Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Baas çû û HTŞ’ê hat, lê dagirkerî ma… Serêkanî û Girê Spî

11/10/2025
in POLÎTÎKA
A A
Golikê beş!
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Di 9’ê Cotmeha sala 2019’an de dagirkeriya Tirk êrîş û operasyona dagirkeriyê li dijî Serêkaniyê û Girê Spî da destpêkirin. Bi navê kaniya aştiyê operasyon ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwefiroş dest pê bû. Navê kaniya aştiyê li operasyonê hate kirin, lê qet têkiliya wê bi aştiyê re tune bû. Wekî tê zanîn bi destpêkirina krîza Sûriyê re gelên Serêkanî û Girê Spî weke tevahiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê parastina xaka xwe kirin, bi aramî û aştî dijiyan, lê derdora wan xelekên agir disojiyan. Êriş û gefên ji pêtan li wan dihatin kirin, herdu bajar berî werin dagirkirin rastî êrişên komên çete yên girêdayî dewleta Tirk û hem jî Cebhet Elnusr di roja îro de HTŞ’ê ye, dihatin. Ev êrişên HTŞ’ê jî bûyerek bû û ket rûpela dîroka wê ya dagirtî xwînrijîn û kiriyarên dijmirovî, HTŞ’ê ya ku xwe îro berpirs dibîne li ser parastina gelên Sûriyê, wê Kurd li Girê Spî û Serêkaniyê dabû ber kuştin û serjêkirinê. Tu carî kiriyarên HTŞ’ê yên ku li Girê Spî û Serêkaniyê pêk tanîn ji bîra gelê Kurd naçin. Dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî ya ku bi destê dewleta Tirk û çeteyên ku xwe weke hêzên Sûrî dihesibînin, ji bîr nabe. Gelên Serêkaniyê û Girê Spî bûn şahidên kiryarên dagirkeriyê, ew êşa kuştin, revandin, talankirina malan û koçberiya darê zorê ji bîr nakin. Vaye 6 sal li ser dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê re derbas dibe, bi hezaran koçber û penaber li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û derveyî wê ne, ew pêrgî germahiya havînan û sermaya zivistana tên, tî û birçî dijîn. Tevî alîkariyên Rêveberiya Xweser ji bo xelkên penaber ên di kampan de jî, lê dîsa rewşa wan xerab e. Bi ketina rêjîma Baas re dilê hemû penaberan geş bû, hêviya penaberên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî vegereke biewle bû li warê xwe. Dilê wan di 10’ê Adarê de geş bû, dema ku hevpeyman di navbera fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdê û hikumeta veguhêz de hat îmzekirin. Vegera hemû koçber û penaberên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî xaleke girîng bû ku li ser hate israrkirin ku pêkwere, lê salvegera dagirkirina Efrînê û vaye salvegera dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî jî di ser peymana 10’ê Adarê re derbas bû û hîna jî rewşa penaberan weke xwe maye. Hikumeta veguhêz qaşo ji bo veguheztina rewşa Sûriyê erka xwe dibîne, lê vê hikumetê rewşa gelên Sûriyê û bi taybeta dosiya penaberan weke xwe hişt, herwiha rewş xerabtir kir (li şûna çav kil bike, kor kir). Ji roja ev hikumeta bi destê desthilatdaran ve hatiye ser kursiyê desthilatdariyê, komkujî li ser tevahiya axa Sûriyê ranewestiyane. Dosiya penaberan a ku ji ber wê mijarê Colanî destê xwe li sînga xwe da, hîna weke xwe maye. Guhertina demografîk herwiha kirîna malên şîniyên Serêkaniyê û Girê Spî yên resen berdewam kir, xencî kuştin, revandin û kiriyarên xerab yên ku bi rengekî veşartî tên meşandin. Vaye salvegera dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî dîsa tê, ev herdû bajarên Kurda nehatin dagirkirin, lê belê wijdanê cîhanê hat dagirkirin. Îro bi hezaran penaber li benda vegera wijdanê cîhanê, rêxistin, civaka navdewletî û hêzên navdewletî ne. Hêviya şêniyên resen ên Serêkaniyê û Girê Spî ew e ku dagirkirî ji welatê wan derkeve, bi QSD’ê re vegerin warê xwe, herwiha xwe bi rê ve bibin. Baweriya wan bi QSD’ê û Rêveberiya Xweser tê, baweriya wan êdî nema bi HTŞ û dagirkeriya Tirk tê.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.