Hemza Sêvo/ Qamişlo
Hikumeta HTŞ’ê bi biryareke dûrî rêzdariya çandî li gorî daxwazên dewleta Tirk biryarnameya 188’an derxist. Tê de jî roj û cejnên dîrokî weke Cejna Newroz, Ekîto, Cejna Jinê û hwd… hatin paşguhkirin, lê ev cejn bi nirx û dîroka xwe ji HTŞ û biryara 188’an mezintir in.
Yekalîbûna HTŞ’ê
Bi rûxandina rêjma Baas re hikumeta veguhêz, desmalek avêt li ser HTŞ’ê ango vê hikumetê HTŞ’ê kire bin ebayekî reş. Nîv taybetmendî ji vê hukumetê ji hikumeta Baas û nîv ji HTŞ’ê hat wergirtin. Li ser wê bingehê hemû kiriyarên HTŞ’ê li ser gelên Sûriyê da meşandin. Siyaseteke yekalîbûnê di hemû waran de ji hêla hikumeta veguhêz ve dihat meşadin. Di destpêkê de kongreya niştîmanî, ragihandina destûra Sûriyê, tevlîbûna hikumetê ji bo civîna Netewyên Yekbûyî ya serokên cîhanê, hem jî di dema heyî de hilbijartinên parlementoya Sûriyê tên lidarxistin. Bi vî rengî ji roja hatina hikumeta veguhêz li ser desthilatdariyê ve heta roja îro siyaseteke yeknerînbûn, yekalîbûyîn û paşguhkirinê daye meşandin. Biryara 188’an a girêdayî rojên dîrokî û netewî ku ji hêla hikumeta HTŞ’ê ve hat dayîn jî rengeke ji rengê paşguhkirin û şerê çandî ye.
Qedexerkirina çandên cuda
Di gel pêkanîna komkujiyên Berava Sûriyê û Siwêdayê hem jî teqîna Dêra Mar Ilyas ya Şamê, dagirkirina Minbic û Şehba, dilê vê hikumetê û komên biyanî hem jî çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker hînik nebû ji xwînrijînê. HTŞ û komên çete bi piştgiriya dagirkeriya Tirk êriş û şerê fîzîkî li hemberî gelên Sûriyê dan meşandin. Herwiha şerekî taybet ji bo gurkirina agirê şer bi riya MÎT a Tirk hat birêxistinkirin û amadekirin. Lewma jî da ku tevahiya şer li Sûriyê bê rawestandin û destûreke bingehîn ku mafê çandî, siyasî, bîrdozî, oldarî, civakî û hwd… yê hemû pêkhateyên Sûriyê bispêre xwe, peymana 10’ê Adarê hat îmzekirin. Lê piştî wê ragihandina destûrî hat ji hêla hikumeta HTŞ’ê ve der ket. Derketina destûrê Sûriyê yek ji gavên destpêkê yên ku HTŞ’ê di warê şerê çandî û qedexekirina çandên pêkhateyên Kurd, Ermen, Suryan, Çerkez û hwd… de hat avêtin bû. Li ser daxwazên dewleta Tirk hêz, vîn û xwesteka hikumeta veguhêz ji bo destûreke yekreng, yeknetew, yekal, yekziman, yekçand xurtir bû. Ev destûr mîna şûrekî li pişta peymana Adarê hat xistin. HTŞ li ser esasê piştguhkirin û dûrxistina pirrengiyê biryara 188’an di 4’ê derxist. Di vê biryarnamê de jî rojên ola Islamî, rojên taybet ji bo HTŞ’ê û hin cejnên ola Xirstyanî hatin destnîşankirin. Herwiha Cejneke weke Newroz, Ekîto û Cejna Jinê ya Cîhanî tevlî vê biryarnamê nebû, lê belê roja Şehîdan ya roja 6’ê Gulanê ji lîsteya rojên niştîmanî hat rahiştin, hêjayî bibîrxistinê ye ku di 6’ê Gulana 1916’an de komkujiyek li ser destê Osmaniyan de di derheqê komek şoreşgerên rewşenbîr hatin kuştin, ev biryar li ser xwesteka dewleta Tirk hat pêkanîn.
Newroz, Cejna Jinê û Ekîto ji hikumeta HTŞ û biryara 188’an mezintir in
Ekîto sersla gelê Aşûrî, Suryanî û Kildanî ye ev cejn vedigere hezarên salan beriya zayînê, herwiha ew yek ji kevintirîn cejnan e di dîroka Rohilata Navîn de. Di heman demê de gelên Suryan, Kildan û Asûrî di 1’ê Nîsanê de Cejna Ekîto pîroz dikin, Cejna Ekîto ji 6 hezar û 774 salan ve û heta niha li seranserî Sûriyê, Tirkiyê, Îraq, Lubnan û hwd… tê pîrozkirin. Cejneke wke Ekîto ku ji girîngtirîn cejnên netewî û olî tê hesbandin, çawa dûrî lîsteya cejn û rojên niştîmanî dibe. Roja 21’ê Adarê ango Cejna Newrozê xwedî dîrokeke kevnar e, vedgere serdema berî zayînê bi taybet sala 612’an, ev cejin weke boneyeke ji bo gelên Arî tê hesbanidn. Ji bo gelê Kurd xwedî cihekî pîroz e û kevintirîn cejina netewî li ser asta cîhanê tê dîtin, ew tê wateya azadiyê. Cejna Jinê cejneke cîhanî ye fermiyeta wê li seranserî cîhanê xwedî nirxeke, paşguhkirina wê ji hêla hikumeta HTŞ’ê ve jî tê wateya ku ew ji hêza jinan ditirse û fermiyeta vê rojê dibe sedem ji rûxandina desthilatdariya HTŞ’ê re.Newroz, Ekîto, Cejna Jinê û hemû rojên niştîmanî yên tevahiya pêkhateyên Sûriyê xwedî nirxekî çandî û civakî yên mezin in, herwiha her pêkhateyek ji pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi azadî boneyên xwe pîroz dikin. Lewma jî divê hikumeta HTŞ’ê biryara 188’an û ragihandina destûrî ji bîr bike û rêzdariyê ji çandên pirreng ên Sûriyê re bigre.






