Dilîn Ehmed/Qamişlo
Şanoger Yûnis Ehmed ji ciwaniya xwe ve heta 67 saliya xwe êşa gelê xwe di rêya kar û xebata xwe ya şanogeriyê de tîne ziman. Yûnis Ehmed dibêje; “Ji bîst saliya ve ez bûm aşiqê karê şano ji ber wê ez heta niha berdewam dikim. Herwiha armanca min jê ew e ku, ez êşa gelê xwe bînim ziman. Lewra karê çand û hunerê di rewşên şer de mîna karê çekdarî ye.”
Şano ji bo gelê Kurd zimanê civakê ye
Di dîroka gelê Kurd de li gel têkoşîna azadiyê, karê şanogeriyê jî pêşketiye. Di têkoşîna azadiya Kurdan de bi sedan şanoger ku cihê xwe tê de girtine hene. Ev şanoger bi lîstikên xwe yên ser dikê, têkoşîna civaka Kurd ya li hember zordariyê hem jî li gel têkoşeran ji bo azadiya gelê xwe şer kirine û êşa li hember desthiladaran bi kar û xebata xwe tînin ziman. Yek ji van şanogeran jî Yûnis Ehmed e.
Şanoger Yûnis Ehmed di sala 1960’an li gundê Qijlê yê girêdayî bajarê Amûdê hatiye dinyayê. Yûnis di malbatê de yê herî mezin e, 7 xwîşk û 4 birayên wî hene. Heta deh saliya Yûnis malbat li gund dijyan piştî wê berê xwe dan bajarê Hesekê li gundan dest bi karê avdana zeviyan dikin. Piştî deh salan malbat berê xwe didin bajarê Qamişlo û li wir bi cih dibin. Di salên 1980`î de dema ku li Bakurê Kurdistanê derbeya leşkerî çêdibe û xwndekarên Kurd dest bi doza mafstnadina xwe dikin, li hember desthildariya tirkiyê dest bi serhildanan dikin. Yek jê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Di wê demê de ji ber birîyarên dewleta tirk ya girtin û kuştina li dijî xwepêşandanan, gelek ciwan neçar man ku berê xwe bidin Rojavayê Kurdistinê. Du ciwan ji wan berê xwe didin malbata Yûnis Ehmed û çend rojan malbat wan pêşwazî dikin, bi vî awayî Yûnis û birayê xwe fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan nas dikin.
Azadiya xwe di tevgerê de hîz kir
Carnan jê mirov neçar dibe ku ji bo peydakirina pêdiviyên jiyanê dûrî malbat û cihê ku lê mezin bûye bikeve. Di sala 1987`an de Yûnis Ehmed jî yek ji wan kesan bû ku ji bo peydakirina pêdiviyên jiyana malbata xwe berê xwe dide Şamê û dest bi karê avahiyê dike. Li wê derê jî Yûnis çend kesên welatparêz nas dike û xwe tevlî fikir û ramanê Partiya Karkerê Kurdistan (PKK) kir. Ji wê demê û heta niha ew ji bo xizmeta gelê xwe çi jê tê xwestin pêk tîne. Çimkî jiyaneke rast û wekhev di vê tevgerê de dîtiye.
Yûnis Ebdulmecîd Ehmed ku piraniya xelkê Qamişlo bi navê bavê Ciwan nas dikin, piştî ku li Şamê dizewice tevlî malbata xwe careke din berê xwe dide bajarê Qamişlo li taxa Hilêliyê bi cih dibe û bi taketina wî re rest xwe tevlî karê cebha dike. Yûnis wiha dibêje: “Tevî ku di wê demê de kêm hosteyên avahiyan hebû û rewşa min ya madî ne baş bû, lê ji ber eşqa min ya ji tevgerê re min dev ji erkê xwe ya welatparêziyê bernede. Lewra min heta niha mîna vê fikir û berxwedana ji bo azadiya gel û azadiya jinan ji bindestiyê, di cîhanê tevê de nedîtiye. Bi taybetî berxwedana di zindana û serê çiya de.”
Şoreşa Rojava hesreta dilê wî bi cih anî
Di dawiya salên 80`yî de Yûnis di nava koma şanoyê de cihê xwe digire, ji wê rojê heta niha li ser şano û kurte filîmên Kurdî dixebite. Ji piçûkaniya xwe de ew pir ji lîstike ser dikê dike mirov dikare vê bêje jêhatiya wî şanogerî ye. Beriya lidarxistina Şoreşa Rojava di dema ku rejîma Baas li ser desthiladariyê bû, Yûnis û hevalekî xwe ji bo temaşekirina şanoyekê, diçin navenda çand û hunerê li wê derê Yûnis wiha dibêje hevalê xwe: “Gelo wê rojeke were ez jî mîna van lîstikvanan li ser vê dikê bi azadî bi zimanê dayîkê şano bilîzim.”
Şano îfada gelê bindest e
Şoreşa Rojava ne tenê ji bo bavê Ciwan bû derfet ku daxwaziyên di dilê xwe de bi cih bînin, her wiha ew ji bo tevahiya gelê herêmê bi taybetî gelê Kurd bû derfeta zêrîn ta ku li cîhanê bibin bi nav deng. Şoreşê bi saya xwîna keç û xurtên xwe gelek qad pêşxist mîna pêşxistina û parastina zimanê dayîkê, mafdayîna jinan di civakê de herwiha qada ku herî zêde pêşket qada çand û hunera gelê Kurd e. Bi pêşxistina vê qadê derfetê zêde ji Yûnis re tê ku di şano û kurtefîlman de cihê xwe bigire. Yûnis Ehmed diyar dike ku şano lêgerîna jiyanê û nexşandina jiyaneke nû û ji bo gelên blindest, şano di dîroka gel de xwedî cihekî girîng ye û wiha dipeyive: “Şano ji bo Kurdan arşîva hunera Kurdan e ku gelek xwedî dîrok li ser vê axê heye. Mirovên şanoger pêwîst e di hemû cihan karibin karê xwe yê şano bi cih bînin. Lewra karê şano di rewşên şer de mîna karê çekdarî ye. Herwiha şanoger bixwe dema di şanoyekê de ya di kurtfîlmekî de dilîze hîz dike ku ew erkê xwe yê welatparêziyê bi cih tîne.”
Ji heskirina wî ya zêde ji şano re di dilê kurê xwe de jî ev heskirin çand
Malbata Yûnis ji pênç kesan pêk tê kurek û çar keçik. Lîstikvan Yûnis Ehmed hezkirina şano di dilê kurê xwe yê bi tenê jî çand. Ji ber ku ew fêrî xwendin û nivîsandinê ne bû, kurê xwe da bixwendin û ti kar jê ne dixwest tenê jê re pênû û lênûs dikirî û dixwest ku ew heskirina xwe ya ji şeno di dilê xwe de nehêle û girîngiyê bide xwendina pirtûkan û lêkolîna ser şanoyan. Daxwaza Yûnis pêk hat kurê wî Ciwan piştî Şoreşa Rojava tevlî karê çand û hunerê li naveneda Mihemed Şêxo bû û wekî nivîska, derhêner û lîstikvan xebitî. Heriwha wî hezkirina tevgera azadiyê di dilê malbata xwe de jî da avakirin. Niha keçeke wî di nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn de weke rêveberî cihê xwe girtiye û yek jê di qada çapemeniyê de dixebite.
Hêjaye bi bîrxsitina ku Şanoger Yûnis Ebdulmecîd Ehmed (Bavê Ciwan) di kurtefîlmê Komîna Me, Berbû, Tava Sor, Evîna Kurd wekî lîstikvanekî yên ji serek lîst. Heriwiha ew di kilîpa Em Herin Gund, Li Ber Derî û Evîna Derwêş û Edûlê de cihê xwe girt.






