Esma Mistefa/Qamişlo
Ji Navenda Kurdî ya Lêkolînan Dr. Tarik Hemo destnîşan kir ku zihniyeta Colanî olîgraşî û cîhadîste ku temenê wê ne dirêj e û got, “Hikumeta veguhêz rewşa parçekirina Sûriyê qebûl kiriye û dixwaze bi destê Tirkiyê Rêveberiya Xweser têk bibe”.
Hikumeta veguhêz di Sûriyê de tu gavavêtin û guhartinên ji bo çareseriya van pevçûnan qebpl nake, berûvajî wê parçekirin û dagirkeriya xaka Sûriyê ji aliyê dewleta Tirkiyê ve qebûl dike, lê demokratîkbûyîna Sûriyê qebûl nake. Girêdayî vê mijarê ji Navenda Kurdî ya Lêkolînan Dr. Tariq Hemo bersiva pirsên Rojnameya me dan û hevpeyvîn wiha bû.
-Gelo çi cudabûna hikumeta veguhêz a Sûriyê ji rêjîma Bass a berê heye. Ji bilî komkujî û kiryarên dij mirovî gelo ji gel re tu guhartinên erênî pêkaniye yan na?

Weke ku tê zanîn hikumeta veguhêz bi oparasyoneke leşkerî hat ser desthilatdariyê, ne ku hat hilbijartin û bû desthilatdar. Cudabûna wê ji hikumeta berê nîne. Ew olîgraşiyeke, hêzeke ji çend kesên destnîşankirî pêk tê ku ew hêz dixwazin desthilatdariyê bigrin destê xwe de. Vê yekê jî em di Ehmed El-Şera de dibînin ku ew xwe weke serok dibîne, herwiha birayê xwe yê din wezîrê aboriyê ye, birayên wî yên din jî di wezaretê de cih digre ku dema Ehmed ElŞera nîn be ew civînan bi rêve dibe. bi cewherî hemû dezgehên dewletê ji aliyê xwe ve birêve dibin.
Di aliyê din de jî rêxistina wê heye HTŞ’ê ku rêxistinekî cîhadîst e û ji gelek kesên cîhadîst yên biyanî pêk tê. Di van neh mehan de bi sedan komkujî pêk anîn, li Berava Sûriyê li dijî Elewiya, li Şamê li dijî Xiristiyana, her wiha li Siwêda li dijî Durziyan komkujiyên dijmirovî pêk hatin. Herwiha hewil da beşên din yên civakê li hember hev bikarbîne, Sunî li hember Elewiyan, birêxistinkirina Eşîran li hember Durziyan. Di heman demê de li dijî gelê Kurd heman zihniyeta berê ya rêjîmê dide meşandin. Bi tu awayî hebûna gelê Kurd di Sûriyê de qebûl nake. Herî dawî Kurdan bi Tirkiyê û Îraqê dide gef xwarin. Di pênasekirina vê desthilatdariyê de mirov dikare bêje tu rengên netew, pêkhate, ol, bawerî û civakan qebûl nake. Dixwaze welatekî girtî, tarî yek reng bide avakirin ku tu rengê demokrasî û gelan tê de nîn be.
-Hikumeta veguhêz dagirkirin û parçekirina xaka Sûriyê ji aliyê hêzên herêmî û bi taybet jî dewleta Tirk qebûl dike, lê demokratîkbûna Sûriyê qebûl nake, sedma vê yekê çi ye?
Di destpêkê de divê em pirs bikin gelo hikumeta veguhêz rast axa Sûriyê û gelê wê diparêze, gelo siyaseta wê Sûriyê parast yan parçekir? Hikumeta heyî bi komkujiyên ku li dijî gelê Elewî û durzi pêkanîne, herwiha zimanê gefê yê ku li hember Rêveberiya Xweser bikar tîne, Sûriyê ji hev du dixe û ber bi perçebûneke mezin ve dibe. Wan hişt ku niha Durzî behsa serxwebûnê bikin, herwiha elewî xwe birêxistin bikin û doza fedraliyê bikin.
Di heman demê de siyaseta wan bi Tirkiyê re nehatiye guhertin, tevî ku Tirkiyê gelek herêmên Sûriyê dagirkiriye û guhartina demografîk pêk aniye. Rûxmî vê jî ev herêm nabin mijarên hikumeta veguhêz ku gelê wan herêman bi darê zorê hatine koçberkirin û siyaseta dagirkeriya Tirkiyê qebûl kiriye. Ev tê wateya ku hikumeta heyî rewşa parçekirina Sûriyê erê kiriye û hê jî bi siyaseta xwe ya înkarkirina nasnameyan, neqebûlkirina demokrasiyê û neqebûlkirina forma Rêveberiya Xweser Sûriyê parçe dike. Ji ber vê yekê em bi rihetî dikarin bêjin siyaseta vê hikumetê, Sûriyê parçe dike. ji derveyî vê siloganên ku dibêjin em yekîtiyê dixwazin û hwd ev hemû ne rastin. Ev hikumeteke olîgarşiye û desthilatdariyê esas digre. Ji ber wê niha hewil dide suniyan birêxistin bike, sor bike û radîkalîze bike ku bi rêya Suniyan li dijî hemû pêkhateyên Sûriyê komkujiyan pêk bîne.
-Rûxmî hemû hewildanên Rêveberiya Xweser a danûstandin û peywendiyan ji bo avakirina Sûriyeke ne navendî, lê hikumeta heyî bi berpirsyariyeke cidî nêz nabe û mijara entegrasyonê berûvajî digre dest û dixwaze her tiştê ku pêkhatî ji holê rake. Gelo ger wisa berdewam bike wê pêşeroja Sûriyê ber bi ku ve biçe?
Hikumeta veguhêz di aliyê pêkanîna rêkeftina 10’ê Adarê de ne cidî ye. Dixwaze hevgirtina di Bakur û Rojhilatê Sûriyê û QSD’ê de, ji hev bixe. Hewil dide nasnameya Kurdan tu carî qebûl neke. Vê yekê jî bi taybet bi destê Tirkiyê dike ku her dixwaze herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikevin bin dagirkeriya Tirkiyê de û bi wê re cîhadîstên xwe derbasî vir bike û giştî destkeftiyên herêmê bixe di bin serweriya xwe de. Yanî xeyal û zihniyeta ku di serê hikumeta heyî de ev e, ne çareserkirin û bi hev re jiyankirine.
Di van mijaran de rast nêz nabin, heger derfet di aliyê leşkerî de di destê wan de çêbibe wê êriş jî bikin. Lê baş dizanin ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne weke herêmên Beravêne û binkeftina wan di vir de misoger e. Ji ber wê jî hewil didin bi rêya sextekariyê dixwazin Kurdan û Xweseriyê qels bikin.
Dasthilatdariyeke ku niha dev ji ax û gelê Sûriyê berdaye. Peymana ku bi Israyîlê re îmzekiriye ku sê parêzgehên Sûriyê dest jê berda, herwiha serê xwe li hember Trikiyê datîne û bi welatên Ereban re bazaran dike. Hikumeteke bi vî awayî helbet wê temenê wê ne dirêj be. Di nav desthilatdariya olîgraşî de, em dibînin ku gelek kesayetên bi nav û deng di nava Suniyan de xwebirêxistin kirine û li dijî wê radibin. Herwiha ji bajarên mezin jî li dijî komên cîhadîst nerazîbûn heye, ev tê wateya ku di nava Suniyan de jî nerazîbûn û xwepêşandan hene.
Tişta ku niha tê xwestin QSD’ê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên din re yekîtiya xwe xurt bikin, herwiha li hember vê desthilatdariyê tu tawîzan nedin. Ji ber temenê vê desthilatdariyê di Sûriyê de, kin e.






