Esma Mistefa/Qamişlo
Çîroka ku ji aliyê Şehîd Nazim Deştan beriya şehîd bikeve de hatibû nivîsandin. Ji aliyê Komîna Fîlm ya Rojava de bi derhêneriya Numan Yigît û Sînaryoya wê Onder Çakar ve hatiye amedekirin û wê di festîvala Fîlman a Navnetewî ya Rojava de bê pêşkêşkirin.
Komîna Fîlm a Rojava çîroka ku ji aliyê Şehîd Nazim Deştan ve hatibû nivîsandin kir fîlm. Fîlm bi sernavê ‘Heval Birako’ ye. Her wiha wê ji bo keda rojnamevan Nazim di Festîvala Fîlman a Navnetewî ya Rojava di 13’ê Mijdara 2025’an de cara yekemîn bê pêşkêşkirin. Heval Nazim Rojnamevan bû ku di rêya Çapemendiya Azad de xwedî ked û dîrokeke bê hempa ye. Şehîd Nazim di dîroka xwe a çapemdniyê de hema bêje li çar perçeyên Kurdistanê xebat daye meşandin.
Derhêneriya fîlmê ji aliyê Nûman Yigît ve hatiye kirin. Çîroka filmê ji aliyê Nazim Daştan ve hatibû nivîsandin û Sînaryoya wê jî ji aliyê Onder Çakar ve hatiye amedekirin.
Kişandina filmê di 7’ê Tebaxa 2024’an de dest pê kir û di 7’ê Cotmeha 2024’an de bi dawî bû. Beriya wê jî mehekî amedekariya kişandinê hatibû kirin. Dema filmê demjimêrek û 53 deqe ye.
Hêjayî bîrxistinê ye ku rojnamevan Cîhan Bilgîn û Nazim Daştan di19’ê Kanûna 2024’an dema karê xwe yê rojnamevaniyê dimeşandin, li ser rêya di navbera Bendava Tişrîn û bajaroka Sirînê de wesayita wan ji aliyê balafireke bê mirov û biçek a dewleta Tirk ve hat bombebarankirin.
Çîroka Fîlma “Heval Birako”

Endamê Komîna Fîlm a Rojava û yek ji lîstikvanê ku di fîlmê de rol girtiye Raman Berzencî ji Rojnameya me re axivî û derbarê fîlmê de wiha got: “Çîroka fîlmê ji aliyê Şehîd Nazim Deştan ve hatibû nivîsandin. Naveroka fîlmê jî, behsa çîroka du birayan dike ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve tên girtin. Her du bira cuda li ser destê DAIŞ’ê tên perwerdekirin. Li ser hişmedniya wan û li dijî gelê xwe şerkirin tên perwerdekirin. Bi taybet yek di aliyê leşkerî de tê perwerdekirin û yê din jî di aliyê îdeolojîk de perwerde dibe. Bûyerên di fîlmê de li derdor şerê DAIŞ’ê di Reqayê de û Gelê Şengalê digere. Her wiha hatibûn gef xwarin ku ger yek tiştekê bike wê yê din bikujin. Bi vî awayî heyanî ku di şer de yek ji wan dikeve nav destê YPG û YPJ’ê û pê re dighînin malbatên xwe”.
Her wiha Raman di berdewamiya axaftina xwe de da xuyakirin ku fîlm li du cihan hate kişandin beşek ji wê li Şengalê û a din jî li Reqayê hat kişandin. Fîlm di 3 mehan de hat amedekirin. Hejmara lîstikvanên tê de zêdetirî 15 lîstikvanan bû. Her wiha hejmarek ji kombarsan tê de hebûn.






