Volqan Elî
Dinya dewran e, çend hefte nebûn ku Tayip avrû û kerameta xwe (eger hinek pê re mayîbe) li ber deriyên Qesra Trumpî hişt û vegeriya Tirkiyê! Hêzên siyasî yên Tirkiyê jî di navê de li wî welatê qerase qaşo ti kes lê xwedî derneket. Berteka wan, ne ji ber başî û qenciya wan bû; ji Tayip re digotin “te çima şeref û kerameta me ya milî daye ber lingên Trumpî?”
Paşê di nav dîmena Rojhilata Navîn ku bi sergêjahiyeke mezin di tevgerê de ye, ji aliyê Başûr Nêçîrvan Barzanî xwe gihand Tayip da ku kul û birîna wî hinekê bikewîne: “Qendîl bizanebûn xwe giran dike; divê gav biavêtana lê hê ti tişt nekiriye.” Dibe ku gotin bi gotin ne wisa gotibe jî naveroka gotinên wî wisa bûn.
Bangawaziya destpêkê ya Aştî û Civaka Demokratîk (27’ê Sibata 1925’an) ku ji aliyê Rêber Apo ve hatibû kirin, ji aliyê hemû hêzên civakî û dewletî yên cihanê ve bi erênî hatibû pêşwazî kirin. Nêçîrvan û PDK jî di navê de ev bangawazî bi erênî pêşwazî kirin. Lê dîsa jî muxatabê vê bangawaziyê yê destpêkê PKK yanî ‘Qendîl’ bû. Çend hefte derbas nebûn, bi agirbesta fîilî Tevgera Azadiyê jî ev Bangawazî di pratîkê de bersivand. Gotinek heye, dibêje “siltanê ker jî bihîstiye”. Ji ber ku hem bi fîzîkî û hem jî ji ber erdnîgariyê hêzên Herêma Kurdistanê û Nêçîrvan ji her kesî û her derê nêzîktirê Tevgera Azadiyê ne, (Nêçîrvan Barzanî û PDK) yên destpêkê bûn ku ji vê helwesta PKK agahdar bûne û bûyerên ku rû dane bihîstin e.
Kevoka aştiyê li xwe dida ku bifire lê nedikarî. Ji qewla Bahçelî “Bi yek baskî kevoka aştiyê nikare bifire.” Ev yek baskê kevoka aştiyê kê kemilandibû? Vê rastiyê herî baş Nêçîrvan dizanê. Çima? Ji ber ku Qendîl, Gare, û tevî çiyayên azad ên li Başûr çend kîlometr nêzîkê Hewlêr, Dihok û Zaxo ne! Dema ku tangên dagirkeriya dewleta Tirk ji Zaxo diketin Başûr bi destûra Nêçîrvan xwe digihînin Şêladizê, Heftenîn û hwd. Yanî Nêçîrvan bi fîzîkî ewqas nêzîkî Qendîl e. Yanî baregehên Tevgera Azadiyê ewqas nêzîkî (di maneya fîzî de) Nêçîrvan bûn. Ne gengaz e ku nedîtibe gava destpêkê çawa hatiye avêtin û kê avêtiye! ‘Qendîl’ bi şerawestandinê bersiv dabû Rêbertiya xwe! Dîsa wekî her kesî Nêçîrvan jî ev gava Tevgera Azadiyê dîtibû. Lê ruxmî aliyê dagirkeriya dewleta Tirk ti gav neavêtibû. Heta di vê mijarê de demeke bi qasî çend hefteyan wekî ku Pêvajo xetimiye, xuya kir. Tevgera Azadiyê, hêzên alîgirê çareseriyê, hêzên demokratîk û gelê Kurd bê rawestan digotin “dor dora dewleta Tirk e”. Lê jê ti tişt derneket! Heta ku Dewlet Bahçeli got “kevoka aştiyê bi yek baskî nafire.” Piştî wê jî ti gavên ber bi çav nehatin avêtin. Lê di encamê de karîbû encax di meha Tebaxa vê salê de ‘Komisyona Meclisê’ were avakirin.
Di vê navberê de ne PDK û ne jî Nêçîrvan Barzanî ji bo ku Pêvajo bi êrênî bi pêş bikeve, ti hewldanên ber bi çav nîşan nedan! Çima PDK û Nêçîrvan? Ji ber ku hêza herêmî ku bi dagirkeriyê re herî zêde têkiliya wê heye, ew bûn. Dikarîbûn Tirkiye, ji bo gavavêtinê teşwîq bikin. Ev ji wan dihate xwestin!
Van hemû gotinan em dikin, ne ji ber ku Nêçîrvan Barzanî nizane! Berewajî! Dibe ku ji her kesî baştir zanibe, dor dora dewleta Tirk e ku gavan biavêje yan jî pêwîst e dewleta Tirk jî hin gavan biavêje. Eger na, ku timî Tevgera Azadiyê gav biavêje ev tê maneya teslîmiyeta gelê Kurd!
Dê bila em nebêjin “Nêçîrvan Barzanî xêra gelê Kurd naxwaze, naxwaze ku êşên ku gelên Kurd û Tirk bi dehan sal kişandiye dawî lê were û bi hezaran gundên Kurdan ku hatine şewitandin, hatine wêran kirin birînên wan bikewin!”. Na, em vê gotinê nakin!
Lê dîsa jî divê maneyeke gotina wî ku dibêje “Bila tevgera azadiyê gavên ku hewce dike, biavêje” hebe. Wê demê tu bixwazî-nexwazî gerûgeşta Tayipî ku li ber Trump gerîbû tê bîra mirov. Çapemeniya Tirk bixwe nîqaş kir ku Tayip ji bo gelek tiştan li ber Trumpî geriyaye û avrûya gelê Tirk xistiye bin lingên Trumpî! Mijara rewakirina xwe (Tayip), doza Halk Bankê (Reza Zaraf) û hwd… Gelo mijara din jî ne kirîna petrola Başûr û Iraqê be ku di demên derbas bûyî de hem Tirkiyê û hem jî hêzên siyasî yên herêma Kurdistanê jê zerer dîtîne, be?
Wê demê tê fêmkirin ku rûnê di mencela Tayip de çima sor bûye!






