Hêvî Keleş/ Girkê Legê
Piştî salan ji têkoşîn û derbaskirina gelek zehmetî û astengiyan, Awaz Mihemed ji bajarê Girkê Legê karîbû projeya xwe ya karê destan veke. Ew pispora hunerên destan e, wê karê xwe wekî “xewnek ku piştî jiyaneke zehmet pêk hat” bi nav kir û tekezî li ser pêwîstiya piştgirîkirina projeyên biçûk ên jinan li herêmê kir.
Karê destan ne tenê jêhatîbûn an jî pîşe ne, lê îfadeya nasname û mîrasa çandî ye ku bi nifşan re derbas dibe. Ev huner komeke berfireh ji çalakiyan vedihewîne, ji bo afirandina hilberîna bêhempa yên ku di jiyana rojane de têne bikar anîn û kevneşopiyên civakê nîşan dide, jêhatîbûna destan û derûnî hewce dike.

Jin li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê karîbû rola xwe di civakê de derxîne, hebûna xwe di hemû warên jiyanê de îsbat kir, di nav de karên destan ku di dema heyî de bûye qadeke afrîner.
Di malbateke ku hunerên destan dikirin de û di nav topên têl û morîkên rengîn ên li dora odeyê belavbûyî de, “Awaz Mihemed” mezin bû. Ew bi xewnekê mezin bû, ku karsaziya wê ya hunerên destan hebe. Awaz evîna xwe ya ji bo nakış, dirûnê û gerandina bi morîk ji malbata xwe mîras girt, lê ji aliyê diya xwe ve, ku pisporiya wê di vî warî de daye wê, pir bandor lê bû.
Dilsoziyeke ji bo giyanê dayika xwe
Dayika Awaz koça dawî kir û di dilê wê de valahiyek hişt. Salek berê, ji bo ku xewna dayika xwe pêk bîne, wê karsaziya xwe ya hunerên destan vekir Awaz Mihemed wiha dibêje: “Ew ne projeyek e ku dê pere ji min re qezenc bike. Ew xewna diya min bû berî ku bibe xewna min. Ez her roj li dikanê bi hevkarên xwe re dicivim û em kar parve dikin, em mûrîkan dixin, nakiş dikin û li ser daran jî nakiş dikin. Em di karên destan de jêhatî ne û li gorî daxwazên xelkê dixebitin. Her wiha em bi pêşketinan re dimeşin û ji her tiştê nû agahdar in. Ew mala me ya duyemîn e. Em di nav ken, sohbet û pêşwazîkirina xelkên têne cem me dixebitin.”
Xewnek piştî êşê çêbû
Rêwîtiya Awaz bo gihîştina xewna xwe ne hêsan bû. Ew rastî gelek zehmetiyan hat, di nav de nebûna piştgiriya psîkolojîk a têrker ji kesên li dora wê: “Tiştê ku îro balav e berê ecêb bû. Berê, tenê dirûn û nakiş belav bûn. Neqişandina li ser dar û çêkirina perçeyên cûrbecûr ji materyalên cûrbecûr fikrek ecêbû ne belav bû, lê min baweriya xwe bi vê fikrê anî û piştî zêdetirî bîst salan ew fêm kir.”
Awaz Mihemed her wiha bang li rayedar û rêxistinên peywendîdar kir ku piştgiriya darayî ji bo projeyên biçûk peyda bikin: “Em xwedî kapasîteya têrker nînin ku projeya xwe berfireh bikin û em hewceyê piştgiriyê ne.”
Derbarê berhema yekem a ku Awaz Mihemed li ser xebitiye wiha dibêje: “Dema ku ez hivdeh salî bûm, min qutiyek darîn çêkir û daliqand. Tevî sadehiya berhemê jî, ew di bîra min de maye.”
Awaz ji bo pêşxistina jêhatîbûna xwe beşdarî çend çalakî û kursan bû. Yekem tiştê ku wê firot cil û bergek ji bo keçek piçûk li Başûrê Kurdistanê bû. Awira razîbûnê ya li ser rûyê diya zarokê bes bû ku Awaz piştgirî bike ku rêya xwe bidomîne.
Awaz Mihemed wiha dibêje: “Ez di nakiş, xemilandina bi morîk, dirûnê hirî û çêkirina xemilandinên malê de baş im. Deriyê atolyeya min ji bo her keçekê ku dixwaze jêhatîbûna xwe pêş bixe vekirî ye. Ji ber ku ez di keçan de dibînim ku dixwazin fêr bibin, wek mînak dema ku ez ciwan bûm û ez dixwazim piştgiriya têrker a ku min wê demê nedît, bidim wan.”






