Birûc Resûl/Qamişlo
Di şerê Efxanistan û Îraqê de her çiqasî lîstikvan an jî rêbaz hatibin guhertin, lê belê di cewhera xwe de proje û armanc yek bûn, ew jî şerê desthilatdariyê û berjewendiyan bû. Lê yên ku herî zêde ziyan dîtin sivîl bûn, bi taybet jin û zarok bûn qurban.
Şerê Efganistanê
Wekî bertekeke rasterast a li hemberî êrişên 11`ê Îlonê ku Rêxistina Al-Qayide bi serokatiya Ûsama Bin Ladin ya li dijî Amrîkayê, di sala 2001’an de Amêrka û hevalbndên xwe êrişî Efxanistanê Kirin û di encamê de hikumeta Talîbanê ya îslamî hilweşiya.
Şerê Afganistanê, ku zêdetirî 20 salan dom kir, di dîroka hemdem de serdemeke girîng e. Di nav salan de gelek bûyerên girîng di şer de qewimîn. Ew çîrokeke êş û lêgerîna ewlehiyê ye. Di nava wan salan de çiqas hewldanên başkirina rewşa jiyanî hatin kirin, lê ji ber dewama êrişên di navbera Talîban û Amrîkayê de rewşa ewlehiyê xerab bû. Vê rewşê dewam kir heta derketina Amrîka ji Afxanistanê.
Encama şer bi girîngî guherî dema ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di sala 2021`an de hêzên xwe vekişand, her çend Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê armancên xwe yên destpêkê bi dest xistibûn jî. Di dawiyê de, şer polîtîka cîhanê guherand û Afganistanê bi awayekî kûr baca şer dan.
Rewşa Jinên Efgan di vavbera salên 1996 û 2001’an de
Dema Talîbanê di sala 1996 û heta 2001`an desthilata Efganistanê desteser kir, jinên Efgan ji perwerdeyê, xebatên siyasî, kar û derketina ji malê – ji bilî ku mêrek pê re hebe- hatin mehrûmkirin û lixwekirina destmalê, zewicandina bi darê zorê, kuştina bi keviran (recimkirin) û kiryarên din ên dermirovî, li ser jinan hatibûn ferzkirin.
Li herêmên di bin serweriya Talîbanê de, binpêkirinên li dijî jinan ranewstiyan, her wiha li herêmên berê ên di bin desthilata Talîbanê de jî li dijî jinan sûcên binpêkirinê pêk anîn. Li gorî raporan, yek ji jinên Efgan ku hemû kurên wê bi destê endamên Talîbanê hatin qetilkirin, dibêje ku Talîbanê hevjînên kurên wê neçarî zewicandina bi endamên xwe re kirine, her wiha keçeke wê ji malê revandine.
Serdemeke din ji tarîtiyê li benda jinên Efgan e
Piştî ku tevgera Talîban Efganistan desteser kir, careke din çarenûsa jinên Efgan bi tarîtiyê re rû bi rû ye. Ruxmî ku tevgerê soza guhertina zihniyeta xwe li hemberî jinan dabû, lê tu hêvî li asoyan xuya nakin. Şopînerên rewşê dibêjin ku yekane rêya rizgariya jinên Efgan têkoşîn e.
Ji 15`ê Tebaxa 2021’an ve piştî derketina serokê Efganistanê Eşref Xenî ji welêt û desteserkirina Talîbanê li ser hikumê Efganistanê, carek din çarenûsa jinên Efgan ne zelal e. Gelek derdor li ser pêşeroja jinan li Efganistanê di bin siya Talîban de metirsîdar in. Çavdêr dibêjin ku jin qurbaniyên bûyerên li Efganistanê ne.
Tevgera Talîban got ew ê qanûnan derxe da ku beşdariya jinan di qadên jiyanê de misoger bike. Berdevkê Talîbanê Zebîhallah Mucahid jî raporên têkildarî zewcandina jinan bi darê zorê, derewandin.
Berdevkê Talîbanê got, “Talîban plan nake ku tecrîdê li ser jinan ferz bike, ew ê bihêle ku beşdarî perwerdeyê û kar bibin, lê belê divê destmala serî li xwe bikin.”
Gelek raporan eşkere kir ku endamên Talîban diçin malên welatiyan û lîsteyan bi hejmarên jin û keçên di navbera 12 û 45 saliyê de amade dikin, da ku wan bi darê zorê bi endamên tevgerê re bidin zewicandin. Di heman demê de Talîbanê qedexe kiriye ku jin bêyî mêran ji malên xwe derkevin. Di raporan de her wiha tê destnîşankirin ku jin êdî nikarin kar bikin, bixwînin an jî cilên dixwazin bi serbestî li xwe bikin û gotin ku dibinstan jî hatine girtin.
Şerê Îraqê 2003
Di sala 2003`an de cîhana siyasî ji ber şerê Îraqê zêde hat guhertin. Di 20`ê Adarê 2003`an de Dewletên Yekbûyî û koalîsyona wê dest bi şerê Îraqê kirin. Ev şer tenê 3 hefteyan dirêjkir û rêjîma Sedam Huseyîn hate ruxandin. Sedemê şer ew bû ku Sedam Huseyin “çekên kimyewî û atomî” hebû û ev jî ji bo cîhanê metirsî bû. Lê hin raporên din diyar dikin ku sedema şerê Îraqê ew bû ku sedema sereke kontrola neftê Îraqê, di heman demê de ku Amerîkayê di Rojhilata Navîn de bibe xwedî serweriyeke mezin. Bi qasî ku rejîm li Îraqê hate ruxandin jî, ewlehî û siyaseta nû nehat ava kirin.
Piştî şerê Iraqê
Di sala 2003’an de, piştî ku koalîsyona navneteweyî bi serdariya Dewletên Yekbûyî (Amerîka) dest bi şer kir û rejîma Saddam Hussein derxist, Iraq û hemû Rojhilata Navîn têkevin serdema nû yê siyasî û civakî. Ev şer tenê desthilata Saddamê xilas nekir, lê di hemû herêmê de desthilat û dengaziyê nû çêkir. Desthilata Saddam Hussein bi dawî bû, lê Iraq têk çû nav xeyraneke mezin. Şerên navxweyî, teqezayên sekterî (Şîî û Sûnî) û hêzên terorîstî wekî Al-Qaîda û piştî wî Daîş (ISIS) derketin holê. Iraq bû qada giranî ya şer û terorîzmê. Iran bi taybetî di Iraq û Sûriyê de rolê girîngtir girt. Teşeyûa Şîî li Iraq hêz û desthilat wergirt, û ew rol ji bo siyaseta Tehranan pir bandorî bû. Tirkiyê di nav herêmê de bi şerê li dijî PKK û jî bi operasyonên xwe li Iraq û Sûriyê rol xwe fireh kir. Tirkiyê jî di siyaseta Sûriyê û Iraqê de xebatên stratejî bû.Piştî 2003-an, Kurdistanê Iraq hêza xwe siyasî û aborî zêde kir û bû yek ji parêzgehên herî ewleh ya herêmê. Di Sûriyê jî, li şaxên Rojava hêzên kurd kontrol û xweserî avakirin. Qirkirina Iraq, komkujiya gel, û dagirkirina ji aliyê koalîsyona Amerîkayê, dest bi derketina Daîş kir. Di sala 2014-an de Daîş giranî xwe zêde kir û gelek bajarên Iraq û Sûriyê dagir kir. Li hemû Rojhilata Navîn şer û dagirkerîyên piştî 2003-an sebeb bûn ku milyonên mirovên sivîl ji mala xwe derkevin û di herêm û derveyî herêmê de bixin penaber.
Pêşveçûna rêxistinên terorîstî
Al-Qaîda li Iraq, Di sala 2004`an de, Ebu Musab al-Zarqawi Al-Qaîda li Iraq hat damezrandin. Ew di destpêkê de bi şerên bomblê û xebatên intiharî nav Iraqê lêkolîn kir. Di sala 2014`an de DAIŞ hat derxistin; Piştî ku Zarqawi hat kuştin, rêxistina wî bi navên cuda berdewam bû heta ku di 2013–2014-an de bû Dawletê Îslamî ya Iraq û Şam hat damezrandin. Ew kom piranî li Iraq û Sûriyê de belav bû, wan derfetên valatiyê dîtin ku hikumetek wiha li ser wan control bike tune bû, bi armanca fikir û îdeolojiya îslamiyetê di nava civakê de bidin çandin, lê ev kom jî her bi tundî, serjêkjirin, revandin û firotina jinan, komkujî û kuştin li ser gel pêk anî.
Çawa şerê li Sûriyê dest pê kir? Destpêka 2011`an de, li beramberî “Bahara Erebî” de, gund û bajarên Sûriyê gel serhildanên xwe li dijî rejîma Beşar El-Assed dan destpê kirin. ew serhildan jî bi armanca ku jiyanekî demokratîk û azadî li Sûriyê were dîtin. Lê her ku çû şer û pevçûn li Sûriyê jî berfereh bû, di heman demê de gelek komên çete derbasî Sûrî bûn û tevlîheviyekî mezin dan avakirin. Koma herî xeter jî dihat nasîn, çeteên DAIŞ`ê bû, lê bi derketina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û bi saya wan ku di roja îro de çeteyên DAIŞ hatin tune kirin. bê guman şerê li Sûriyê hat qewmandin, şerê herî mezin û dirêj li Rojhilata Navîn da rû da.






