Can Yûsif
Hunermend Hacî Mûsa Dengê Çemê Dîcle û parêzvanê kelepora kurdî. Hunermendên kurd yên hemdem û welatparêz, ew parastvanên rasteqîn in ji bo nasnameya neteweyî ya kurdî û bîra wan ya zindî ne, bi deng , awaz û stranên xwe, mîrasa çandî, nasnameya neteweyî parastin û zimanê kurdî veguhastin bo nifşên pêşerojê, wan hunera xwe kir pirek ku tê de hest û hîsên neteweyî di her parçeyê Kurdistanê de yek dike, wan isbat kir ku huner ne tenê vegotinek bedewî ye, lê kiryarekê berxwedan û hêmaneke ku paşerojê bi dema niha û pêşerojê ve girêdide.

Di vê çarçoveyê de, Hunermend Hacî Mûsa yek ji girîngtirîn dengên resen derkete pêş, wî da ser milê xwe barê parastina nasnameya neteweyî û berevaniya nirxên kurdî bi rêya stran û muzîka xwe ku hêza wan ji xakê, bîra gelêrî û dîroka kevnar a gelê xwe werdigirt. Hunermend Hacî Mûsa kurê Çemê Dîcle ye ku bi hîs û hêz rêya xwe di nav çiya û deştan de vedike da ku axa Kurdistanê av bide, ew ji pîrdanka gundê Zihêrîyê ya ku tije jiyan derketiye, ew yek ji gundên sînorî yên devera Dêrikê ye ku dikeve sêkoşeya sê parçeyên Kurdistanê (Bakur, Başûr û Rojava).
Ev herêma ku bibû navendeke kelepûr û çanda kurdî ku li wir folklora Botanî ya kevnar, kultûra Koçerî ya resen û kevneşopiya Behdînî ya bêhempa tê tevlihev kirin, ya ku xemlandî bû bi nirxên neteweyî û mirovahiyê û di serdemên dirêj de bibû dîdargeha hunermend û helbestvanên kurd.
Hacî Mûsa di sala 1979’an de li gundê Zihêrîyê yê ku dikeve li kenarê Çemê Dîcle, ji dayîk û bavek kurd ( Elî û Ewniyê) û di nav malbatek kurd a welatparêz û kedkar de hate dinyayê, ji binemalek ku evîndarê xak û azadî û girêdayî bû bi nasname, ax û nirxên resen yên kurdayetî ve, ew yek ji neh zarokan bû (pênc kur û çar keç), ku hemî jî li ser nirxên Kurdayetiya resen û sadebûna jiyanê hatibûn firşikkirin.
Wî zarokiya xwe derbas kir li ser qumên kenarên Çemê Dîcle, li ber pêmayên aşê avê yê kevnar, di nava zeviyên Pembo û bênderên genim ên zêrîn de û di bin sîberên darên Tû û Sipîndaran û li nav kavilên Qesra Reş û şûnwarên mezargeha Keçka Kezî û Bavê Kal de, li wir, çavên wî bi hûrguliyên axê ketin, ku bûne çavkaniya îlhama wî ya hunerî.
Wî melodyên xwe ji bênxweşiya mîrasa kurdî û nebeza xakê û dîrokê û ji stranên şivan û jinan li zeviyan wergirt, herwiha wî ji ava kaniyên zelal yên xwezayê zanistên huner û stranbêjiyê vexwart, ji xumxuma pêlên ava Dîcle û fîrfîra çemê Şemlo yekemîn awazên xwe wergirt, yên ku xwe berdidan giyanê wî de, ji çîvçîva Tilorên li ser darên Bitik, Gez û Gorfên devera Navrok û Meştilê fêrî maqamên muzîka kevneşop a kurdî bû û ji vîzevîza bayên Çiyayê Cûdî û Bêxêrî ruhê strana folklorî ya kurdî wergirt, li wir nîşanên kesayetiya wî ya stranbêjiyê dest pê kir, ji têkildana xwezayê, bîra gelêrî û folklora kevnar bi hevre.
Meylên wî yên hunerî di temeneke piçûk de dest pê kir, dema ku hîn deh sal derbas ne kir bû, ew ji zarokiya xwe ve bandor bû bi jîngeha dewlemend ya mûzîkî ku di himbêza wê de mezin bû ku li nêzî herêmên Botan û Behdînan bû, ew herêma ku folklor di hemû hûrguliyên wê de zindî bû, ew balê dikşîne ser stranên folklorîk û neteweyî yên ku ji hêla hunermendên mezin ên wan deveran ve dihatin pêşkêşkirin, wek (Hesen Cizrawî, Eyaz Yûsif, Ebdulwahed Zaxoyî, Ebdulazîzê Semê, Mela Xelîl û Îbrahîm Bane Qeserî), ev hunermendan ji bo wî mîna ronahiyên ilhamê bûn, ji wan ruhê stranên folklorî û neteweyî wergirt, bi riya dengên wan di dilê wî de nirxên nasname û xwecîtiyê hatin çandin da ku di hundirê wî de tovê yekem a hunera resen şîn bide.
Hacî Mûsa dest bi stranbêjiyê kir li pêşberî malbat û hevalên xwe, di ahengên piçûk de, dengê wî yê germ û xweş ji aliyê hemû kesan ve hate hezkirin û pejirandin, evê yekê bawerî da wî ku di şevbuhêrkên gundan de xuya bibe, li wir dest bi pêşkêşkirina stranên folklorîk kir bi ruhekî rast û girêdayî xakê ve, ew şevbuhêrk bûn yekemîn mimbarên rastîn ên wî, ku di rêya wan nîşanên kesayeta wî ya hunerî hêdî hêdî dest pê kirin. Bi zêdebûna tecrube û belavbûna navê wî, ew ji nav çarçoveya piçûk derket û ber bi qadek fireh ve çû, êdî ew hate vexwendin ji bo vejîna dawet û ahengan di gundên derdorê xwe, êdî dengê wî diherikî dilan, berî ku guh bigihîje û stranên wî veguherin tabloyên zindî di bîra gelê kurd de, piştî ku hişmendiya xwe ya hunerî û hinêra xwe pêşxist, kariyera wî ya hunerî di sala 2002’an bi awayekî berfireh bi koma Mîran re destpêkir, ku bi wê re beşdarî vejîna konser û dewatên gelêrî li herêma Dêrikê bû.
Hunermend Hacî di sala 2006’an de zewicîye, ew bavê çar zaroka ye (sê kur û yek keç), ew zarok bûn nebeza dilê wî, çavkaniya germî û ilhama wî, wî di nav wan de xêzên dilovaniyê vehûnandin û hevsengî dikir di navbera vedenga stranê û dilsoziya bavtiyê de, di navbera cîhana hunerî û germiya jiyanê de .
Dema ku Şoreşa Rojava di sala 2011’an de destpêkir, Hacî biryar da ku hunerê li aliyekî bihêle û di rêzên pêşîn de cih bigire ji bo parastina ax û gel xwe, wî dev ji stranbêjî, dawet û şevbuhêrkên gundan berda û banga welat pêkanî. Di rewşên herî zehmet û dijwar de, ruhê xwe danî li ser kefa destê xwe û gihişte Hêzên Parastina Sînor. Bi bawerî bû ku erka neteweyî li ser her tiştî re ye, wî qilêş hilgirt da ku ax û şerefa xwe ji hêzên çekdar biparêze û bi vî rengî wî wêneyên rastîn ên xweparêziyê û pabendiya bi nirxên kurdayetî ve destnîşan kir û bawer dikir ku hunera rastîn pêşî ji dilsoziya bi xakê re dest pê dike.
Di dawiya sala 2013’an de, Hacî Mûsa tevlî koma Cûdî bû da huner û dengê xwe bike xizmeta gel û doza wî de, û li pêşberî hemû hewldanên çewisandin û ji bîrkirinê rawestiya ,wî dixwest ku dengê xwe bike minberek ku hêviyê di dilan de vejîne û gelê xwe şiyar bike ji bo ku li dora Şoreşa xwe kom bibe û bibe bangekî piştevanî ya rastîn ku piştgiriya şervanan li eniyên şerên germ bike.
Ew bi koma Cûdî re beşdarî bi dehan şevbuhêrkên stranbêjiyê, şahiyên neteweyî û helkeftên niştimanî bû, hebûna wî di festivalên hunerî û Cejnên Newrozan de balkêş bû, şêwazê wî bû peyamekî rûmet û hêvî, ku gel kom dike li dor nirxên neteweyî û baweriya serkeftinê di dilê wan de diçîne, herwiha ew bi koma Cûdî re beşdarî tomarkirina bi dehan stranên şoreşgerî û neteweyî û çêkirina Vîdyo klîbên muzîkî, da ku bibe dengê piştgiriya Şoreşa Rojava û piştevanê Yekîneyên Parastina Gel û Jin di eniyên şerê de.
Berhemên wî bi rengekî berfireh di nav girseya gel de belav bûn, ji ber ku di nav xwe de peyamên hêvî û berxwedanê hildigirtin.
Ji nav wan stranên herî navdar ku şopek kûr di dil û hestên gelê de hiştine:
1-Şervano
2- Jîna Emînî
3-Zeriyê
4-Tola Sala
5- Tîna Çiya
6-Nifişta Gerîla
7- Kurdistan
Ev stran bûn wekî nebeza şoreşê û dengê wê ya kûr, ku qonaxên wê belgekirin û nirxên neteweyî di dilên gel de bi cih kirin, da ku tekez bike ku huner dikare dengê berxwedanî bi hêz û bandor bike. Di dema rêwîtiya xwe ya hunerî de, hunermend Hacî Mûsa gurzek ji stranên şoreşgerî û neteweyî pêşkêş kir, çi bi koma Cûdî re an jê di berhemên xwe yên kesane de, wî ji bo şoreşê, welat û azadî, ji bo şervan û şoreşgeran, ji bo evîn û hesretê, ji bo ax û berxwedanê distrand, Stranên wî veguhêrîn tabloyên hunerî yên zindî di bîra gelê kurd re.
Ji nav berhemên wî yên herî navdarên ku bi berfirehî deng dane:
1- Şervano
2- Heftanîn
3- Kezî Zerê
Hacî Mûsa ji destpêkê ve têgihişt ku hunera kurdî ne tenê pîşeyek derbasdare, lê ew berpirsiyariyeke dîrokî û peyamek hebûnî ye, her awazeke ku ew dibêje, hewildaneke ji bo parastina zimanek, bîr û mîrasek ku di xeteriya jibîrkirinêdeye.
Ji ber vê yekê ew ji strana gelêrî û reseniya wê re dilsoz ma û bi tevlîhevkirina di navbera kelepûra stranbêjiya kilasîk, resen û ruhê hemdem de hevsengî afirand û ji nû ve pêşkêş kir bi şêwazekê nû, bê ku wê ji wateya wê ya kevin dûr bixe.
Bi riya stran û muzîka xwe wî mîrateya kurdî û nasnameya neteweyî parast, stranên wî ne tenê awazên derbasdarbûn, lê belê nameyên xweparêzî û hêvîyê bûn, pirek ku di navbera paşerojê, niha û pêşerojê de têne ava kirin û di dilên nifşên nû de hezkirina axê, ziman û nasnameyê diçînin.
Ew bi stranên xwe yê ku ruhê xakê, êş û hêviyên gelê digirin navdar bû û di nav wan de strana balkêş “Şervano” ye ku bû nîşaneke taybetî di rêwîtiya wî ya hunerî de, ew ne tenê stranekî evînî an jî folklorîk bû, lê destaneke wijdanî bû ku têde wateyên wefadarî, hezkirin û rûmet kom bibûn.
Wî peyvên xwe ji jîngeha kurdî ya tije bi çîrokên gelêrî wergirtin, strana “Şervano” nebeza çiyayan, xumxuma çeman û rondikên evîndaran, û stranên daîkan di xwe de hilgirtin, ew bû sembola hunerî ku di dawetan û helkeftên neteweyî de tê gotin û ew bûye mîna sirûdek wijdanî ku ruh û hestên kurdî li hemû parçeyên Kurdistanê yek dike, ji ber ku “Şervano” sînorên dem û deveran derbas dike, ew bûye yek ji sembolên nasname û rûmeta kurdî, ew dê herdem kulayî di bîra nifşan de bimîne, wek şahidê hêza hunerê ku dikare yekgirtina dilan çêke herçend ku sînor hebin.
Wî peyvên xwe ji jîngeha kurdî ya tije bi çîrokên gelêrî wergirt, strana “Şervano” nebeza çiyayan, xumxuma çeman û rondikên evînvanan û stranên daîkan di xwe de hildigre, ew bû sembola hunerî ku di dawetan û helkeftên neteweyî de tê strandin û ew bûye mîna sirûdek wijdanî ku ruh û hestên kurdî li hemû parçeyên Kurdistanê yek dike, ji ber ku “Şervano” sînorên dem û deveran derbas dike, ew bûye yek ji sembolên nasname û rûmeta kurdî, ew dê herdem kulayî di bîra nifşan de bimîne, bi vê mîrateya stranbêjiyê ku wî pêşkêş kir, ew beşdarî festîval û konsertên di hundir û derveyî Rojava bû, bi xwe re hunera kurdî ya resen bi herî bedewiyên wê ve diyar kir.
Bi saya dilsoziya xwe ji hunerê re û girêdana xwe bi nasnameyê ve, wî cîhê xwe wek yek ji girîngtirîn dengên hemdem yê kurdî sazkir. Hecî Mûsa hîn jî di xurtbûna dayîn û afirîneriya xwe de ye û û dê her tim di dilan de bimîne, dengek ku qet wenda nabe û mirovek parêzvanê nasnameya kurdî û mîrata çandî û semboleke hunermendekî ku huner bi rastî jiya ye û li paş xwe mîrateyek hişyarî û hezkirinê ji bo ax û mirovan hiştiye. Daxwazên min ji bo wî di rêwîtiya wî ya hunerî de serkeftin, afirandin û geşedanek zêdetir û dengê wî bimîne wekî minberekî hêviyê û parastvana nasnameya kurdî.






