Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çend Lîstokên Kurdan

02/06/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Çend Lîstokên  Kurdan
Share on FacebookShare on Twitter

Hemî netew, civak, qewm, qebîle xwediyê çandên cuda ne. Lîstok ji hîmek, stûnek yê çandê ê stûr û giranbihaye. Mirov ji zarokî heya dawiya jiyana xwe pêdiwiyê bi lîstin û lîstokan dibîne. Ya rast lîstok û lîstin qetek ji jiyana kesan, civakane. Mirov çi bi plan, çi bê plan her tim dixwaze bilîzin. Û dilîzin! Ji ber ku pêdiwiye. Ji bûna derûniya mirovan lîstok weke dermanekêye. Dema mirov dikeve di nava lîstokê de xwe ji bîrve dike, ji êş û elem, kul û derd, xem û xiyalan dûrdikeve. Wê heynê tenê lîstin û lîstok ji bo wan girînge. Lîstok di wê demê de dibe hîma jiyana lîstikvanan ya herî girîng. Armanc her çend di lîstokê de serkevtin be ji, bes tişta ji bo lîstikvanan girîng û wan dorpêç dike lîstine û ew sehte. Emê niha behsa çend lîstokên Kurdan bikin.
1) Guhşegî
Guhşegî yek ji lîstokên Kurdan ya herî kevin û zêde tê lîstine. Her çend niha neyê lîstin ji bes ew di nava Kurdan de lîstokkeka bilave. Di vê lîstokê de: 1) Du bir hene. 2) Du Kûndel hene. 3) Guhik (gok) heye. 4) Darê mirov pê li guhikê bide heye. Ji beriya lîstok destpê bike lîstikvan di nava xwe de du biran çêdikin. Paşê bi riya ter û şil yan bi riyeke din, pêşiyê wê kî li gokê bide diyar dikin. Piştî ev diyar kirin lîstikvanên li gokê bidin li ber kûndelê li benda dûra xwe disekinin ku ew li gokê bidin. Bira din jî yek dimîne li ber kûndelê û ji bira pêjber re regokê dihilavêje, yên din ji bilav dibin da ku gokê bigirin û ji lîstikvanên bira li gokê didin bidine. Dema bira li gokê bidin divê li ser kûndela yekem nekevin. Dema hevalêk ê wan li gokê dide hege ew bir bikare hemî yan ji kî zîrek be dibezin ku xwe bigihînin kûndela didûwê. Hege guhik dûr çûbe ew dikarin ji kûndela yekem biçin kûndela duyem û dîsa bên kûndela yekem. Hege negihên biçin û bên dikarin li ser kûndela duyem bisekinin heya hevalek din yê wan li gokê dayî. Di vê navberê de hege dema gok qiloz (bilind) dibe ji wê birê yek gokê hêj neketî erdê li hewa bigire, ew bir hemî ji nûve dikarin bên li ser kûndela yekem û li gokê bidin. Di vê navberê de dema bira gokê dihilavêje gokê bigire û wê li lîstikvaneke bira li gokê dide bide, ew bir dişewite û vê carê dibe dûra wan ew li gokê didin. Heman rîtûel dîsa tên dubare kirin. Bes kelecanek û zewqek cuda di vê lîstokê de heye. Yên bixwazin derkevin ji derveyî rêgezên lîstokê çêdibin. Qîr û heydedan. Ji xwe dema yek gokê li hewa digire hewa û forsek welê tavêje hevalên xwe bira pêjber nayê gotin.
2) Heblo
Heblo ji lîstikeke bi du biran tê lîstine. Ev lîstok bi şev tê lîstin. Divê ev lîstok ji derve bê lîstin. Di vê lîstokê de ji Kûndel heye. Kevirekî di nava agirî de germ dikin û bi wî kevirî dilîzin. Herdû bir ji li ser kûndelê disekinin û berê xwe didin kûndelê. Yek wî kevirê germ paş xwe ve tavêje û paşê ji herdû bir li wî kevirî digerin. Kî kevirî bibîne bi dengê bilind dibêje Heblo! Paşê ji kar dike ku wî kevirê germ bîne li kûndelê bide. Lîstikvanên bira din ji hewl didin ku wî kevirê germ ji lîstikvanên bira pêjber bistînin û bînin li kûndelê bidin. şertê vê lîstokê divê lîstikvan wî kevirê germ li kûndelê bidin.

Sîpan ŞÎNDA

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.