Lîloz Hisên/Kobanê
6’emîn Festîvala Çand, Huner û Werzîşê ya Şehîd Bawer Agir bi dirûşmeya “Bi hêvî û baweriya şehîdan, aştî û civaka demokratîk serbixe, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bike” wê li bajarê Kobanê dest pê bike.
Şehîd Bawer Agir di êrişên dewleta Tirk a dagirker de yên ku li ser gundê Hiwêca ya Girê Spî di 13’ê Cotmeha sala 2019’an şehîd bû. Ji bo bîranîna salvegera şehadeta Şehîd Bawer, Festîvala Çand, Huner û Werzîşê ya Şehîd Bawer Agir ji sala 2020‘an tê lidarxistin.
Festîval her sal ji hêla Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan tê lidarxistin, yekemîn car di sala 2020‘an li dar ket û ya duyemîn di sala 2021’an hat lidarxistin.
Sêyemîn Festîvala Şehîd Bawer Agir bi dirûşmeya “Bi rihê gerîla, çanda şoreşgerî pêş bixin û azadiya Rêber Apo misoger bikin” hate lidarxistin.
Çaremîn Festîvala Şehîd Bawer bi drûşmeya “Bi rihê berxwedana gerîla, em ê azadiya Rêber Apo bi dest bixin û şerê azadiyê bi ser bixin” li dar ket.
Pêncemîn Festîvala Şehîd Bawer bi drûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî, bi rihê ciwanan em ê di cenga azadiyê de bi ser bikevin” hat lidarxistin.
Festîvala Çand, Huner û Werzîşê ya Şehîd Bawer Agir a 6’emîn wê îro li dar bikeve û sê rojan dewam dike. Festîval ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ve bi dirûşmeya “Bi hêvî û baweriya şehîdan, aştî û civaka demokratîk serbixe, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bike” hatiye birêxistinkirin.
Bernameya festîvalê:
Di roja yekem de wê stadek bi nave Şehîd Bawer were vekirin û tê de jî vekirina stadyuma Şehîd Bawer Agir festîval dest bi bernameya xwe bike.
Piştre wê çalakiyên çandî yên neteweyên li herêmê dest pê bin.
Komên ku wê roja yekemîn tevlî festîvalê bibin ev in:
Koma Tolhildan a govendê ya Hesekê
Koma Balmêra ya govenda gelêrî a Reqa ya Kevana Zêrîn
Koma Ertsax a Govenda Ermenan
Koma Deri El Furat
Koma Hevrîn Kevana Zêrîn
Koma Şehîd Sînan a Govendê.
Roja duyemîn
Roja duyemîn a festîvalê wê saet 10.00’an bi çalakiyên werîzşê dest pê bike û dê maçeke futbolê di navbera Tîma Kobanê û Tîma Serdemê de were lîstin herwiha bazdan, maratona bisîklêtan, voleybol, satranc û hwd werin lîstin. Saet di 19:00’an de dê bi şahiyeke mezin were lidarxistin.
Roja sêyemîn
Di roja sêyemîn û dawîn de jî dê bi beşdariya hunermendên ji deverên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hunermendên li derveyî welat stranên xwe bêjin.
Hunermendên tevlî festîvalê bibin ev in:
Hesen Dêrik
Azîz Kekdar
Sumeya Mihemed
Melik Teym
Aycan Kobanê






