Navenda Nûçeyan
Fethullah Hisên diyar kir ku ecindat û destwerdana dewleta Tirk li ser hikumeta veguhêz gelekî li pêş e û got, “Colanî di ezmûnên xwe de bi ser neket, tenê ezmûnek maye, ew jî lihevkirineke navxweyî di navbera gelên Sûiriyê de ava bike, destûrekî nû derxîne, li gel QSD û Rêveberiya Xweser gavên hevkariyê bavêje.”
Danûstandinên Rêveberiya Xweser û hikumeta veguhêz ji 10’ê Adara sala 2025’an ve bi giranî tên domandin, sedem jî reva hikumeta veguhêz ji çareseriya gelên Sûriyê bi Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Aşûr, Turkmenên xwe ve ye. Giraniya asta diyalogê bandorê li rewşa heyî û çareserkirina kirîza Sûriyê dike. Derbarê heman mjarê de endamê Desteya Rêveber a Nûnertiya Rêveberiya Xweser li Başûrê Kurdistanê, Fethullah Hisên ji rojnameya me re axivî.
‘Radîkaliyeta HTŞ’ê pirrengiyê qebûl nake’
Fethullah Hisên da zanîn ku radîkaliyet û siyaseta HTŞ’ê pirrengiya pêkhateyên Sûriyê qebûl nake û wiha anî ziman: “Tevî ku peymana 10’ê Adarê di navbera fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyaya Demokratîk Mezlûm Ebdî û serokê hikumeta veguhêz Elşer de hat îmzekirin, lê tu gav li ser rûyê erdê nehatine avêtin ji ber hin sedeman. Sedema sereke ew e ku hişmendî û siyaseta HTŞ’ê hema hişmendiya rêjîma Baas e, ango qonaxa berî û piştî 8’ê Berfanbarê weke hev e û tiştek nehatiye guhertin. Sedema din jî ecindat û destwerdana dewleta Tirk li ser hikumeta veguhêz gelekî li pêş e. Dewleta Tirk Sûriyê weke wîlayeteke Tirkî dihesibîne, ji ber wê jî rojane rayedar û serkirdeyên MÎT a Tirkiyê serdana Şamê dikin. Ji aliyê Tirkiyê ve nayê dîtin ku Sûriyê xwedî serweriyeke, xwedî gel û pêkhateyên cuda ne, hem jî gelên wê di 14 salan de rastî kirîzeke mezin hatiye, ew rê nade ku pêkhateyên wê pirsgirêka xwe bi hev re çareser bikin. Derdê hemû pêkhateyên Sûriyê, demokratî, pirrengî û rûmet ye, lê heta niha ev hemû pêk nehatine, ji ber ku hişmendiya HTŞ’ê ya radîkal hevkar û pirrengiyê qebûl nake. Ji ber van sedemên bingehîn jî danûstandinên di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta veguhêz sar û lawaz mane.”
‘Tu alî destûr û hilbijartin qebûl nekiriye’
Hisên destnîşan kir ku hemû aliyên Sûrî destûr û hilbijartinên parlementoyê qebûl nekiriye û wiha domand: “Diyalog çêdibe, Rêveberiya Xwser, QSD’ê, PYD û partiyên siyasî hevdîtinan jî bi hikumeta demkî re çêdikin, lê ev civîn bêencam dimînin. Eger lihevkirinek pêk tê jî dewleta Tirk qebûl nake, ji ber her lihevkirinek di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de tê wateya destkeftiyekê ji bo gelê Kurd, ev yek jî ne cihê razîbûna Tirkiyê ye. Hikumeta veguhêz, projeya Rêveberiya Xweser weke projeyeke xeter ji bo xwe dibînin sedem jî ew e ku rêveberî xwedî sîstemeke demokratîk e û pirrengiyê qebûl dike, tê de hemû pêkhate, hevkarên biryara siyasî, leşkerî û diblomasî ne. Hikumeta veguhêz hikumeteke demkî ye, Colanî di gelek ezmûnên ku jê re hatin çêkirin, bi ser neket, destûrekî yekreng ferz kir, nikarîbû destûrekî giştî ji bo pêkhateyên Sûriyê saz bike, di roja îro de jî tu alî vî destûrî napejirîne. Di heman demê de hilbijartinên parlemento çêkir, tevahiya gelên Sûriyê ew red kir, hem jî dewletên rojavayî weke Amerîkayê van hilbijartina qebûl nake.”
‘Rê û stûnên çareseriyê Kurd, Rêveberiya Xweser û QSD’ê ne’
Endamê Desteya Rêveber a Nûnertiya Rêveberiya Xweser li Başûrê Kurdistanê, Fethullah Hisên tekez kir ku stûna çareseriya pirsgirêka Sûriyê Kurd, sîstema Rêveberiya Xweser û QSD’ê ne û wiha qedand: “Di roja îro de Sûriyê li ser pênc aliyan hatiye parçekirin, eger Ehmed Elşer siyaseta xwe bidomîne wê bibe lehengê parçebûna Sûriyê û wiha got. Ji dêvla Ehmed Elşer bibe amûrek ji bo pêkanîna lihevkirineke navxweyî, lê bû amûrek di destê ecindatê derveyî de û şerê navxweyî li Sûriyê derxist. Di roja îro de ezmûneke tenê ji Colanî re maye, ew jî hêzeke nerim be û lihevkirineke navxweyî di navbera gelên Sûiriyê de ava bike, destûrekî nû derxîne, li gel QSD û Rêveberiya Xweser gavên hevkariyê bavêje, eger wiha neke wê dema Colanî ya veguhêz gelekî kurt be. Bila her kes bizanibe rê û stûna çareseriyê ji bo Sûriyê Kurd, projeya Rêveberiya Xweser û QSD’ê ne.”






