Volqan Elî
Di hefteya seyemîn a meha Îlonê de tiştekî balkêş çêbû! Ya rast ew e, yên heqîqeta Ewropayê dizanin, ev rewş pir bi balkêşî pêşwazî nekirin. Bûyer çi ye?
Tê zanîn. Saziyên rayedar ên eleqadar ên Yekîtiya Ewropayê, derbarê Rêber Apo de qaşo biryara ‘hêviyê’ ku tê zanîn, dubarekirin yan jî taloqkirin. Ji derveyê hûrguliyan, ev dibêje “nabe ku dewleteke bi Yekîtiya Ewropayê re bi şiklekî eleqadar, di nava sînorên xwe de cezayê hetahetayî bide dîlgirtiyên di bin destê xwe de. Divê ev ceza bi 25 salan sînordar be, her dîlgirtî xwediyê wê hêviyê be ku piştî vê demê azad bibe.” Jixwe ev qanûneke darêzê yê Yekîtiya Ewrûpayê ye û di heman demê de Tirkiye jî ne endamê vê saziyê ye. Lê Tirkiye bi YE’ê re peyman daniye ku ew jî girêdayî vê biryarê bibin.
Vaye mijara me jî ev e; YE’ê vê biryara li ser Rêber Apo ne ku nû distîne; heta tê gotin ji 2014’an ve biryareke wê ya wisa heye. Cara yekemîn jî, par bi temamî kiribû rojevê û îsal jî, wekî xwe rezîl bike, ev dubare kir. Wekî me di destpêkê de gotibû, ji bo kes û derdorên hişmendiya dagirker a Ewropa û modernîteya kapîtalîst hinekê nas dikin, bi vê qaşo biryarê zêde neman şaş. Her çendî wisa be jî, li meydanê balkêşiyek heye. Çi ye? Ewrûpa bi vê biryara xwe ya ne ya xêrê wekî ku bixwaze ji Tirkiyê re bêje: “Abdullah Ocalan di rastiyê de dîlgirtiyê min e. Tu tenê gardiyanekî! Xet û sînorê xwe bizane. Di vê mijarê de kêm yan jî zêde her biryarê ez didim. Ma ne min, dema Abdullah Ocala hatibû Ewropa nehiştibû nefes jî bistîne! Min, ew dehf dabû xefika Gladio! Ya din jî, di derbarê vî kesî de bêyî min ti tiştê erênî û neyînî nefikire, ya hê rastir ti tiştî nefikire. Jixwe tu gardiyanekî; heqê te tenê ew e ku tu mifteya zindana İmraliyê di destê xwe de bigirî: ewqas… Dema ez bixwazim ez ê behsa ‘heqê heviyê’ bikim. Eger nexwazim, ez ê çi bikim kêfa min dizane!”
Jixwe ti kes neketiye mejiyê Yekîtiya Ewropa û desteya wê ya wezîran! Wê demê yekê bêje tu çi dizanî Ewropa wisa difikire. Heqê wî/wê heye! Bi rastî mirov nikare tam bizane çi dekûdolab dizivirînin. Çi difiroşe Tirkiye û çi jê dikire! Ji ber ku vê modernîteya kapîtalîst a Ewropayê ji ava çiyayên Olîmposê vexwariye. Xwedayê vî çiyayê neletî Zeus, ji ber ku ji hevsera xwe diheside, wê dadqurtîne. Hevsera wî li Athenaya keça wî ducanî bûye. Lê tesadufî ew zarok-xwedawenda namire. Zeus wê ji eniya xwe diwelidîne. Li gorî çîrokê, Zeus wekî xwedayî neheqî û bêexlaqiyê tê naskirin. Ev ne hema belasebeb e; keçeke wî ya bi navê Persepones a pir xweşik û bedew hebûye. Çima ku pê re (Zeus) damara namûs û fezîletê nebûye, destdirêjî li vê keça xwe ya Xwedavend dike; jê re du zarok çêdibin!
Zeus ku xwedayê zilm û xurufînê ( ji aliyê cinsî ve) bûye, dema welat bi welat di vê oxirê de ji xwe re digere, rastî Xwedavendeke bi navê ‘Ewropa’ (ev Ewropaya me ya îro jî navê xwe ji vê distîne) tê. Bi hezar dekûdolaban wê dixapîne û direvîne çiyayê Olîmpus (çiyayekî mîtolojîk ê Yewnana Entîk). Destirêjî lê dike û di encamê de dibe xwediyê çendîn zarokan. Êdî modernîteya Ewropaya îro ku nêvîçirçirkên Zeûs e, hûn jê re navekî guncaw peyda bikin.
Dibe ku rastiya Ewropayê (modernîteya kapîtalîst) zêdetirê xwe bi çanda Zeusê zalim re eleqadar be. Heta li pêşberê Ewropa, Zeûsê xwedayê xwedayên çiyayê Olîmpusê yê xwediyê namûs (!), wekî ku bi heft avên Zemzemê hatiye şuştin paqij e! Na! Ev gotin qe jî ne neheqiyek e! Çima û çawa? Em ti tiştî li ser zêde nakin, ji derveyê vê mijarê, em li çarenûsa gelên Îranî binêrin.
Ber bi salên 1980’yî ye. Dema li welatê Îranê şoreşa demokratîk pêl bi pêl bilind bû, jixwe ji ber ku berjewendiya Ewropa di Şahê Îranê de nema, yan xwest ku tevgera gelên Îranî, ji xwe re bike berjewendî, destek da tevgera paşverû ya Xumeynî, ew bir li ser çongên xwe, li Ewrûpa hêjand û mêjand û berda canê gelên Îranê. Îro di vê sedsalê de niha bi saya vê desteka Ewrûpa, welatê sekafetê ya hezar salan Îran bû bihuşta paşverûtiyê. Niha jî dikin û nakin, nikarin vê rejîma ceberût hilweşînin.
Dîsa peykerê bêwijdaniyê, rejîma Sedam, tê zanîn ku çekên xwe yên kîmyawî di serî de ji Almanya û dewletên din ên Ewrûpayê peyda kiribû ku karîbû, zêdetirî pênc hezar Kurdî li Helebcê qetl bike! Heman Sedam bi vê (qaşo) sedemê hate îdam kirin. Dema ku me got, vê Ewropayê ji ava çiyayê Olîmpusê vexwariye, vaye maneya wê ew bû! Bi rastî jî dema ku em behsa bênamusî, dekûdolab û fenûfûtên xwedayê zalim Zeus dikin jî em hema ji ber xwe nabêjin. Ma mîtolojiya Yewnan a Entîk me çêkiriye! Na! Dîroka wan bi xwe ye. Hem jî niha kirine bi hezaran pirtûk, ew bi xwe jî em jî dixwînin!
Niha jî em bi rastî bifikirin: Zeusê xwedayê zalimî û neheqiyê, eger rojekê di xewna xwe de nêvîçirçirka xwe ya Ewrûpaya niha dîtibûya, her hal dê bigota “ tu ne ji min î, ma ez ewqas fêlbaz û durû bûm.”






