Hemza Sêvo/ Qamişlo
Zarokên ku di Peymangeha Orkêstra de xwe fêr dikin dest nîşan kirin ku mamosteyên muzîkê wan bi rêbazekî hêsan fêrî amûrên muzîkê dikin, hem jî piştgiriya wan dikin da ku hîn bêtir xwe di warê muzîkê de li pêş bixin.
Peymangeha Orkêstra Rojava ya Zarokan di sala 2016’an de hate avakirin, ew girêdayî Desteya Çandê ya kantona Cizîrê ye. Ev peymangeh bi rêbazekî nûjen zarokan fêrî stran û hemû cûreyên amûrên muzîkê dike.
Amûrên ku zarok li ser wan tên fêrkirin nêzî 16’an e, ji wan jî tembûr, sêtêl, viola, erbane, keman sentore, ûd, kilarînêt û hwd…
Di Peymangeha Orkêstra de 8 mamosteyên pispor ên fêrkirina stran û muzîkê hene û ew nêzî 50 zarokên ku temenê 8 salî heya 18 salî ye bi awayekî rojane fêr dikin.
Ilyan Hemo, Baran Cumaa û Sîlva Cemo sê zarok in ku li ser amûrên muzîkê ji hêla peymangehê ve tên perwerdekirin. Derbarê hunera muzekjeniyê Ilyan, Baran û Sîlva ji rojnameya me re axivîn.
‘Ji 10 saliya xwe ve min rahiştiye defê’

Ilyan Hemo dest nîşan kir ku wê ji 10 saliya xwe ve dest bi jenandina defê kiriye û wiha got: “Ez Ilyan Hemo, ji Qamişlo me, temenê min 12 salî ye. Ji ber ku min gelekî ji muzîkê hez kir, dema ku temenê min 10 salî bû bavê min defek ji min re anî. Herwiha berî salekê ez tevlî perwerdeya defê bûm li Navenda Orkêstra. Ez perwerdeya xwe ya dibistanê didomînim û hem jî perwerdeya defê dibînim. Wekî tê zanîn niha bêhnvedana xwendinê ye, ez dema xwe ya vala bi muzîkê derbas dikim, lê dema ku dibistan dest pê dikin ez dema xwe bi rêxistin dikim da ku bikaribim hemahengiyê bixim navbera muzîk û xwendinê. Mamosteyên me bi rêbazekî hêsan me fêrî lêdana amûran dikin û gelekî bi me re alîkar in. Berî salekê ez ne bisporbûm di jenandina amûra defê de, lê di roja îro de heya radeyeke baş ez defê bi kar tînim. Hunermend û muzîkjenê ku ez jê hez dikim, Mehmûd Berazî ye, ew dibe apê min û ez dixwazim bibim mîna wî.”
‘Xewna min e ku bibim muzîkjenekî navdar’

Baran Cumaa anî ziman ku xewna wî ew e ku bibe muzîkjenekî navdar li ser asta Kurdistanê û wiha domand: “Ez ji bajarê Qamişlo me, di sala 2013’sn de ji dayik bûme. Di 5 saliya xwe de min gelekî ji muzîkê hez dikir, rojekê ez çûm ahengeke hunerî û ez bi muzîkê ve hatime girêdan. Ev sê sal in ku ez tevlî Navenda Orkestra Rojava ya Zarokan bûme. Di destêkê de min xwe li ser amûra tişêlo fêr dikir, lê paşê min amûra defê bijart. Em roja yekşemê perwerdeya xwe ya defê dibin û li mal jî xwe perwewerde dikin hem jî dibistanê didomînim. Li dibistanê jî waneyên metriyala muzîkê tên dayîn, lê guhdaneke mezin bi hunera muzîkê ya kûr nayê dayîn. Bi dirêjahiya salekê ez baş fêrî defê bûm, carcaran ez şûna mamoste digrim û hevalên xwe perwerde dikim. Di dema heyî de astengî dernakevin pêşiya min, lê di rojên pêş de tekez e ku wê çêbibin û ez ê jî wan derbas bikim da ku bibim muzîkjenekî navdar li ser asta Kurdistanê.”
‘Xwesteka min ew e ku gîtarê bijenînim û stranan bêjim’

Sîlva Cemo da zanîn ku hêviya wê ew e gîtarê bijene û pê re stranan bibêje û wiha qedand: “Ez di sala 2010’an de li Helebê ji dayik bûme û ji Efrînê me, piştî dagirkirina Efrînê û bi darê zorê em ji warê xwe hatin koçberkirin, ez û malbatê hatin Qamişlo. Ev salek û nîv e ku têm Peymangeha Orkêstra. Hemû amûrên muzîkê zehmet in ku mirov xwe fêr bike, gîtar jî wiha ye, lê eger vîn û xwesteka mirov hebe ew ê fêr bibe. Min gelekî zehmetî dîtin di destpêka ku min rahişt gîtarê, lê min xwe li pêş xist, niha bi hêsanî gîtarê dijenînim, xwesteka min ew e ku stranan li gel gîtarê bibêjim. Ez gelekî ji hunermend Dîno hez dikim, ji ber wê jî stranên wî dibêjim û pêre gîtarê dijenînim. Ez niha xwe fêrî lêdana defê jî dikim, li aliyê din jî ez xwendina xwe berdewam dikim, ez dema xwendinê û rahênanan li ser gîtarê jî dikim. Em weke malbat bi giştî ji muzîkê hez dikin, em çar xuşk û bira ne, em hemû li amûrên muzîkê didin.”






