Lîloz Hisên/Qamişlo
Endama Deseteya Hevserokatiya Meclisa Sûriya Demokrat Şêra Osê tekez kir ku nenavendî ne gefeke, lê bihêzkirina gel e û wiha got: “Nenavendî rêya avakirina sîstemeke medenî û demokratîk e her kes tê de beşdar dibe û rêzê ji cihêrengiya herêmê re dike”
Bi salan li Sûriyê dewleteke navendî dihat meşandin, vê yekê bi xwe re gelek aloziyên kûr anî. Lewma jî li Sûriyê kirîz derket pêş, lê piştî hilwişandina rêjîma Baas hêviyek hebû ku gelê Sûriyê bi awayekî baştir û bi tevlîbûna hemû pêkhateyan, Sûriyeke nû ava bikin û bi wekhevî tê de bijîn, pêkanîna vê hêviyê jî bi nenavendîbûnê pêk tê.
Derbarê sîsetema nenavendîbûnê û şîrovekirina wê, ku ne şêweyekî parçebûnê ye, lê yekbûna Sûriyê misoger dike, endama Deseteya Hevserokatiya Meclisa Sûriya Demokrat MSD’ê Şêra Osê ji rojnameya me re axivî.
‘Navendî dûrî hewcdariyên gel e’

Şêra Osê da zanîn ku navendîbûn dûrî hewcedariyên gel e û wiha anî ziman: “Şêwayê navendiyê ew e ku hemû desthilatên-siyasî, îdarî, aborî û ewlehî di destê desthilata navendî de li parêzgehê ye. Herwiha biryarên çarenûsî û rojane ji cihekî têne tê girtin ku dûrî hewcdariyên gel e ku aliyên din weke pêkhateyên dîtir di herêmê de dijîn, ne xwedî biryar in. Ev nimûne dihêle ku dewlet lawaz bimîne, derfeta civakê û herêmê jî lawaz dike ku bikarîbe xwe îfade bike û kar û barên xwe bi rê ve bibin.”
‘Nenavendî bi hêzkirina gel e’
Şêra diyar kir ku nenavendî ji bo bihêzkirina gel e û wiha domand: “Nenavendî ew e şêwayekî ku biryaran parve dike, rêveberiyên herêmî yên hatine hilbijartin rêveberiya kar û barên herêmê di aliyê xizmetguzatrî, aborî û rêveberî dikin. Herwiha dozên serweriya giştî weke siyaseta derve û parastinê di destê dewleta navendî de ye. Nenavendî nayê wateya parçekirina welat e, lê bi hêzkirina gel e ku bi awayekî rasterast tevlî îdara jiyana xwe ya rojane dike.”
‘Navendî bû sedema teqandina aloziya Sûriyê’
Şêra Osê diyar kir ku sîstema navendî bi demdirêjî li Sûriyê hatiye pêkanîn û aloziyên mezin bi xwe re derxistiye û wiha got: “Yek jê paşguhkirina erdnîgarî û civakî ku tenê li ser pêşketina xizmetguzarî û pêşketina Şamê disekinî û piraniya parêzgehên din ji mafên xwe bêpar diman. Berhemên welat ên sererd û binerd di destê dewletê de bû weke dewlemendiya netewî bi taybet petrol, sotemenî û çandinî, tenê ji bo berjewendiyê hin kesan dihat birêvebirin, gelê Sûriyê hîs nedkirin ku bi edaletî tê parvekirin. Herwiha bîroqratiya welat hatibû xetimandin ku biryar bi awayekî hêdî dihat kirin bêyî rastiya li herêman bê naskirin. Di heman demê de dûrxistineke siyasî hebû ku nûnertiyeke rastî ji bo pêkhateyên Sûriyê be tune bû û şêwayê hikumê yek alî bû. Ev binpêkirin rasterast bû alîkar di hîskirina zilim û paşguhkirinê, herwiha bû yek ji sedemê sereke di teqandina aloziya Sûriyê ya sala 2011’an.”
‘Nenavendiya demokratîk deriyê avakirina sîstemeke medenî û nûjen vedike’
Şêra Osê destnîşan kir ku nabe Sûriya nû li ser heman bingehên ku hişt Sûriyê bighêje asta parçekirinê û şer bê avakirin û wiha axivî: “Îro nenavendî rêya rastî ji bo parastina Sûriyê ye, ji ber ku nenavendî di nava xwe de van xalan dihewîne; hemû pêkhate bi awayekî adil beşdarî çêkirina biryaran dibin. Bi edaletî jêder di navbera hemû parêzgehan tê belavkirin. Gel di aliyê rêveberiyê de bi hêz dibe û dikare kar û barên herêma xwe bi xwe bi rê ve bike, bêyî ku li bendî biryarê ji navendê bimîne. Yekîtiya niştimanî di rêya beşdarbûneke dilsozî ku ne bi rêya nefretê, xurt dike. Em di Meclisa Sûriya Demokrat MSD’ê de dibînin ku navendiya zêde tê wateya domandina aloziyan, di heman demê de nenavendiya demokratîk deriyê avakirina sîstemeke medenî û nûjen ku cihêrengiya gelê Sûriyê fêm dike, vedike.”
‘Tecrûbeya nenavendî alternetîfeke serkeftî pêşkêş dike’
Şêra Osê tekez kir ku tecrûbeya nenavendî ya ku li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye avakirin îsbat dike ku ev nimûne dikare alternatîfelek bi serkeftî pêkêş bike û wiha got: “Weke me dît rêveberiyên herêmî yên hilbijartî hatin damezirandin ku bikarin kar û barên xwe yên rojane bi rê ve bibin. Jin û ciwan beşdarî cihên biryaran dibin, ev yek bi demdirêjî hatibû paşguhkirin. Nimûneyeke siyasî ku nûnertiya tevahiya pêkhateyan misoger dike hate afirandin. Nenavendî di pêşerojê de dikare aramiya siyasî bi xwe re bîne, ji ber ku tenê di destê dewletê de namîne û derfetê li pêşiya tevlîbûneke rasterast vedike. Hem jî pêşketinên aborî bi hevsengî bi saya parvekirina adil ji bo dewlemendî û îstîsmarkirinê dike. Hem jî dema ku welatî hîs bike ku dengê wî tê guhdarkirin û biryarên herêma wî li cihê ku jiyan dike tê dayîn, baweriya bi wê sîstemê xurt dibe.”
‘Nenavendbûyîna siyasî bijarteya MSD’ê ye’
Şêra Osê diyar kir ku ji destpêka damezirandina Meclisa Sûriya Demokratîk wan ji bo bidawîkirina aloziya Sûriyê, projeya nenavendiyê weke îstratîjiya xwe hilbijartiye û wiha got: “Karê me li ser du astan tê kirin, li ser asta hundirîn ku me nimûneya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê damezirand. Meclisên herêmî û şaredarî ava kirin, derî li pêşiya sandîka, yekîtî û rêxistinên sivîl vekirin, da ku beşdarî vê projeyê bibin. Qanûnên medenî ku misogeriya edaleta civakî û derfetên wekhev dike, derxistin. Hem jî me jin kir hevkareke di hukim û ciwan weke hêzeke çalak di biryara siyasî de. Li ser asta Sûriyê bi giştî me diyalog bi aliyên opozîsyonê û pêkhateyên din pêk anî, ji bo em tekez bikin ku projeya me ne taybetî ya yek herêmê ye, lê ew proje ji bo tevahî Sûriyê ye. Me kaxizên siyasî û însiyatîfên niştimanî ji bo çareseriya aloziya Sûriyê li gorî rêgeza nenavendiya demokratî pêşkêş kir. Li ser asta navdewletî jî me projeya nenavendî li hemû formên navdewletî pêşîniyar kir. Herwiha em tekez dikin ku çareseriya Sûriyê ne di rêya parçekirinê û navendiyê de ye, lê di rêya şêwayeke demokratîk û adil e ye. Di heman demê de em hewil didin ku civaka navdewletî ji bo piştgiriya aramî û yekîtiya Sûriyê îqna bikin.”
‘Daxwaza me projeyeke niştîmanî ye’
Endama Desetya Hevserokatiya Meclisa Sûriya Demokrat Şêra Osê anî ziman ku daxwaza wan pêkanîna projeyeke niştîmanî ye û axaftina xwe wiha qedand: “Nameya me ji bo gelê Sûriyê ew e ku nenavendîbûyîn ne tehdîd de ji bo yekbûna welat, lê ew garantiya rastîn e ji bo mayîna Sûriyeke yekbûyî û adil. Nenavendî rêya avakirina sîstemeke medenî û demokratîk e ku her kes tê de beşdar dibe û rêzê ji cihêrengiyê re dike. Nameya me ji bo civaka navdewletî re ew e ku em piştgiriyê ji bo tu aliyan naxwazin, lê em daxwaza projeyeke niştimanî dikin, projeyeke ji bo damezirandina Sûriyeke bi diyalog, ne bi dûrxistinê, lê bi qebûlkirina hev du, ne bi înkarê lê bi tevlîbûna her kesî û ne bi hegemoniyê.”






