Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Xwişk û biratiya gelan di bin gef û êrişan ne pêkan e!

19/10/2025
in POLÎTÎKA
A A
Xwişk û biratiya gelan di bin gef û êrişan ne pêkan e!
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn/Qamişlo

Dewleta Tirk her dem behsa xwişk û biratiyê dike, lê li dijî çareseriyê û demokratîkbûnê derdikeve û gefan li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Herwiha ne mûmkine xwişk û biratiya gelan di bin gef û êrişan de pêk bê, lê bi wekhevî û yekîtiya gelan pêkan e.

Sozên derew û tunehesibandina netewan

Piştî têkçûyina Împaratoriya Osmanî, di şerê cihanê yê yekem de Kurd û Tirk bi hev re parastin kirin. Her çiqas di destpêka parastinê de ji Kurdan re soz hatibin dayîn ku dê piştî serkêftina parastinê Kurd jî dê mafên xwe bigrin, lê belê ev soz nehate pêkanîn. Di Peymana Lozanê de hemû mafên Kurdan hatin binpêkirin û welatê Kurdan Kurdistan di navbera Tirkiyê, Iraq, Îran û Sûriyê de hat parvekirin. Komara Tirkiyê ku li ser bingeha netew dewletê ava bû, gelê Kurd jî di nav de hemû gel û netewên cûda ên di bin serweriya Tirkiyê de dijîn tune hatin hesibandin û li dijî wan gelan polîtikayên pişaftin û qirkirinê hatin meşandin. Tunehesibandin û qirkirin bû sedema pirsgirêka Kurd, heta roja me ya îro jî kuştin, komkujî û hilandin berdewam e, li hemberî wê jî berxwendana Kurdan ranewstiya ye.

Dewleta Tirk piştî gelek hewldanan, dîsa neçar bû were pêvajoyê 

Ji ber polîtikayên tunehesibandin û qirkirinê, gelê Kurd gelek caran rabû serhildanê. Lê hemû serhildan di encama komkujiyên mezin de têkçûn. Herî dawî di sala 1978’an de bi Rêbertiya Rêber Apo Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) li dijî îmha û tunehesibandinê têkoşîna çekdarî dest pê kir. Di encama salên şerê çekdarî de gelek caran pêvajoyên çareseriya pirsgirêka Kurd hatin destpêkirin. Lê ev pêvajo jî bi sedemên cur bi cur negihiştin meriyetê. Herî dawî di sala 2013-2015’an de pêvajoya çareseriyê destpêkir. Lê ev pêvajo jî negehişt encamê. Bi têkçûyîna pêvajoyê re desthilata AKP’ê plana “Çokdanînê” xist meriyetê. Di pêvajoya 10 salan de “plana çokdanînê” negihişt encamê û dewlet neçar ma careke din pêvajoya çareseriyê bide destpêkirin.

Pêvajoya nû bi gavên hevbeş gerek e, xapandin jî ne mûmkin e

Di 22’ê Cotmeha 2024’an de piştî banga Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî ya ji Rêberê Apo re kiribû, pêvajoyek nû dest pê kir. Rêberê Apo jî di 27’ê Sibatê de banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kir û bi vê banga dîrokî pêvajo derbasî qonaxeke nû bû. PKK’ê jî li ser banga Rêber Abdullah Ocalan biryara xwe fesîhkirinê girt û herî dawî jî di 11’ê Tîrmehê de 30 gerîlayên koma Aştî û Civaka Demokratîk li Silêmaniyê merasîma çek şewitandinê li dar xistin. Piştî van gavan li Meclisa Tirkiyê Komîsyona Demokrasî Xwişk- Biratî û Hevgirtina Mîllî ava bû û hêj jî xebatên komîsyonê berdewam dikin.

Xwişk-biratiya gelan ne bi zorê lê bi wekhevî û qanûnên demokratîk dibe

Xwişk-biratiya gelan ne bi darê zorê û bi serdestiyê pêk tê. Ev ne pêkan e. Gel tenê bi awayekî wekhev dikarin bibin xwişk-bira û yekîtiya gelan pêk bînin. Ji bo wekheviya gelan divê qanûn bên amadekirin. Bi qanûnan, wekheviya gelan divê were mîsogerkirin. Divê dewleta Tirk dest ji polîtikayên ku li dijî pêvajoyê, xwişk û biratiya gelan e berde, da ku ev pêvajo bigiheje encamekê û aştiyeke mayînde pêk were. Ji bilî vê jî rêyek nemaye. Ji bo wekheviyê jî divê qanûnên ku mafê ziman, siyasî û civakî mîsoger dikin, bên amadekirin.

Dewleta Tirk siyaseta xetamandina pêvajoyê dide meşandin

Xetmandina ku îro li Tirkiyê tê jiyankirin sedemên xwe jî nepêkanîna xwişk û biratiya gelan e ya ku dewlet li dijî wê dixebite, di heman demê de nepêkanîna pêvajoyê ji aliyê dewletê ve. Dewleta Tirk ne tenê di hundirê Bakurê Kurdistanê de siyasteta xetmandina pêvajoyê dide meşandin, ew li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî gefan dixwe. Tişta mirov hêrs dike ew e ku dewleta Tirk bi xwişk û biratiyê bang dike, lê ew bixwe li dijî wê kar dike û nahêle ew yek pêk were. Mînaka wê Erdogan bi zimanê xwe dibêje em naxwazin Sûriyê bê parçekirin, lê gelo wî ji lingê xwe nepirsiye çima di Sûriyê de heye. Erdogan ji dema ketina Eseed û heya niha hewldanên mayendekirina xwe li Sûriyê, dike.

Zimanê Erdogan xweş e lê filên wî reş in

Di cîhanê de caran nehatiye dîtin ku kesên bixwazin çareserî pêk bê, ji çareseriyê birevin, lê Tirkiyê vê yekê dike. Zimanê Erdogan xweşe lê filên wî reş in, bi gotinên wê xuya dike ku her tişt hêsan e ango wan gotinan di jiyanî de kiriye piratîkê de. Dewleta Tirk her dem qala xwişk û biratiyê dike, lê li dijî çareseriyê û demokratîkbûnê derdikeve û gefan li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Dijmintiyê li dijî Kurdan û gelên din yên Sûriyê dikin, piştgiriya paşverûtiya hikûmeta veguhêz dike û dixwaze desthilata wan serwer bike. Ev jî tê wateya avakirina Sûriyeke tarî ya ji rejima Baas xirabtir.

Tirkiyê hevdîtinan asteng dike ji bo di Sûriyê de bimîne

Tirkiye, bi hatina hikumeta veguhêz ya li ser desthilatê hewl dide li ser Sûriyê serweriya xwe ava bike. Hikumeta Veguhêz ya Sûriyê ji hevdîtinên bi Rêveberiya Xweser re direve, li pişt vê revandinê jî Tirkiyê heye. Bi piştigiriya Tirkiyê siyaseta mijûlkirinê dimeşînin û dixwazin hêzên navnetewî jî ji navberê derxînin.

Xwişk û biratiya Bakur û Rojava hev temam dikin

Xwişk û biratiya gelan li Bakur Kurdistanê, hem jî li Rojava Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hev ve girêdayî ne, ne ku ji hev qût an dûr in. Ji ber dema dewleta Tirk gavên cidî di vî alî de bavêj e û ji xerabiyê dûr bikeve, êriş û gefên xwe li ser Sûriyê rawestîne û rê li ber hevîdtinan asteng neke, wê demê maseya çareseriyê wê derkeve holê, Bakur û Rojava jî ji hev ne qût in, xwişk û biratiya wan hev temam dikin. Pêvajoya ji bo Tirkiyê, pêvajoya ji bo Sûriyê ye jî. Wekî ku bi salan li Tirkiyê rewşên aloz tên jiyankirin, Sûriyê jî heman rewşê jiyan dike, niha guhertina demoratîk pêwîst dike, êdî polîtîkayên dewletê nema bi encam in. Ji ber ne mûmkine xwişk û biratiya gelan di bin gef û êrişan de pêk bê.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.