Hêvî Keleş/ Qamişlo
Li quncikek biçûk a stodyoya xwe ya sade li yek ji taxên bajarê Qamişlo, ciwanê bi navê Diyar Yûsif darê bêdeng vediguherîne tabloyên hunerî ku çîrokên bedewî û berxwedanê vedibêjin. Bi çavên tijî coş, Diyar Yûsif xwe di nav hûrguliyên wêneyê de vedişêre.
Bi xêzên rast û destdanên bi hizir, Diyar rûyan bi şêwazek ku wekî “şewitandina daran” tê zanîn, wêne dike, hunerek kêmdîtî ku rastbûn û xeyalê bi hev re dike yek, darê bêdeng vediguherîne tabloyên hunerî ku çîrokên bedewî, berxwedaniyê vedibêjin. Bi çavên tijî coş, Diyar Yûsif xwe di nav hûrguliyên wêneyê de vedişêre.
Nimûneyek hunerî ya bêhempa di nav ciwanên nifşê xwe de

Yûsif ji hejdeh saliya xwe ve li bajarê Qamişlo yê herêma Cizîrê rêya xwe di cîhana hunerê de afirand, di navbera teknîk û şêwazên cuda de digere, ku ev yek wî di nav ciwanên nifşê xwe de kiriye kesayetek hunerî ya bêhempa, di rêwîtiyek dirêj de tijî coş, westandin, afirînerî û azweriyên bêdawî. Ji nîgarên bi komir û qelemê bigire heya xetnivîsiya erebî, şewitandina dar, kolandina cam, boyaxkirina bi rûn û şêwaza kêm û tevlihev a boyaxkirina bi têlan.
Di du salên pêşîn ên xebatên xwe yên hunerî de, wî bal kişand ser xêzkirina bi komir û qeleman, dûvre berê xwe da xetnivîsiya erebî, hunerek ku wî ji bavê xwe mîras girtibû, ku di vî warî de xwedî behreyek berbiçav bû. Diyar Yûsif bi teqlîdkirinê razî nebû û biryar da ku berê xwe bide teknîkên wêrektir. Ew fêrî şewitandina daran bû, paşê li ser camê kolandin kir û di dawiyê de gihîşt tiştê ku ew wekî ceribandina xwe ya herî dijwar dihesiband xêzkirina bi têlan.
Her serpêhatiyek xwedî şopa xwe ye û her tabloyek xwedî çîrokeke xwe ye
Her serpêhatiyek xwedî şopa xwe ye û her tabloyek xwedî çîrokeke xwe ye. Di nav serpêhatiyên wî yên herî berbiçav de, ew yekem kolandina xwe ya li ser cama, ku wêneyekî birayê wî bû, destnîşan dike.
Wênesazî ne tenê jêhatîbûnek e, ew tiştek e ku mirov pê re çêdibe. Hobiyek têrê nake, divê heweseke hundurîn hebe. Derbarê hilbijartina karakteran ji bo piraniya wêneyên xwe de, ew dibêje: “Ez meyla xêzkirina karakteran dikim ji ber ku ew bi hûrgulî dewlemend in, rû, taybetmendî, por û îfade. Ev hemû dijwariyek xweşik pêşkêş dike, nemaze dema ku ez bi komirê xêz dikim, ji ber ku ew kûrahî û siya bi awayekî ecêb hunerî eşkere dike.”
Stodyoyeke biçûk, armancên mezin
Piştî salan ji hevkariya wî bi Koma Hunerê ya Orkîdeyê re wekî xetnivîs û hunermendê beşdar, Diyar biryar da ku xwe bispêre xwe û stodyoya xwe ya biçûk vekir.
Di vî warî de, Diyar Yûsif tekez dike ku armanca wî ji vekirina stodyoyê ne bidestxistina pereyan e û got: “Armanca min bi stodyoyê ne qezenckirina pereyan e, lê belê armanca min ew e ku mirov berhemên min ên hunerî bibînin û gelê me jî wêne û xêzkirinên min bibînin. Ez dixwazim ku karê min neynikek be ku ruhekî hunerî nîşan bide û bigihîje civaka min.” Diyar Yûsif xeyal dike ku di pêşerojê de projeyek hunerî ya bi tevahî yekgirtî veke, ku tê de odeyên bêdeng, muzîk û hawîrdorek îlhambexş ji bo fêrkirina hunerê ji zarok û mezinan re hebin.






