Mihemed Elî Şakir, Bîto Can, Ce‘fer Hesin, û Kokeb Hemze, û hwd.
Vê yekê rolek lîst ji bo dewlemendkirina ezmûna wê ya hunerî û xurtkirina hebûna wê di dîmena çandî ya Kurd û Ereban de, û asoyên nû vekir
ji bo hevkariya afirînerî ya hevbeş, ku dengvedanek da di kariyera wê ya zengîn û berbiçav de .
Hunermend Cemîle Pîrê bi dengek bêhempa tê nasîn, xwedan pêlpêlokên taybete ku di nav hunermendên jinên kurd de mîna wê pir kêm têne dîtin, ew bi bedewiya astên dengê xwe dilan digire,û birînan sax dike bi xunava wateyên xwe û germiya peyvên xwe û bedewiya hestên xwe.
Ev cudahî di balgîrtiya cureyên medyayê yên cihêreng de xwe nîşan da, wekî ku di van demên dawî de gelek kanalên televîzyonî û malperên elektronîkî bi wê re civîn û hevdîtinên hunerî çêkirin di nav wan de : Stêr TV, Kurdistan TV, Peyv TV, Efrîn One û yên din, da ku ronî bidin ser ezmûna wê ya hunerî ya dewlemend û dîtina wê li ser afrînerî û muzîkeya kurdî.
Di dema kariyera xwe ya hunerî de, hunermend Cemîle Pîrê bi dehan stranên neteweyî û romantîkî pêşkêş kir, û wê bi dengê xwe û bi awazên xwe tîrêjên ronahiyê li asîmanê hunera kurdî vehûnand.
Wê ji bo xakê, welat, evînê, jinê, azadî û şoreşgeran distrand, û stranên folklorîk nû kir da ku rûhê wan di dilê nifşan de bilive.
Bi dengê xwe yên xweş û şêrîn û rewaha xwe ya tije ji rastî, muzîka wê bû neynikek ji nasnameya kurdî û bîranîna zindî ya gelê wê re, ku çîrokên têkoşîn, tevlêbûn û hêviyê vedibêje , heya vê rojê, ew hîn jî di xurtbûna dayîna xwe de,diyare wekî stêrkek geş li asîmanê afirîneriyê ye, di her awazê de peyamên hunerê yên kûr hildigire, û bandorek bêhempa li ser wijdana hezkerên xwe dihêle.






