Dilîn Ehmed/Qamişlo
Endama Rêveberiya Aboriya Kongra Star a Qamişlo Xaliya Necar diyar kir ku Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ji bo serxistina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi erkê xwe yên dîrokî rabûn, lê dewleta Tirk heta niha helwesta xwe diyar nekiriye.
Derbarê pêşveçûnên pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û nêzîkatiyên dewleta Tirk ji pêvajoyê re, endama Rêveberiya Aboriya Kongra Star ya Kantona Qamişlo Xaliya Necar bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn wiha ye:
Piştî konferansa PKKê û merasîma şewtandina çekan, herwiha tevî hemû bangewaziyên navneteweyî heta niha Rêber Abdullah Ocalan azad nebûye, hûn nêzîkatiyên dewleta Tirk çawa dinirxînin?

Piştî zêdetirî 50`î salî ji berxwedan û têkoşîna gerîlayên azadiyê, bê gûman banga Rêber Aop ya çekdayînê bi cî anî, lê ne hat wê wateya ku gerîla nema û têkoşîn bê encam bû, berovajî wê. Ev gaveke dîrokî bû ku armanca jê ew êdî ji bo çareserkirina pirsgirêka gelê Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê bi taybetî li Bakurê Kurdistanê di rêya danûstandina de were çareserkirin. Bi taybetî bi dewleta Tirk re, lê heta niha delewta Tirk ji bo çareserkirina pirsgirêkan tu gavên pratîkî nevêtiye. Ya girîngtir jî ew e ku heta niha Rêber Apo fîzîkî azad nebûye û tecrîd jî berdewam e. Divê di qûnexeke wiha hestiyar de, dewleta Tirk jî gavekê bavêje û gava yekê jî azadiya Rêber Apo ye. Lewra heta ku Rêber Apo azad nebe wê pirsgirêka gelê Kurd jî çareser nebe. Çimkî ji bilî Rêber Apo wê tu kes nikaribe vê pêvajoyê birêve bibe. Bê gûman ne tenê dewleta Tirk divê tevahiya cîhan vê yek bizanibin heta ku em Rêber Apo di nav xwe de azad nebînin heta hemû girtiyên di zindanên dewleta tirk azad nebin, wê ti pirsgirêk çareser nebe. Ji bo ber bi jiyaneke azad û aşîtiyane Rêber Apo banga şewtandina çekan kir, helbet Tevgera Azadiyê jî azadiya Rêber Apo di pêkanîna vê gave de dît. Lê bêdengiya dewleta Tirk nediyarkirina helwesteke wê zelal ji bo birêvebirina vê pêvajoyê, dihêle pirsgirêka gelê Kurd û alozî kurtir bibe.
Kar û xebata gel her wiha kongreyê ji bo azadiya Abdullah Ocalan çi peyamê nîşan dide?
Ji xwe armanca sereke ya xebatên ji bo azadiya Rêber Apo diyare, gel ji cîhanê teva re dide nîşandan ku wê ti carî gelê Kurd herwiha gelê azadîxwaz wê nikare xwe azad bibîne heta ku Rêbertiyê azad nebînin. Lewra azadiya Rêber Apo misogeriya mafê gelê bindest e. Ti kes nikare vê yekê înkar bike ku, ji bilî pirojeya rêveberiyê gel bi çanda xwe jiyan bike. Lewra ev felsefeyek ku mafê hemû gelan tê de tê parastin. Ji bo wê êdî gelê herêmê gihiştiye wê bawerê ku heta Rêber Apo azad nebe gel azad nabe.
Tecrîda berdewam çawa bandorê li moralê tevgera Kurd û bi taybetî jinên Kurdistanê dike?
Ji ber ku ti tevger ti dewleta ti netew mafê jinan ne parastiye mîna ku Rêber Apo parastiye, helbeta berdewamiya tecrîdê bandorê li ser me jinan heye. Lê ev nayê wê wateyê ku em qels bibin, berovejî wê ji bo parastina mafê xwe û têkoşîna ji bo azadiya jinan, em hîn bêtir kar û xebatên xwe pêşdixînin. Li seranserê cîhanê bi taybetî li her çar perçeyên Kurdistanê, ne tenê jinên Kurd niha banga hemû jinên azadîxwaz ew e ku, bi Rêbertiyê re hevdîtinê pêk bîne. Lewra em azadiya xwe parastina mafê xwe yê jiyanê di ramanên Abdullah Ocalan de dibînin. Ji bo wê heta ku em Rêbertiya xwe azad nebînin emê di nava liv û devgerê de bin.
Di vê qûnaxê de ji civaka navneteweyî û rêxistinên parastina mafên mirovan çi tê xwestin da ku piştgirîya doza Abdullah Ocalan bikin?
Bi sala em bang li dewletên navdewletî û rêxistinên parastina mafê mirovan dikin ku, di her civînekê de di her kongreyekê de di her çalakiyeke mirovî de, destê xwe deyîne ser wijdanê xwe û ji bo azadiya Rêbertiyê erkê xwe yê mirovî pêk bîne. Herwiha bi hezara mirovê me li dewletên xwedî rol dijîn, ew jî di rêya lidarxistina çalakiyên cûda, dikarin bibin dengê gelê xwe. Mîna silogana me ya `Bê Serok jiyan nabe` wê her tim banga me jî ji cîhanê ev be ku bê Rêbertiyê jiyane ji me re jî tune ye. Lewra yê ku wê aşîtiyê li Rojhilata Navî tevê bîne keseyet û felsefeya Rêber Apo ye.






