Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şêwazê şerê cîhanî yê sêyemîn!

01/10/2025
in POLÎTÎKA
A A
Şêwazê şerê cîhanî yê sêyemîn!
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed Xanim

Teşeya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn di lêkolînên stratejîk û jeopolîtîk de mijarek  herdem xwe dûbare dike. Ev şer, ger biqewime, dê ji ber pêşketinên teknolojîk, guhertinên di hevsengiya hêzê de,  pirsgirêkên avhewa û aborî ji du şerên cîhanê yên berê cuda be.

Ji dawiya Şerê Sar yê di sala 1991’an de, cîhan ketiye serdemeke hevsengiya ne aram ku pêşbaziya di navbera hêzên mezin (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Rûsya û Çîn) de di gelek waran de zêde dibe; wekî leşkerî, aborî û sîberanî. Gelek lêkolîner bawer dikin ku şerê cîhanî yê sêyemîn, ger derkeve holê, dê dijwar û piralî be, herwiha wê ji modelên şerê kevneşopî(Teqlîdî) pir  cudatir be.

Wekî em dizanin, 9 welatên cîhanê xwedî çekên nuklerî ne, li cem van welatan zêdetirî 13 hezar serikên şer yên nuklerî hene. Hêzên cîhanî yên xwedî çekên nuklerî di destpêka her pevçûnekê de bikaranîna rasterast a çekên nuklerî ne mimkûn dibînin, lê eger rêgirtin û kanalên danûstendinê yê stratejîk di navbera wan de hilweşin, ihtîmala bikaranîna çekên nuklerî zêde dibe.

Lêkolînên dawî nîşan didin ku êrîşên sîbranî dikarin beriya pevçûnên leşkerî yên teqlîdî werin kirin û binesaziyên girîng ên wekî enerjî, av û ragihandinê hedef bigirin. Ev êrîş dikarin welatekî bi tevahî têk bibin, ji ber ku di sedsala bîst û yekê de şerê sîbranî bû xwedî qadeke şer a pir berfireh e.

Di heman demê de hişê jêkirî jî di warê leşkerî de, bi taybetî di pergalên diron, balafirên bêmirov û çekên jixweber dixebitin de, bi lez pêş dikeve. Ev hêza elektironîk dikare bibe sedema derketina şerên elektoronîk ku xetera windakirina jimarên zêde ji mirovan bi xwe re bîne. Tê çaverêkirin ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi awayekî rasterast wekî şerê teqlîdî nebe. Berevajî vê, ew ê bi îhtîmaleke mezin şerekî tevlîhev be ku tê de şerê teqlîdî û sîbranî bi hev re bê meşandin.

Li gorî şîrovkarên leşkerî Ihtmaleke mezin heye ku destpêkê herêmên wekî Rojhilata Navîn, Ewropaya Rojhilat û Deryaya Başûrê Çînê bibin qadên ceribandinê ji bo van şêwazê şeran. Li aliyekî din li gorî Desteya Navdewletî ya Guherîna Avhewayê (IPCC) guherîna avhewayê dê metirsiya pevçûnên li ser çavkaniyan, bi taybetî av û enerjiyê, zêde bike. Gelek lêkolîneran ewlehiya avhewayê wekî ajokerek sereke ya pevçûnên pêşerojê hesibandine. Lê heta niha tevî ku nîşaneyên mezin yên destpêkirina Şerê cîhanî yê sêyemîn li dû hev derdikevin holê, girêdana navbera hêzên mezin û berjewndiyên wan yên hevbeş li pêşiya ketina cîhanê ber bi şerekî giştî ve dibe astengiyeke mezin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.