Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji çiraxên hunera Kurdî

12/10/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
Ji çiraxên hunera Kurdî
Share on FacebookShare on Twitter

Can Yûsif

Hunermend Hesen Dêrikî

“Bilbilê Indîwera  rengîn û dengê awaza berxwedanê”

Hunermend û stranbêjên Kurd rolek sereke lîstin di helperîna neteweyî ya Kurdî û Tevgera Rizgariya Kurdistanê de, xebatên wan yên hunerî bûne dengek zindî yê nasnameyê û amûrek çalak di berevaniya zimanê Kurdî û parastina mîrateya çandî ji winda bûn û pişaftinê.

Hunera wan ne tenê xweşbûnek bedewî bû, ew kiryarek berxwedanê bû û çekeke nerm bû di rûyê hewldanên têkbirin û paşguhkirinê de , stran kirin neynika bîra gel û awaz kirin wekî alaya rûmet û xweparêziyê.

Di dilê vê têkoşînê de, hunermendên Kurd ên ku dengê wan bi xemgîniya rojan e û neteweyî re tevlihev bûn, ew bûne çirax,  riyên berxwedan û pêdariyê ronî dikin.

Bi rêya stran û şahkarên xwe, derd û êşên miletekî îfade dikin ku li lêgerîna xwe dike, û têkoşînê dike ji bo rûmet û azadiya xwe .

Di nav wan hunermendan de, Hesen Dêrikî wekî yek ji dengên resen ên Kurdî diyar dike ku barê netewî di awazên xwe de hildigire, derbirîna êş û hêviyên wê di stranên xwe de dike.

Tecrubeya wî ji nav dilê xwezaya Kurdî hate destpêkirin, stranên wî bûn berdewamîya xumxuma ava Dîcle, pestînên çiyayê Cûdî û sirûdên gundên Kurdî, dengê wî ne tenê şehyanek derbasbûyî bû, lê bawernameyekî zindî ye ji bo pêdarî û  nasnameyê, û bangekî domdare ji bo parastina ziman û mirasê,  şahideke ku hunera Kurdî dikare bibe mîna eniya berxwedana çandî û parastinê bike.

Di himbêza Kurdistanê ya kevnar de, li wir ku çîrok, dîrokê himbêz dike û dil bi hezkirina ax û azadî re dijene, xweza giyanê papîran û xewnên azadîxwazan li ser singa xwe xêz dike, hunermend û stranbêjê Kurd Hesen Dêrikî di sala 1981’an de ji dayîk û baveke Kurd (Hediyê û Resûl) hatiye dinyayê, di himbêza malbateke kurdperwer, welatparêz û kedkar de ku tijî ruhê welatparêziyê, evîndarê welat û dildarê azadiyê ku rêya bêhêvîtiyê qet  nasneke û li ser rêça têkoşîn û fedakariyê di meşe û ji bo doza Kurdî, parastina nasname û çanda wê, ji wendabûn û têkçûnê  tiştên herî hêja û giranbuha pêşkêş kir.

Hunermend Hesen di nav malbateka ku ji 12 zarokan pêk tê (9 kur û 3 keç) de di gundê Indîwera bedew de, li kêleka Çiyayê Cûdî yê bilind û nêzîkî Cizîra Botanê kela lehengan û xaka destanan, wargeha Memê Alan û Stiya Zîn mezin bûye.

Li wir, di vê cihê pîroz, rûhê wî di nav xwezayê de geş bû, wî zarokiya xwe derbas kir di bin sîberên darên “Kaniya Xeyda” û kovanên” Pira Bafit” a kevnare , li ser peravên çemê Dîcle û di navbera gelî û çiyayên wê de, di himbêza zevî û buxçeyan de, li wir ku çîrok wek çîçekên biharê belav dibin.

Jêhatîbûna wî ya muzîkî û simfonîya jiyana wî a yekem li ser  awazên xuşîna “Kaniya Qulteyîn”, xumxuma pêlên”Ava Mezin”, mişmişa “Çemê Siqilan” û pestînên vedenga bayê Çiyayê Cûdî û dengê çîvçîva çûkan, qepqepa kewan û pestînên pirpirîkên bedew ku li ser şitlên gulan digirin dîlanê, hate avakirin.

Ev hemû deng bûn dibistana wî ya yekem, ji wan bedewtirîn awaz, xweşiktirîn melodî  û ciwantirîn stran di hundirê wî de hatin hûnandin, wî dengê welatê xwe û hewesa neteweyekî ku namire û qet jî nakeve, bi xwe re hilgirt da ku vedenga hunera wî bimîne mîna şemalekî ronahî bide rêyên hêvî û azadiyê.

Di temenek zû de, dema ku ew heşt salî bû wî xwe berdida nava dilan û ew fêr dibû pêlpêlokên xwezayê û ji awaza bayê, bi baldarî guhdarî stranbêjiya xwemalî ya gundan dikir ku bêdengiya zevî û helkeftan dişkîne,  li wir di nav dewat û bênderan de, di civatên serûlî û çîrokan de, hunêra wî dest pê kir û rêya xwe şopand bê peymangeh û mamosteyan.

Hesen di destpêka ciwanîya xwe de, di sala 1995’an de tevlî “Koma Cûdî” ya hunerî bû, ji çavkaniyên wê yên xweşav, bingeh û zanistên stranbêjîya Kurdî fêr bû, ji wê çavkaniyê ruhê huner û kelepûrê wergirt  û  dengê wî li cejnên Newrozan û helkeftan bilind dibû, carnan bi şahiyên gelêrî re hevrê dibû û carnan jî êşên civakê himbêz dikir, heya ku ew bû dengê gundê xwe, sazumanê rewşa wê û vedenga birîn û xewnên wê yên girêdayî mane.

Di demekî kin de navê wî di navbera hezkerên hunera rastîn a Kurdî de belav bû.  Ji ber ku rewaha wî rastiyek dihewand ku xwe berdida nava dilan, şîrîniyek ku  hûnandî ji êşeke veşartî û germiyek ku ji kûrahiya nasname, ax û xweparêziyê derdikeve.

Di pêşxistina wî ya hunerî de,(birayê wî Mehmûd, hunermend Ehmed Ferman û Diljan Cûdî) jî destek dan wî .

Di dawiya sala 2005’an de ew zewiciye û ew bavê sê zaroka ye ( du kur, Rewend û Ela , yek keç bi navê Êlîn).

Destpêka rêwîtiya wî ya hunerî di sala 2007’an de bi hunermend Ednan bavê Hêco re bû, dema ku stran û muzîk wekî rêyek ji bo îfadekirina xwe û nasnameya xwe hilbijart, piştî du salan, wî komeka hunerî ya taybet bi xwe saz kir ji bo vejînkirina konser û dewatan, dengê wî zû di nav hezkerên hunera resen a Kurdî de belav bû, heya ku navê wî di civatan de dihate gotin, wekî vedenga hesreta kevn û qêrîneka hêvîya nû.

Wî stranên folklorî ên herî bedew di giyanek hemdem û awazên şêrîn yên ku giyanan şad dikin, diherikin nava dilan, stranên wî ne tenê peyvên derbasbûyî bûn, lê helbestên germ bûn ku bi nîşanên ax û nasname yê tijî bûn, bi xunava zarokatiyê û xwêya hesretê û bi tayên berxwedan û hêviyê hatibûn hûnandin.

Wî strandiye ji bo welat, şoreşê, şehîd, azadî û şoreşgeran, ji bo jina Kurd a berxwedêr û ji bo kesên ku ji bîr çûyîn ku çîrokên wan kesekî ne gotî. Dengê Hunermend  Hesen Dêrikî bû vedenga  birînanên ku nayên dîtin û alayek ku di asîmanê wijdana Kurdî de pêl dide.

Wî bi dehan stranên şoreşgerî û welatparêzî pêşkêş kirine di pîrozbahiyên neteweyî û cejnên Newrozan de, ji nav stranên wî yên navdar  :

1-Gulek min hebû (gotin û awaz: Diljan Cûdî)

2-Hatim Zaxokê (gotin û awaz: Şevger Mîrza)

3- Zindana te jiyane (gotin û awaz :Diljan Cûdî)

4 -Dewre were (gotin û awaz : Şevger Mîrza)

5- Sêwana me QSDe (gotin û awaz: Rûmet Elî)

6-Kobanê (gotin û awaz: Menan Cafer)

Hesen Dêrikî ne tenê dengek ji dengên Kurdistanê yê azad e, lê ew nebeza wê ya zindî ye, şahidê demeke derbasbûyî û hêvîyek ku her dem nû dibe, hunera wî ji kûrahiya axê , ba û avê derdikeve.

Ew çîrokên bav û bapîran vedibêje, tovên peyva azad di dilê her kesê ku lê guhdar dike diçîne, di stranên xwe de peyama azadîyê hildigire û awaz kire çekek di rûyê zulmê de, dengê xwe kir fenerek ku ronahiya  wê qet melûl nabe, her çiqas şev dirêj bibe jî.

Bi rêya stranên xwe, ew li ser êş û hêvîyê diaxivî, li ser kok û azadîyê, li ser dîroka gelekî ku şikestinê naxwaze, xebatên wî dê bimîne pirek di navbera nifşan de û çîrokeke tê gotin ji bo her kesê ku bawer dike ku huner zimanê herî rastî yê giyanê ye û hêztirîn amûra berxwedanê ye.

Ew fêrî stranbêjiyê bû li ser ritma bayê û di bin bandora stranên dayikan, serûliyên palevanan, nimêjê û zikrên dapîran di şevên dirêj yên zivistanê de.

Di zarokiya xwe de bi şêwazê pêşengên strana Kurdî a neteweyî bi bandorbû, ji mîrasê hunermendên mezin vexwar ên wekî :(Mihemed Arîf Cizrawî, Aram Tîgran, Erdwan Zaxoyî, Diyar Dêrsim, Beyto Can, Îyaz Yûsiv û hwd…) .

Wî bi rêya stranên xwe û beşdarbûna hunerî, hêviya neteweyî ji nû ve zindî kir, xweşiya zimanê Kurdî di bedewtirîn awayên xwe de nîşan da, bi şermezarkirina  hewldanên pişaftina çandî, bi karanîna  huner wekî xeta parastina yekem a hebûna Kurdî, wî dengê xwe kir wekî neynikek ji rûhê gel re û hunera xwe kir mîna pirdarek ku nifşan bi çîroka mezin a welatek ku navê wê Kurdistan e pêve girê bide.

Wî xebatên stranbêjiyê tomar kir ku şopeka wî ya taybet di wan de diyarbû û tê de dengê şêrîn bi peyva armancdar re û mîrateya muzîkê bi hestên hevdem re tevlihev kir.

Wî bi helbestvan û awazdênerên pabendîkar re hevkarî kir, nivîsarên xwe bi baldarî hilbijart, di van bîst salên borî de, pênc albûmên stranên folklorî yên Kurdî (Şêxanî, Koçerî û Dugavî) weşand , zêdetir ji 30 videoklîpên stranên şoreşgerî û welatparêzî pêşkêş kir. Ji nav klîpên wî yên herî navdar:

1-Ezê Îro aşiq bim (gotin û awsz : Masûd Cizîrî)

2-Zimanê min kurdî ye (gotin û awaz: Şevger Mirza)

3-Efrîn wara evînê (gotin û awaz: Ferhad Bîgendî)

4-Cenga Rojava (gotin û awaz: Elî Mensûr)

5-Şehîd Egîd (gotin û awaz: Bedran Bavê Bilind).

Ew beşdarî gelek pîrozbahiyên neteweyî û konserên stranbêjiyê li derveyî Herêma Cezîre û Rojavayê Kurdistanê bûye,dengê wî hebûneka taybet hebû di vejîna şahiya 15 Tebaxa 2018’an li kampa Mexmûr û pîrozbahiya Newroza 2025’an li Libnanê, her weha di konserta hunerî ya bilind de ku li otêla Şîratonê li bajarê Halepê hatî lidarxistin,  da ku bibe vedenga dengê azadiya kurdî li herderê cîhanê.

Hesen Dêrikî bi koma  Cûdî û Hunergehê re û di gel komek hunermendên Kurd re, beşdarî pêşkêşkirina çend stranên welatparêzî bûye bi awayekî komekî, pê ezmûna xwe ya hunerî xurt kir.

Û ji sala 2020 heta îro, ew wek pêşkêşkerê bernameyek hunerî ya bi navê (Tevna Hener) li ser ekranê kenala Rojava dixebite, deng û afrîneriya xwe  kire di xizmeta doza xwe û gelê xwe de, bi temamî hewl dide da ku mirasa hunerî û çandî ya Kurdî ji winda bûn û jibîrkirinê biparêze, di dema rêwîtina xwe de ya vê bernameyê, wî hêjmarek hunermend û stranbêjên navdar ên kurd ji Rojava û ji yên hatine vê deverê kirine mêvanê xwe, da ku vê sehneya xwe bike paceyek vekirî ji bo dengên resen û hestên Kurdî.

Stranên wî neynikek bû ji bo dozeka ku hesretbûna azadiyê dike, ji bo wijdana ku di bin barê zordarî û derbiderkirinê de di nale û ji bo dengê neteweyekî ku di tevliheviya ji bîrkirinê de li xwe digere.

Di her awazekê de, wî tovên hişmendî û hêvîyê belav dikir ; di her peyvekê de, çîrokên bav û kalan û xewnên nifşan digot; di her stranekê de, ruhê axa kurdî ya serhildêr hildigirt , ku hîn jî li berxwedide ji bo mayîn û nûjenbûnê.

Bi vî rengî Hesen Dêrikî, bi deng û stranên xwe, bû yek ji stûnên hunera neteweyî ya kurdî, parêzvanekî mirasa çandî, û dengek ku di asîmanê azadiyê qet venamire.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.