Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Armanca Koma Şehîd Rîhan a Dayîkan parastina kevneşopiya civakê ye’

24/09/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
‘Armanca Koma Şehîd Rîhan a Dayîkan parastina kevneşopiya civakê ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\Qamişlo

Hevseroka Navenda Çand û Huner a bajarê Amûdê Bêrîvan Elî diyar kir ku Koma Şehîd Rîhan a Dayîkan kar û xebatên pîroz dide meşandin û wiha got: “Armanca Koma Şehîd Rîhan a Dayîkan parastina kevneşopiya civakê ye.”

Govend berhema cerbandin û awayê jiyana mirovan a demdirêj e. Berhevbûna çandekê ye ku her dem tê domandin. Di heman demê de, berhemên folklorî  bi hevkariya mirovan a bi sedê salan bi hev re hatiye afirandin.

Di navenda Çand û Huner a bajarê Amûdê de, gelek kom cihê xwe digirin, yek ji wan koman jî Koma Şehîd Rîhan a Dayîkan e. Di nava vê komê de 16 dayik cihê xwe digrin. Ev dayik da ku kevneşopiyên bajarê Amûdê û herêmê winda nebin, her dem di nava kar û xebatê de ne. Herwiha Koma Şehîd Rîhan bi vê rolê dilîze û komeke xweser e. Di vê çarçoveyê de Rêvebera navenda Çand û Huner a bajarê Amûdê Bêrîvan Elî ji Rojnameya me re axivî.

‘Hejimara dayîkên komê 16 ne’

Bêrîvan Elî anî ziman ku armanca bingehîn ji avakirina Koma Şehîd Rîhan a Dayîkan parastina kevneşopiya civakê ye û wiha got: “Koma Şehîd Rîhan a Dayîkan kar û xebatekî pîroz dide meşandin. Herwiha ev kom di hemû şahiyê herêmê de cih digre û bi xwedî rol e. Hejimara dayîkên ku cihê xwe di nava vê komê de digirin 16 ne, ev dayîk ruxmî ewqas astengî û zehmetiyan jî xebatên xwe bê navber berdewam dikin.”

‘Dayîk ya ku filklor û kevneşopiyên civakê di parêze’

Bêrîvan axaftina xwe wiha berdewam kir: “Dayîk ya ku filklor û kevneşopiyên civakê di parêze, li ser vê bingehê me xwest ku komeke xweser a dayîkan ava bikin. Di destpêkê de gelek astengî li pêş berî me derketin, ji ber ku gelek kesan digotin ku çawa ev dayîkên bi temen mezin wê di nava şahiyan de karê hunerî bike û bi taybet dayîkên Kurd. Lê bi serkeftina koma Şehîd Rîhan a Dayîkan ev atengî û zehmetî hatin şikandin. Herwiha bi demê re gel piştgirtiya vê komê kir û rojan e hejimara dayîkan zêde dibû.”

‘Temenê dayîkan ji 30 heta 80 salî ne’

Bêrîvan Elî da zanîn ku temenê dayîkên ku cihê xwe di nava Koma Şehîd Rîhan a Dayîkan de digirin, ji 30 salî heta 80 salî ne û wiha pê de çû: “Di nava Koma Şehîd Rîhan a Dayîkan de gelek dayîkên bi temen mezin hene. Herwiha ev dayîkên bi temen mezin parastina kevneşopiyên civaka xwe dikin. Ev kom li ser tabloya ku rengê kevneşopiya karê destan yên dayîkan dide nîşan, di heman demê de ev kom jî ji hemî civkan re dide nîşan dan ku hîn kevneşopiya dayîkên me zindî ye. Mîna amûra destar, teşî, bêjing û hwd…”

Rêvebera Navenda Çand û Huner a bajarê Amûdê Bêrîvan Elî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “ Di demên pêş de çi festîval û şahî werin lidarxistin, wê Koma Şehîd Rîhan a Dayîkan tevlî bibe. Herwiha ez bi hêvî me ku her kes xwedî li parastina kevneşopiya civaka xwe derkeve û bi taybet jin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.