Hêvî Keleş/ Qamişlo
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî lidaxistina şoreşê di warê wêjeyê de gavên mezin hatin avêtin, ji wan gavên berbiçav jî avakirina sazî û dezgehên rewşenbîr û wêjeyî ne. Û yek ji wan destkeftiyên bingehîn avakirin Meclisa Wêjeyî ye ku di bin sîwana wê de 6 saziyên wêjeyî hene.
Mecilsa Wêjeyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi armanca pêşxistina wêjeyê û nêzîkbûna saziyên wêjeyê bi hev re di sala 2025”an de hate damezrandin, di bin sîwanan vê meclisê de 6 saziyên wêjeyî hene ew jî ev in: Dîwana Wêje, Weşanên Şilêr, Kovara Şermola, Wergera Mezepotamiya, Ofîsa Amara û Dar Mezepotamiya ye.
Dîwana Wêjeyê
Komîteya Wêjeyê ya Rojava ku niha navê wê Dîwana Wêjeyê ye; ji hemû nivîskar û wêjevanan re bûye sîwan. Dîwana Wêjeyê ji sala 2016’an li ser bingeha şoreşê ji cîhanê re bi rêya wêjeyê tevdigere. Dîwana Wêjeyê di gelek waran de piştgiriyê dide komîteyên ku ava kirine, dîwan piranî pirtûkên hatine nivîsandin, dinirxîne. Hefteya Wêjeyê ku ev çar sal in tê lidarxistin û biryar e her sal bê lidarxistin, organîze dike. Di Hefteya Wêjeyê ya ku 6 rojan dewam dike beşên çîrok, helbest û romanan tên xwendin û nirxandin. Hefteya wêjeyê di sala xwe ya yekem de li Qamişlo hate lidarxistin, sala duyem Kobanê, sala sêyem li Dêrik û îsal jî di sala xwe ya çaremîn de li bajarê Hesekê hat lidarxistin. Herwiha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê semîner û panel tên lidarxistin. Dîwana wêje karê wan bêhtir girêdayî wêjeya kurdî ye, ji bo ciwanan komxebatên Dîwana Wêjeyê hene. îsal wê 17 pirtûkên bi zimanê erebî û kurdî di pêşengeheka Şehîd Herkol de di bin sîwana Şilêr de were pêşkeşkirin. Di demên pêş de wê pirtîkekê lêkolînê li ser wêjeya zarokan û rexneya wêjeyî çêbikin, herwiha ji bo festîvala Osman Sebrî û festîvalên li Kobanê têne lidarxistin Dîwana Wêje bi wan re dibin alîkar.
Weşanên şoreşê: Şilêr
Weşanên Şîlêr di sala 2017”an de hatiye vekirin. Bi zêdebûna hejmara nivîskarên Rojava re, pêdiviyeke wiha derket holê. Beriya weşanxaneyê pirtûk dihatin weşandin, lê weşanxaneyek ku hemû nivîskaran hembêz bike tune bû. Bi vebûna Şîlêr re bû navnîşana nivîskarên ku bi kurdî dinivîsandin. Ev weşanxane ji bo nivîskaran yekemîn bû. Weşan pirtûkan bi hemû zimanan çap dike weke: Erebî, Kurdî, Turkî û zimanê biyanî. Weşanên Şilêr îsal bi gelek guhartin û projeyên nû derket pêş. Berê navê wê weşanxaneya Şilêr bû lê îsal bû Weşanên Şilêr herwiha logoya wê hat guhartin. Di pêşerojê de jî wê Weşanên Şilêr pirtûkên kurdî wergerîne hemû zimanên biyanî, herwiha wê bi xebatek hevkar bi Dar Mezopotamya re 7 pirtûkên hevkar bi hemû zimanan li Şamê çap bikin.
Mezopotamya Wergerê
Mezopotamya ya Wergerê di sala 2014”an de hate avakirin, di destpêka avakirina wê de wê werger ji saziyên din re dikir, weke rapor û rêzikname werger dikirin. Lê ji 2019”an de û pêş de dest bi wergera pirtûkan kir, di salê de ji 10 heta 15 pirtûkan werger dike, heta niha zêdetirî 40 pirtûkan weger kirine bi zimanê erebî û kurdî. Di pirojeyê wan ên dema pêş de wê 11 pirtûkan werger bikin.
Pirtûkxaneya Amara
Pirtûkxaneya Amara di sala 2018” an de hate damezrandin, bi armanca ku nifşê nû bêhtir bi xwendinê mijûl bibe û xwendin li pêş bikeve. Tê de 4 karmend kar dikin û di pirtûkxaneyê de nêzî 20 hezar pirtûk û 8 hezar sernivîs hene. Pirtûkxane ji hemû kesî re vekiriye, ev pirtûk ji gelek walan in.
Pirtûkên pirtûkxaneyê wiha ne (felsefî, zanistên civakî, roman, helbest, çîrok, lêkolînên wêjeyî), pirtûk bi zimanê erebî, biyanî, bi zaravayê kurdî wekî zazakî û kurmancî ne. Pirtûkxaneya Amara her sal beşdarî festîvala Ş.Herekol dibe û îsal jî wê beşdar bibe. Pirojeyek wan heye ku ew Pirtûkxaneya Amara li Hesekê jî vekin.
Kovara Şermola
Şermola kovareke wêjeyî, çandî, demsalî û serbixwe ye ku bi zimanên kurdî (kurmancî) û erebî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) tê weşandin. Hejmara yekem di 7’ê sibata 2019”an de li Qamişloyê derket û heta niha 26 hejmar derketine. Kovara Şermola her 3 mehan derdikeve, kovar bêhtir balê dikşîne li ser mijarên civakî û çandî. Beşên ku kovar di nava xwe digre ev in: werger, wêjeya jin, çîrok û helbest in.
Dar Mezopotamya
Dar Mezopotamya di sala 2021”an de hate damezrandin, 43 pirtûkin cîhanî çap kirine. Dar Mezopotamya bêhtir balê didin li ser roman, helbest û lêkolînên bi zimanê erebî. Ew gelek kar xebat dane meşandin ji dema damezrandina wan de ku pêşbirkan di lidardixin, herwiha beşdarî festîvalan dibin. Wê di navber Dar Mezopotamya û weşanên Şilêr de 7 pirtûk li Şamê jî bên çapkirin di pêşerojê de, herwiha wê Dar Mezopotamya komxebatekê ji nivîskaran re vekin, herwiha wê bêhtir guh bidin çapkirina pirtûkên zarokan. Dar Mezopotamya yekem weşanxaneya Kurdî ya lîsanskirî ye.






