Dîlan Mulhim\Qamişlo
Şêwekar Serfiraz Hûcê ev çar mehin dest bi karê hunera şêwekariyê kirî ye, herwiha Serfiraz Hûcê diyar kir ku karê hunera şêwekariyê jêhatbûna wî bû.
Şêwekarê bi navê Serfiraz Hûcê di sala 1996’an de ji bajarê Amûdê ji dayîk bûye. Ev çar mehin dest bi karê şêwekariyê kirî ye. Ji ber hezkirina wî ji karê hunera şêwekariyê re wî, ev kar di jiyana xwe de hilbijart.
Di derbarê kar û xebatên hunera şêwekariyê de, şêwekarê ji bajarê Amûdê Serfiraz Hûcê ji Rojnameya me re axivî.

‘Ev çar mehin min dest bi karê şêwekariyê kirî ye’
Serfiraz Hûcê anî ziman ku ev çar mehin wî dest bi karê şêwekariyê kirî ye û wiha got: “Karê hunera şêwekariyê jêhatbûna min bû, ji ber ku ez di karê hunera şêwekariyê de pir zîrek im. Dema ez biçûkbûm, hezkirineke min a mezin ji karê şêwekariyê re hebû. Hin caran li dibistanê min li ser textan xêz dikir û hevalên min bi tevahî, digotin ku ev tiştên ku tu li ser textan hêz dike pir xweşikin. Herwiha malbat piştgirî da min ku ez karê hunera şêwekariyê bikim, di malbatê de xal û apên min şêwekarin. Di heman demê de, peykerên jin û kaweyê Hesinkar bi destê wan hatin çêkirin. Ji ber hezkirina min ji karê hunera şêwerkaiyê re, min ev kar di jiyana xwe de hilbijart”
‘Karê şêwekariyê ji bo min aramiya can e’
Serfiraz Hûcê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Min jêhatbûna xwe ya hunera şêwekariyê di 15 saliya xwe de keşif kir. Lê di wê demê de, min karê hunera şêwerkariyê nekir, ji ber rewşa min ya xwendinê. Di haman demê de, min xwendina xwe bi dawî kir, hem jî niha ez karê xwe yê hunera şêwerkariyê dikim. Karê hunera şêwekariyê ji bo min aramiya can e, ji ber ku dema ez li ser textan xêz dikim, ez pir kêfxweş dibim. Amûrên şêwekariyê ez bi xwe çêdikim, bê ku ez ji bazirganan bikrim. Ez piranî textê siwêdî bi kar tînim. Her parçeya ku ez çêdikim, ez du rojan li ser kar dikim. Her parçeyek mesrefa wê 15 heta 30 dolarî ye.”
Şêwekarê ji bajarê Amûdê Serfiraz Hûcê da zanîn ku ew zêdetir parçeyên ku muzîkê îfade dike, çêdike û wiha bi dawî kir: “Ez alên Kurdistanê jî li ser textan xêz dikim, ji ber ku gelê me zêde alên Kurdistanê dikrin. Herwiha ez gelek hewldanên xwe dikim ku ez di karê xwe de bi pêşbikevim. Di heman demê de, ez ê di meha 10‘an de tevlî pêşengiha Desteya Çand û Hunerê bibim. Ez ê di dema pêş de, ji bo xwendekaran perwerdeya hunera şêwekariyê vekim.”







