Ayşa Silêman/ Dêrik
Endamên Hunergeha Welat ji Rojavayê Kurdistanê berê xwe dabûn Başûrê Kurdistanê da ku beşdarî Konsêrta Zanîngeha Emerîkî bibin, vegeriyan Rojava. Hevseroka TEV-ÇAND’ê Sumeya Mihemed da zanîn ku ew serbilind in bi tevlîbûna hunergehê ji konsêrta Zanîngeha Emerîkî re.
Endamên Hunergeha Welat ku hijmara wan 30 kes bûn 10 jin û 20 xort hatibûn vexwendin da ku tevlî Konsêrta Zanîngeha Emerîkî li bajarê Silêmaniyê bibin. Di konsêrtê de him şano, stran, mûzîk û kovend pêşkêş kiribûn, îro jî piştî bidawîbûna konsêrtê careke din vegeriyan Rojavayê Kurdistanê.
Di derbarê tevlîbûn û moralê endamên hunergehê di konsêrtê de hevseroka TEV-ÇAND a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sûmeya Mihemed û Endamê Koma Cûdî Hacî Mûsa ji rojnameya me re axivîn.

‘Vexwendina me cihê serbilindahiyê bû’
Hevseroka TEV-ÇAND a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sumeya Mihemed diyar kir ku vexwendina wan ji bo konsertê cihê serbilndahiyê bû û wiha got: “Ev cara yekem bû ku em tevlî konserteke bi vî rengî dibin, me xeyal nedikir ku wê bi vî awayî derbas bibe. Îro em hestekî pir cûda jiyan dikin ku me karî em çand û hunera xwe pêşkêş bikin. Gelê bajarê Silêmaniyê bi hestekî geş pêşwaziya me kirin, gelê wir gelekî berxwedêr bû bi hunera xwe ve girêdayî bû. Kar û xebat di nav danûstandinan de hat kirin û me wek plan danî pêşiya xwe ku di demên pêş de em û wan bi hev re projeyan çêbikin. Ev gavek serkeftî bû bi taybet ji bo hevalên jin, ji ber ku li gel wan qutîbûnek heye di milê jinê de, lê piştî vê konsêrtê dema herkesî sekna jinê li ser dikê dît, ketin wê ferqê de û kêfxweşiya xwe nîşan dan.”

‘Hêviya me ew e ku sînor rabin’
Endamê Koma Cûdî Hacî Mûsa destnîşan kir ku hêvî ew e sînor di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de rabin û wiha got: “Ji bo me cihê serbilindahiyê ye ku em hatin vexwendin da ku em tevlî konsêrtê bibin. Bajarekî wek bajarê Silêmaniyê pêwîstî heye ku herkes serlêdana wê bike ji ber ku bajarê rewşenbîra ye, qedrê ku dayîn me neyên pesindan. Hêviya me ew e ku ev sînor di navbera me de rabin û em bikaribin hertim serlêdana hev bikin û çand û mîrasên xwe bi hev bidin naskirin”.






