Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Muzîk ji bo min jiyan e’

05/10/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
‘Muzîk ji bo min jiyan e’
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\Qamişlo

Ciwana Kurd Siyan Nebo bi dengê xwe yê xweş yê mîna sira bayê buharê yê çiyayê Kurmênc mîrateya bajarê Efrînê nûjen dike û diparêze. Siyan Nebo dibêje, “Muzîk û stranbêjî ji bo min jiyan e”.

Di nava zorî û zehmetiyan de gelek çîrokên balkêş tên jiyîn. Tevî koçberiyê û dîtina gelek êş û azaran jineke ciwan a Efrînî bi dengê xwe yê xweş mîrateya bajarê Efrînê nûjen dike û diparêze. Koçberî jê re nebûye asteng ku dest ji hunera xwe berde. Berovajî wê, hunera xwe diparêze û her dem hewl dide hunera welatê xwe bi pêş bixe. Siyan Nebo ya ji bajarê Efrîna dagirkirî bi stranên dengbêjî yên Efrînê hunera bajarê xwe diparêze.

Ciwana bi navê Siyan Nebo di sala 2007’an de ji bajarê Efrînê ji dayîk bû ye. Herwiha Siyan ji heft saliya xwe ve dest bi karê stranbêjiyê kirye. Di derbarê jiyana xwe a hunerî de, hunermeda Kurd a ji bajarê Efrînê Siyan Nebo ji Rojnameya me re axivî.

‘Min zarokatiya xwe li Efrînê derbas kir’

Siyan Nebo anî ziman ku muzîk ji bo wê jiyan e  û wiha got: “Min zarokatiya xwe li Efrînê derbas kir, zarokatiyeke pir xweş û xwedî xeyal bû. Dema ku 10 salî bûm, êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Efrînê dest pê kirin, piştî berxwedana 58 rojan ji neçariyê em koçberî bajarê Şehbayê bûn. Li bajarê Şehbayê em 7 salan man. Di wan salan de me gelek zor û zehmetî kişand, ji ber ku li ser Şehbayê jî gelek êrîş hebûn. Ji neçariyê careke din em koçber bûn, me berê xwe da kantona Cizîrê bajarê Qamişlo.”

‘Bi riya stranbêjiyê mirov dikare hestên xwe parve bike’

Siyan axaftina xwe wiha berdewam kir: “Dema ez li bajarê Efrînê bûm, di temenê 7 salî de tevlî xebatên çand û hunerê bûm, lê min nizanî bû çand û huner çi ye, tenê min digot dengê min xweş e gerek ez tevlî xebatên çand û hunerê bibim. Piştî ku em koçberî bajarê Şehbayê bûn min xwe di warê çand û hunerê de bêhtir bipêş xist. Ji bo ku em li hemberî êrîşên dewleta Tirk serî rakin,  me xebatên xwe yên hunerî bi pêş xistin. Ji ber ku xebatên hunerê jî sekneke mezin dixwaze li hemberî dijmin. Ji ber wê jî em bi hêz in em ê bêhtir hunera xwe bi pêş bixin. Di heman demê de, muzîk û stranbêjî ji bo min jiyan e, ji ber bi riya muzîkê re mirov dikare hestê xwe parve bike. Di heman demê de, bi riya stranbêjiyê mirov hestên ku jiyan dike, derdixe holê.

Min bi taybetî karê hunerî hilbijart ji ber ku min xwe di wir de dît. Armanca min bi hunerê ew e ku em mîrateyên bajarê xwe winda nekin û mayînde bikin. Di xebatên xwe yên çand û hunerê de ez beşdarî gelek mîhrîcan û şahiyan bûme û fêrî gîtar û tembûrê dibim. Dixwazim di pêşerojê de di aliyê hunerê de bêhtir xwe bi pêş bixim û hunerê bi nifşên pêşerojê bidim naskirin. Ez ji her ciwanî re dibêjim bila werin tevlî xebatên hunerê bibin û tiştek ji wan re nebe asteng. Bila gotinên civakê li wan bandorê çênekin em bi hev re bi deng û xebatên xwe hunera xwe biparêzin.”

 ‘Piştgiriya herî mezin Şoreşa Rojava bû’

Siyan Nebo da zanîn ku malbatê piştgirî dayê ku tevlî qada muzîkê bibe û wiha pê de çû: “Yên ku di destpêkê de piştgiriyê didin malbat û hevalên te ne, lê belê piştgiriya herî mezin Şoreşa Rojava bû ku bi pêşengiya jinan hat lidarxistin û gelek derfetên kar ji jinan re afrand û jin bûn xwedî îrade, dikaribûn maf û hunera xwe biparêzin. Ez jî yek ji wan jinan bûm, bi piştgiriya şoreşê min kar û xebatên hunerê kir û hunera xwe parast. Li Şehbayê gelek zehmetî hatin kişandin ji ber ku em negihîştibûn asta em bikaribin koman ava bikin û xebatên hunerê bi pêş bixin lê tevî wan zehmetiyan me kar û xebatên xwe berdewam dikirin.”

Hunermeda Kurd a ji bajarê Efrînê Siyan Nebo axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Banga min ew ku her kesê xwedî xewin û xeyal bin, xwe li pêş bixin. Ji bo vê yekê pêwîst e ku asta têkoşîna xwe xurtir bikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.