Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ehmed Şera çû seferê dê vegere weke ber ê?

24/09/2025
in POLÎTÎKA
A A
Di avabûnê Civaka Demokratîk de rola hêzên pêşeng!
Share on FacebookShare on Twitter

Argêş Vîyan

Weke tê zanîn serokê vegûhêz yê hikûmeta Şamê Ehmed El Şera û Wezîrê Derve Esed El Şeybanî çûn DYA. Niha em vegerin çîroka bingehîn. Ehmed El Şera di girtîgeha DYA ya herî xeter ya bi navê Guantanmo de girtî bû û bi tometa mirovên herî xeter yên terrorîst. Di serî de DYA û Tirkiye jî di nav de, 11 welatan HTŞ weke terrorîst dibînin û ev xistine listeya terror ê. Em zêde dûr neçin jî qirkirin û komkûjiya li bajarên weke Siwêda û Beravê di bin hinceta weke bermahiyên rejîma Baasê ne, welatiyên Elewî di bin qirkirinê de derbaskirin. Êdî bi zelalî danûstandinan li gel wî dikin û ew qaşo Serokê Sûriyê yê ku piştî 46 salan çûye DYA ye. Gelo guman wisa tê avakirin ji milekî ve tu dibeje xetere û dike terrorîst û ji aliyekê din ve jî fermîyetê dide û wî weke Serokkomar dipejirîn e. Ger fermîyet dide wî tû dibejê “Em qirkirin û komkujiyên li hemberî gelên Sûriyê hatin kirin hemûyan dipejirînin.”Ew komcivîna ku endamekê CIA yê teqawîdbûyî binavê David Petraus de jê re got “Me berê milyar dolar didan ji bona em te bigirin, niha jî tû weke Serok li hemberî meyî.” Gelo ew çava bû bi yek carî dijminên kevin bûn hevalbendên herî baş? Pirsên pir bi guman û nakok in. Tê zanîn armanca herî bingehîn ya çiwîna DYA jî ew e ku qaşo dorpêç û ambargoya li ser Sûriyê bê rakirin e. Gelo ger dorpêç hat rakirin dê komkujî pêk bînîn an jî dema dorpêç rabûn êdî destûra komkujiya gelan bê dayin!! Ger dorpêç rakirin ji bona berjewendî û aramiya gelê Sûriyê be daxwaza bingehîn ya hemû civakê ye. Lê tu ji aliyekê ve dibêje rake û ji aliyekê din ve jî êrîş û qirkirinê pêk tîn e. Gelo serokê hikumeta veguhêz nûnertiya hemû Sûriyê dike dema ku îro berê xwe dide DYA? Ji milekî ve Şara dibêje QSD û Kurd hewildidin Sûriyê dabeş bikin gelo Sûriyê bi rêveberiyeke demokratîk dabeş û parçe dibe, an jî bi qirkirin û komkujiyan? Nêrînên xwe yên derbarê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di komcivînên xwe yên li gel rayedarên DYA dîsa dubare kir. Lê yê ku dagirker xistine axa Sûriyê Ehmed El Şera. Ger ku Kurd parçebûn bingeh girtiban peymana 10’ê Adarê îmze nedikirin. Ji ber wê rayedarên DYA jî ev gotin û hincetên Ehmed Şera zêde bawer nekirin lê pêşwazîya wî kirin. Çi bûye dema Ehmed Şera li Guantamo girtîbûye pêkhatiy e. Encamên çûyinê dê çibibe û vegera Ehmed Şera ya Sûriyê dê çi bê guhertin hîn ne zelal e. Lê tiştekê zelal hey e ku ev çûyina DYA ne li xêra gelên Sûriyê ne. Piştî gefên êrîşên Tirkan li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û di heman demê de jî pêkanîna wan ya hilbijartinên dijî demokrasiyê xuya ye hevdîtinên DYA jî bi heman hişmendiyê tên meşandin. Gelo Ehmed Şera çû DYA dê vegere weke ber ê? Yan dê ji bona komkujiyan deriyên nû veke. Ev pirs hîn nehatine bersivandin û heya tawanbar neyên cezakirin wê bersiva wan neyê dayîn. Ji ber ku bersiva van pirsan dûr û direj in, kengê aramî û ewlehî li Sûriyê pêkhat wê bersiv be ji bona hemû pirsên ku heyanî îro bê bersiv mane.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.