Esma Mistefa/Qamişlo
Endama Komîteya Amedekar a 7’emîn Festîvala Govendên Gelêrî ya Şehîd Ronahî Bawer Sumeye Mihemed da zanîn ku di 7’emîn festîval de hebûna jin diyarker bû û bi rengê jinên hemû pêkhateyan festîval hetibû xemlandin.
7’emîn Festîvala Govendên Gelêrî ya Şehîd Ronahî Bawer di 15, 16 û 17’ê Îlonê bi dirûşmeya “Her govendek çîrokek e, her çîrokek dîrokek e” ku ji aliyê Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk (TEV-ÇAND), Desteya Çandê ya kantona Cizîrê û Hîlala Zêrîn ve, li bajarê Qamişlo hatibû orgenîzekirin. Di festîvalê de gelek komên xweser beşdar bûn û bi rengê jina çand û hebûna xwe diparêze hate xemlandin. Girêdayî hebûn û rola jin di festîvala îsal de, Endama Komîteya Amedekar Sumeye Mihemed ji Rojnameya me re axivî.

‘Rengê jin di hemû koman de diyarker bû’
Sumeye wiha dest bi axaftina xwe kir: “Festîvala îsal di hemû aliyan de pir cuda û zengîn bû, ji ber ji hemû herêm û pêkhateyên di Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarbûn hebû. Bi taybet di aliyê jin de pir cuda bû. Di îsal de rengê jinê tê de diyarker bû, hin komên govendê yên xweser ên jin hebûn, him jî hebûneke mezin di komên giştî de girtibûn ser xwe. Helbet ev yek ji bo me cihê kêfxweşiyê ye. Di hemû koman de him yên Kurd, Ereb, Sûryan, Ermen.. de muzeyîkekî pir xweş di rolîstina û entegrebûna di navber jin û mêr de hebû. Dayîkên me yên temen mezin ku ew mîrasê yekem yên parastina çanda resen in, rolekî wan pir mezin û cihê rêzdariyê hebû”.
‘Guhartina ku em îro dibînin di encama têkoşîneke mezin de ye’
Sumeyae da zanîn ku jina berê nikarî li hember civakê du gotinan bike, niha derdikeve ser dikê û çanda xwe diparêze û wiha pê de çû: “Bi rêya festîval û çalakiyan em guhartinên ku di civakan de çê bûne dibînin. Jina berê ya ku nedikarî li pêşiya civkê du gotinan bike, niha li pêşiya bi hezaran derdikeve ser dikê û çanda xwe ya dayîkê ya ku ji derguşa wê herikiye derdixîne û diparêze. Helbet ev yek ne bi hêsanî pêk hatiye, ger em îro dibînin ku jin bê tirs derdikeve û rola xwe di hemû qadên civakê de dilîze, ev yek ji têkoşîna 14 salan a şoreşê tê. Jina kurd bi hemû jinên pêkhateyan re pêşengtiya şoreşa jin kirin. Ji lewra ev asta ku jin îro gihîştiyê em pir pîroz dibînin ku di encama bedel û têkoşîna guhartina zihniyetê de hatiye kirin”.
‘Jin; Parastvanê çanda resen’
Sumeye di dawiyê de bang li hemû jinan kir û wiha got: “Ez bi hêz û vîna jin bawer im. Ger îro jin cihê xwe di nava xebatê siyasî, çandî, dîplomasî, leşkerî û civakî de digre, wê demê ew dikare li hember hemû hişmendî û siyasetên desthilatdariyê bisekine. Ji ber wê ez bang li hemû jinan dikim ku ew cihê xwe di nava xebat û behra ku xwe tê de dibînin û hez dikin, bigrin. Bila ji tiştekî netirsin. Herwiha jin parastivana yekemîn a çanda resen ya gela ye, li ser wê bingehê divê xwedî li ked û dîroka xwe derkeve”.






