Birûc Resûl/Qamişlo
Çareseriya şer û aloziyên ku niha li cîhanê tên qewmandin, tenê paradigma Rêber APO ya Netewa Demokratîk e. Ya ku gelan, ol û baweriyan, jin-mêr wekhev dibîne. Ji ber ku di dîrokê de şerê di navbera Îsraîl û Filistînê de, ne hatiye bidawîkirin û ne jî çareserkirin, bi kuştin û qirkirinê tucarî çareserî û aştî nayê.
Wekî tê xuyakirin di Rojhilata Navîn de şerê cîhanê yê sêyem bi rê ve diçe, geşedan, pêşketin û rewşên di cîhanê de rû didin ji hev ne cûda ne, hevdû temam dikin û rewşa pergala cîhanî dîyar dikin. Lewra nakokî û kirîzên ku çêdibin; li ku dibe bela bibe, ji sîyaset û stratejîyên hêzên serdest mîna Emeîka, Rûsîya, Çîn û Natoyê ne cûda ne. Herwiha di asta duyem de jî kirîz û nakokiyên di çi herêman de be, girêdayî sîyaset û stratejîya dewletên herêmî ne ku di bin nava siyasetên dewletên serdest de, siyaset û projeyên xwe yên taybet jî didin pêş.
Şerê Rûsiya û Ukrayinya
Rûsya, Ukranya di çarçoveya serweriya xwe ya xwezayî de dibîne. Piraniya wê bi sedsalan beşek ji Împaratoriya Rûsyayê bû û beşekî mezin ji Ukraniyan bi zimanê Rûsî diaxivin. Herwiha welat beşek ji Yekîtiya Sovyetê bû heya ku di 1991’an de serxwebûna xwe bi dest xist. Li Ukranya yê jî nifûseke mezin a Rûsan heye. Li gorî serjimêriya ku di sala 2001’ê de hatiye kirin, nêzî 8 milyon Rûs li Ukranyayê dijîn û bi piranî li başûr û rojhilat dijîn. Ji bilî hesta Rûsyayê ya ji bo Kiyv, rastiyek nifûs jî heye ku ji bo Mosko pir girîng e. Piştî Şoreşa 1917’an û şerê cîhanê yê duyemîn, Rûsyayê Nîvgirava Balkanê, ji bilî Yewnanîstanê, bi rêya hevpeymanya Varşovayê bi dest xist. Bi vê yekê, di dema Şerê Sar de Derya Reş veguhirî herêmek bi piranî Sovyetê, lê beşa başûrê Deryaya Reş li dervayî serweriya wê ma ku ew beş jî di nava Tirkiyê de, endamê NATO`yê ye.
Ji aliyê stratejîk ve, gihîştina Deryaya Spî ji bo hêzên Sovyetê zehmet bû, lê ji bo yekîneyên NATO`yê zehmet bû ku derbasî Deryaya Reş jî bibin û tê de bixebitin. Di encamê de, hevsengiya hêzên deryayî ku xizmeta herdu aliyan dike, derket holê. Di Kanûna 2021’an de, zêdetirî sed hezar leşkerên Rûs li nêzî sînorê Rûsya û Ukranya bi cih bûn. Di heman demê de, rayedarên istîxbarata Amerîkayê hişyarî dan ku dibe Rûsya di destpêka sala 2022’an de dest bi êrişên dagirkeriyê bike.
Bandora şerê Rûsiya û Ukraniya li ser mirovan
Şerê Rûsya û Ukrayîna ku ji salê 2022’yan ve dest pê kir, ne tenê li herêmê, lê belkî li ser astê cîhanê jî bandora girîng çêkir. Ev şer bandora xwe di nav çar çarçoveyan de nîşan da; çanda mirovî, rewşa civakî, aborî û demografîk. Bi bombebaran û şerê berhevkirî, gelek bajar û gundên li Ukranya hatin hewleşandin. Herwiha bi miloynan mirov ji tirsa jiyaneke bêewle û pêşerojeke winda, deroniya wan xerabûye û hatine windakirin. Ev rewş jî ji bo zarokan û jinan pir giran e. yên di bin qurbanî ji şer û pevçûnan, gel e ku jiyan û pêşeroja wan ber bi tarîtiyê ve diçe û gelek ji wan dibin qurbanî.
Koçberî
Di navbera salên 2022–2023’yan de, bi hezaran kes ji herêmê koçber bûn û li herêmên cude ên Ukranya bar kirin. Di bin pêşandana UNHCR de, hat eşkerekirin ku heta 2024’an ji 6–7 milîon mirov wekî pênaberan li Ewropa û herêmên din cih digirin. Ewqas ji koçberan dike ku hijmara niştecihan kêm bibe, bi vê yekê kontrola xwe li ser jiyana mirovan tînin ku bibin kole, ev rewş bi giştî bandora xwe li ser aborî jî pir mezin heye. Bi awayekî giştî, şerê Rûsya û Ukranya di 21’ê sedsalê de koçberiyeke mezin da çêkirin. Hêrs û qetandina jiyanên mirovan, bi taybetî penaberî û koçberî, ne tenê rewşa civakî, lê demografîk û aborî diyar dikin.
Şerê Îsraîl û Hemas
Piştî agirbestekê di 7’ê Cotmeha 2023`an de şerê di navbera Îsraîl û Hemasê hate destpêkirin. Îsraîl jî di vê rojê de bernameya leşkerî ya xwe bi navê ‘Operation Iron Swords’ dest pê kir û paşê şer di navbera Îsraîl û Hemasê bi awayekî dirêj û giran heya roja îro dewam kir. Herwiha Şerê Îsraîl û Hemasê roj bi rojê dijwartir dibe û xisarên wî şerî mezintir dibin. Hejmara kuştî û birîndarên li Xezayê gihştiye asteke herî jor û bi sed hezaran kes li Xezê bêmal û hal mane.
Şerê di navera Hemas û Îsraîlê de, niha yek ji girîngtirîn û aloztirîn pirsgirêkên devera Rojhilata Navîn e û nigeriyên cîhanî li pey xwe aniye. Ew şer di devera Xezayê de dest pê kiriye û bûye sedem ku welatên din seha nigeraniyeke kûr bikin û li pey destêwerdan li deverê bin. Di wî şerî de rejîma Îranê wek piştevanê Hemasê, piştevanîkirina xwe ji vê girûpê daye zanîn, lê înkara her cure rolek li vê êrîşê dike. Ew yeka di rewşekê de ye ku rejîma Îranê bi şandina alîkariyên malî û cebilxane bo Hemasê, hewla bihêzkirin û piştevanikirina wan dide, lê di rû de tê xuyakirin ku Hemasê biryara êrişkirin bo ser Îsraîlê tenê bi xwe daye û rejîma Îslamiya Îranê bi awayê rasterast tevlî şer digel Îsraîlê nebûye. Ev mijar bûye sedem ku nigeraniyên cîhanî di derheq dijwartirbûna wan dijayetiyan û şeran di deverê de zêde bibe û hejmarek zêde ji welatan li pey rêçareyan bikevin da ku wan dijayetiyan kêm bikin û rêçareyek bo cihgîrkirina aşitiyê li deverê peyda bikin. Bi destpêkirina Îsraîlê ku di sala 2023’an de şerê bi Hamasê re wekî derfetek dît, stratejiya ku ji hêla dewleta Tirk û Îranê ve hat şopandin ket tengasiyê. Îsraîl û hevkarên wê yên stratejîk, ku dixwazin Îranê li Rojhilata Navîn bikin dewletek bêbandor, dê çavê xwe ji sûdwergirtina Tirkiyê ji vê valatiyê re negirin. Li gorî plana nû, dewleta Tirk jî ji bin gefê were dûrxistin.
Şerê cîhanê yê siyemîn diqewime
Şerê cîhanê yê siyemîn diqewime, yê ku dibe qurbaniya van şeran civak e jin e, zarok e, ciwan in, kal û pîr in. Mînaka vê yekê jî gelê ku di dîrokê de mafê xwe bi dest nexistine weke Kurd û Filistînî, ev gel her tim di jenosid, komkujî, asîmîlekirin talan û wêrankirina hem fîzîkî û hem jî çandî re derbas dibin. Di dîrokê de gelê Filistîn timî bi kevir, dar û agir parastina xwe li hemberî Îsraîliyan kiriye, tu carî bi xwe êrîşî hawirdora xwe nekiriye heya tam nekariye xwe biparêze jî. Ji ber ku tu kesî piştgiriya wan di dîrokê de nekiriye û nehîştine bi aştî û ewlehî bijîn.
Dewleta Israîlê di sala 1948’an de bi piştgiriya Amerîka hat avakirin, dîsa jî Cihû li her dera cîhanê belavbûne û bi taybet Cihûyên herî dewlemend di nava projeyên kapîtalîzmê de cihê xwe digirin. Ji ber vê yekê Amerîka di daxuyaniyên xwe de Îsraîlê mafdarê vî şerî dibîne û soza ku bi cebilxane û istîxbaratê piştgiriyê bide Îsraîlê dide. Çawa ku di dîrokê de bi peymana Lozan destûra qirkirina gelê Kurd dan, îro jî di vir de îsrar dikin. Ya ku bi serê gelê Filistîn dikin jî ev e. Dagirkeriya qirker ya Tirk dewletên kapîtalîzim yên di nava Peymana Lozanê de tehdîd kir ji bo mafê Kurdan ji peymanê were derxistin, dewletên kepîtalîst ji tirsa ku Tirk ji bin kontrola wan dernekeve û tevlî hegemonya wan bibe Peymana Lozanê mafê Kurdan derxistin, bi vê yekê Tirk qezenc kirin û tevlî hegemonya xwe kirin. Bi vî awayî DYE ji bo ku berjewendiyên xwe yên bi Îsraîlê re ji bin kontrola xwe dernexe û zirar neghîje hegemonya wî, piştgiriyê dide Îsraîlê, aliyê din jî di nava kuştin û talankirinê de dihêle. Di dîrokê de û heta roja me ya îro dewletên hegemon li şûna ku bi polîtîka û diblomasî şer bidin seknandin û çareseriyê bidine qezenckirin, berovajî wê yekê dikin, di siyaseta xwe de hem rasterast, di heman demê de di piştperdeyan de jî li gor berjewendiyên xwe tevdigerin. Lê belê rasterast jî cebilxaneyan û çekên giran didin Îsraîlê di heman wextê de bi vî rengî nakokî û şer jî gurtir dibe. Ev yek pêvajoya şerê cîhanê yê sêyemîn gur dike. Çawa ku di dîrokê de Someriyan li ser pişta bi hezaran mirovên kole keleh û bajar dan avakirin, di roja îro de jî hemû dewletên hegemon li ser kuştina mirovên bê guneh û bê sûc dixwazin hem erdnîgariya dewleta xwe berfirehtir bikin û hem jî xwe weke hêza herî xurt ya dunyayê bidin raghandin. Ji ber vê yekê wê timî jin, zarok, ciwan û hwd… bibin qurbaniya desthilatdariya wan a dîktator. Gelê Ereb di dîrokê de timî hatiye parçekirin di şerê Filistînê ya roja îro de pir baş ev yek xuya dike ku 22 dewletên Ereban hene îro yek dewlet xwedî li civaka Filistînê bi şêwazekî rast dernakeve. Hîna jî helwestekî cidî û bi bandor nîşan nedane. Ev jî tê wateya ku xwedî li hev dernakevin û heya ku bi vê hişmendiyê ne, wê êriş li ser Filistînê zedetir bibe.
Hejmara kuştiyan li Xezayê û koçberî
Di şerê Israîl û Hamasê de li gorî raporên saziyên mafê mirovan yê cîhanî heta niha nêzî 60 miliyon kes li Xazayê hatine kuştin, di nav wan kuştiyan de gelek ji wan zarok û jin in, gelelk ji wan di encama birçîbûn û nexweşiyan jiyana xwe ji dest dan. Herwiha miliyonan kes jî rastî koçberiyê hatin, di heman demê de gelek ji wan bê mal û cih man e ku heya roja îro li kolana dijîn.
Bê guman di nava van çend salan de pêşeroja gelek zarokan hat windakirin ku gelek ji wan mehrûmê jiyana biewla û aram bûn. Ji bilî ku gelek ji wan zarok hîn çavê xwe li jiyanê venekirbûn, di encama birçîbûn, şer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan. Di heman demê de ku gelek zarok, jin, mêr, kal û pîr di bin avahiyan de man û jiyana xwe ji dest dan
Bi kuştin û qirkirinê tucarî çareserî û aştî nayê
Di encama şerê Hemasê digel Îsraîl de ne bi tenê dê bandoreke zêde li ser Rojhilata Navîn hebe, lê wê li ser cîhanî giştî bike, helbet ev bandor jî bandoreke neyinî ye. Di zihniyeta netew-dewlet de çareserî tune ye. Ew hat ceribandin û tekezkirin ku bê encam e. Ji bo çareseriyê tenê riyek heye, ew jî riya ku paradigma Rêber APO ya Neteweya Demokratîk e. Ya ku gelan, ol û baweriyan, jin-mêr wek hev dibîne. Ji bo vê yekê yê ku dawî li şerê di navbera Filistîn û Îsraîlê de bîne, tenê di rêya çareseriya Neteweya Demokratîk a Rêber Apo de tê dîtin. Ji ber ku di dîrokê de şerê di navbera Îsraîl û Filistînê de, nehatiye bidawîkirin û ne jî çareserkirin, bi kuştin û qirkirinê tucarî çareserî û aştî nayê, her kes jî rastiya vê yekê baş dizane, ji ber ku yên ku bi van kiryar û sûcên şer radibe, bi xwe jî di nava pencên qirkirinê re derbas dibe. Ji bo vê divê ku gelê Ereb û gelê Cuhû hewl bidin bi rêya Neteweya Demokratîk dawî li şerê Filistînê û Israîlê bîne û çareser bike.






