Can Yûsif
Hunermend Xalid Cûdî Sembola dilsoziya kultûr û çanda kurdî. Di demeka ku siyasetên zordar û hewldanên pijavtina çandî hemû nîşaneyên nasnameyê dagirkirbûn, hunera kurdî ne tenê wekî keyfxweşiyekê bedewî bû, lê ew mîna kelatek ji bo nasnameyê û minberek ji bo parastina bîreweriyê. Hunermend û stranbêjên Kurd ên hevdem, veguhêrîn parêzvanên ziman û çêkerên straneke ku di awaza xwe de taybetmendiyên xakê, qemûşkên dîrokê, hesreta nasnameyê û dengê gelên ku çîrokên xwe yên qedexekirî di riya awaz û gotinê vedibêjin hildigre û li hemberê hewldanên jêbirin û jibîrkirinê radiwestin.
Di vê çarçoveyê de, strana kurdî bûye amûra belgekirina gelerî, û embarek bo bîranîn û hesretê, ew êşa paşerojê û hêviya mayînê bi rîtma xakê û bêhna çiyayan re vediguhezîne, di nav wan dengên ku cewherê vê hunera berxwedêr nîşan dide, hunermend Xalid Cûdî ne tenê wekî stranbêjekî, lê wekî şahidê êşê ku hunera xwe bi tevahî dixe xizmeta folklor, ziman û bîra civakê de, bi hunera xwe ya resen pirekî di nav mîrate û xewnê de xêz dike û strana kurdî dike belgeyek zindî ji bo hebûn û pêdariyê.
Hunermend û stranbêjê kurd Mihemed Sadûn, yê tê naskirin bi navê( Xalid Cûdî) li gundê “Taqyan”ê ku bi herêma Silopî ve girêdayî ye û dikeve qontara çiyayê Cûdî ji dayîk û bavek Kurd (Elî û Ayşa) hatiye dinya yê, ew di himbêza malbatek neteweyî ya Kurd de ku bi dîroka xwe ya têkoşînê ya kevnare, bi dilsoziya xwe ya bi şoreşger û azadîxwazan re, bi hezkirina xwe ya kûr bi axa welêt ve, bi fedekariya xwe ya bêhempa bi doza Kurdî û parastina nasnameya neteweyî ve tê nasîn mezin bûye.
Ew di nav malbateke ku ji neh zarokan pêk tê (pênc law û çar keç) û di malekê de ku mîna baxçeyekê neteweyî, xuyan dike, ku tê de gulên têkoşîn û berxwedanê vedibin û tê de nirxên jiyanê ji kanîyên qurbaniyê tên vegotin ku zarok tê de bi evîna axê, eşqa ziman û girêdana bi nasnameyê ve mezin dibin jiya ye.
Xalid kurê Deşta Silopîya yê, ew bajarekê kurdî ye, li ser sînorên sê beşên Kurdistanê dikeve (Bakur, Başûr û Rojava). Ew heval cêwiyê rastî yê (Dêrika Hemko, Zaxoka Behdîna û Cezîra Botan e ). Ev zemîn bibû û hîn jî maye navenda hozên kurdî yên resen, wargehê folklora kurdî û dergûşek ji bo dengên gelêrî ên wijdana kurdî di bîranînê de dixemilînin, mîna Abdullah Silopî, Henîfa Şernexî û Kurdistana Spêrtî..
Di vê jîngeha ku tije ji rûhê neteweyî û nebza folklora kurdî, hişmendiya hunerî ya Xalid Cudî di nav wê de vedibe, ew ne li peymangehên mûzîkê fêrî stranbêjiyê bûye, lê ew ji gewriyên xwezayê fêr bûye, ji xumxuma Ava Dîcle dema ku çemê Hezîlê himbêz dike, ji baweşînên bayên Çiyayê Cûdî û Bexêr, ji pestînên zeviyên pembû û sirûdên bênderên genim, ji çîveçîva çivîkên ku stranan dibêjin ji bo azadiyê û ji vedenga guleyên ku şoreşger berdidin ji bo parastina ax û ziman.
Ji çavkaniyên gundê xwe yên xweşav, wergirt dersên yekem ên huner û stranbêjiyê. Ji destanên lehengên Kurdistanê, stand rûhê fedekariyê, ji dirûşmên şoreşgeran vexware wateyên pêdariyê. Dûvre, ew bû dengek ji dengên berxwedana çandî, parêzvanek dilsoz ê strana rastîn a kurdî û balyozek bo hunera ku bi avê, ax, xwîn û bîranînê hatî strandin, lê ev têkildariya eşkere û dilsoziya kûr a bi nasnameya Kurdî re, bûn sedema ku malbata wî bibe armanca şopandin û astengkirinê ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve, ku ev mala biçûk di çavên wan de wek bingeheka berxwedana neteweyî û çandî xuya dibû. wisa sirgûn çarenûs bû, ji ber vê yekê, malbat neçar man ku bi darê zorê koçber bibe û axa bav û bapîran li dû xwe bihêle û berê xwe bide Rojava, li bajarê Dêrikê gundê (Girkê Hêwil) di nav pismamên xwe de niştecih bibe û li wir di nava jiyana penabertiyê de dengê wî qet melûl nebû, lê ew zêdetir şewq û ronahî da, ji wê axa pêguhrok، Xalid babeteke nû ji çîroka hunerê vehûnand, wî xerîbî veguhêrand awaz, bîranînek ku nemire û dengê wê bû berdewamîya birînên ku qet qemûş negirtin û çîroka miletekî ku stran got da ku newê ji bîrkirin.
Wî qonaxa seretayî li gundê xwe, Girkê Hêwil û amadekarî li Girê Şêra û navîn li Dêrikê xwend, berî ku di sala 2007’an de biçê Şamê da ku kulîjeya Dîrokê bixwîne û ji ber xebata wî di nav çalakiyên candî û hunerî yên kurdî û beşdariya wî di nav tevgera ciwanan de, bû sedema ku ew rastî astengiyan ji hêla rejîma Sûrî ve were. Ji ber vê yekê ew neçar ma ku dev ji xwendinê berde û rêya têkoşînê ji bona xwe hilbijart û tevlî nava refên tevgera rizgarîya Kurdistanê bû. Xwe terxan kir ji bo karê neteweyî û çandî, bi rêxistinkirina çalakiyên hunerî di nav komên kurdî de û girêdana hunerê bi nasname û berxwedan ve da avakirin. Ji zaroktiya xwe ve, Xalid ji stranbêjî û muzîka kurdî hezdikir, dema ku ew hîn heşt salî bû, meylên hunerî li cem wî destpêkirin di bin bandora mûzîka jîngeha tê de jiyan dikir û dengê hunermend Xelîl Xemgîn û hunermendên Botanê, ku di dilê wî de hestek xweparêzî û nasnameyê çandin.
Li gundê (Girkê Hêwil) di nav koçik û zeviyan de, gavên wî yên hunerî yên yekem bûn, wî di ahengên malbatî û neteweyî de, bi dengekî xembar, xwedan serpêhatî stran digotin, wekî sihbera Çiyayê Cûdî û hesreta gundên ku wî paş xwe ve hiştîn.
Sirgûnê ew fêr kir ku stranan bêje, ne ji bo xweşxwazî yê, lê ji bo hişyarkirina bîranînê;
ji bo ku stran bibe stargehek ji bo penaberan hêviya dîtinê ji bo kesên ji hev dûr.
Piştî koçberiya malbata wî ji bo Rojava, di sala 1997’an de Xalid Cûdî tevlî koma Wanê li herêma Koçra bû, li wir pêngavên wî yên hunerî destpêkir. Di sala 2002’an de ew zewicî û ew bavê pênc zaroka ye (sê kur û du keç), di nav wan de hunermenda piçûk Sorxwîn jî heye, ew kurê şehîdê têkoşer Elî Teyî ye, ku li ser wî bandorek kûr a serbilindî û berpirsiyariyê hişt. Piştî wê, ew bi malbata xwe ve çû Şamê û li wir, piştî ku ew ji xwendina zanîngehê hate rawestandin di sala 2007’an de, di gel çend hevalên xwe koma “Zagros” avakir, ku bû navenda huner û pabendbûna wî ya neteweyî, ev xebata wî bû sedema ku bête şopandin û astengkirin ji hêla saziyên ewlehkariya Sûriya ve, di sala 2009’an de hat girtin û salek li zindanê ma, piştî wê jî di sala 2011’an de careke din hat binçavkirin û bo desthilatdariya dewleta Tirkiyê hat radestkirin, ji ber ku tu belge li dijî wî nehatin dîtin, paşê ew serbest hate berdan.
Bi destpêka Şoreşa Rojava, Xalid Cûdî dîsa vegeriya Dêrikê da ku têkoşîna xwe bidomîne û xebata rêxistinî û çandî berdewam bike, di dawiya sala 2011’an de, ew tevlî koma “Cûdî” bû, ku heta niha yek ji stûnên xebatkar û çalak ên wê komê dimîne.
Ew bi Koma Cûdî re beşdarî vejîna gelek şevbuhêrkên stranbêjî , konserên herêmî, û bûyerên neteweyî bûye, herwiha hebûna wî di nav çend festîvalên hunerî yên li hundur û derveyî parêzgeha Hesekê diyarbû.
Di sala 2023,an de, ew çû Ewropayê, û beşdarî pîrozbahiya cejna Nowrozê li Frankfurtê bû,wekî din ew tevlî çar bûyerên hunerî yên din ên li bajarên cuda yên Ewropî hatine kirin bû, dengê xwe yê kurdî yê germ wî gihand guhdarên tîyên hunera resen, bi xwe re awazên welêt gihande dilê sirgûnê.
Beşdariya wî di konsertan û bûyerên kurdî de, li Dêrik û derveyî wê, ew yekem minber bûn ku gel li dora wî kom bû ,ne tenê wekî stranbêj, lê wekî yek ji zarokan vê dozê, ku bi zimanê wan diaxiv û bi êşên wan distirîne,bi vî rengî xerîbî veguhûrt dibistanek û sirgûn kire şanogehek û xembarî kire awazek newê ji bîrkirin.
Ji Dêrikê, dengê wî derbasî ji gundekî ber bi gundekî din bû , heya ku ew di bîranîna mirovan de cih girt, û navê wî bû hevrê yê resenîyê û muzîka wî bû tevnek ji avê çeman û rondikê çiyan. Di rêwîtiya xwe ya stranbêjiyê de، Xalid tenê ji bo evîn û xwezayê stran negot، lê wî dengê xwe kir wekî minberekê ji bo doz û daxwazên gelê xwe, wî stran gotin ji bo şehîd û şoreşgeran، ji bo jin û rûmetê, ji bo welat û azadîyê, ji bo koçber û girtîyan, ji bo welatê parçebûyî, ji bo gundên ku piştî koçberî yê bêdengîyê dagirkirîn, wî strana kurdî gihand festîval û qadên çandî û bû balyozekî çandî û neteweyî ji bo doza gelê xwe. Wî dengê xwe kire pirek di nav nifşan de; Pîr û kalan jê hezkir ji ber ku têde dîtin vedenga rastîn, ciwanan ew himbêz kir ji ber ku qet bazirgêrtî li ser ziman û wateyê nekir.
Hunermendê Xalid Cûdî bi ezmûna stranbêjiya duyanî (duet) û karê komalî jî re derbas bû, ku bi hejmarek hunermendên kurd û komên hunerî ên Kurdî yên navdare hevkariyê dike, di nav wan de (Koma Cûdî, Koma Wanê, Koma Zagros û Hunergeh) di heman demê de ezmûnek hevpar bi hunermendên navdar re wek (Delîl Mîrsaz, Hacî Zihêrî, Dicle Elyas, Hêvî Deham û yên din) bi hev re kirine, van tevkarîyên hunerî tecrûbeya wî dewlemend kir û cihê wî di meydana stranbêjiya kurdî de bihêz kir.
Ew di gel koma Cûdî, beşdarî tomarkirina gelek stranan bûye him di nav albûman komî de û him jî bi karên kesane yên taybet, ji stranên komî yên bi komê re gotî û dengdaneke berfireh di nav girsên gel de girtîn:
1-4’ê Nîsanê
2-Dehola Rojava
3- Apo Newroze
4-Şehîd
5- Kobanî
6- Şengal
7- Efrîn
Hinêra hunerî ya Cûdî tenê bi stranbêjîyê sînordar nema, derbasî nivîsandin û awazdêneriyê jî bû, wî gelek stranên kurdî nivîsandin û awaz ji wan re çêkirin mîna:
1-Her dem bijî Apê me
2-Sebra dilê min Sariya
3-Min dît hatin sê zarî
4-Haps û zindanan
Wî zêdetirî deh vîdyo klîbên stranbêjiyê pêşkêş kir ku pirtûkxaneya hunerê ya Kurdî bi stranên xwe yên şoreşgerî û peyvên xwe yên şêrîn dewlemend kir wek:
1- Her dem bijî Apê me
2- Azadî
3- Şehîd Sadiq
4- Şehîd Gelhat
5-Felaketim
6- Koçera Barkir
Ji destpêka xwe ve, Xalid li stranbêjiyê ne nêriye wekî pîşe an navdan, lê mîna peyamek û berpirsiyarîyek neteweyî hîs kiriye, ew bawer bû ku stranbêjî bi zimanê kurdî ew şêwazek ji şêwazên berxwedanê ye û her gotinek kurdî ku tê strandin di civatan de, ew alayek ku di rûyê jibîrkirinê de bilind dibe.
Li her gundekî ku ew têre derbas bû, dengê wî mîna bîhnxweşîyeka şevê li dû wî maye, di her festivalekê de ku stran got, dengê wî berî aleyan li asîmanan bilind dibû, navê wî hatiye nasîn di bûyerên neteweyî de û di stranên ku di çiyayên de têne gotin, û di bîranînên ku gel ji hev re dibêjin wek ku ew stranên veguhêzin.
Dengê wî tînê bîra me ku çand ne xweşîyeke, lê amrazek têkoşînê ye, û stranbêjîya kurdî ne bû û ne jê dibe tenê xweşbûnek, lê ew bû rêbazek bo parastina ziman, nasname û rûmeta neteweyî. Di demekê de ku ziman dihat qedexekirin, Xalid bi zimanê kurdî stran digo, wî dengê xwe kir wekî kiryarê berxwedanê û bi gotinên xwe tekez kir girêdana gel bi zimanê xwe yê dayikê ve, wekî ruhê nasname û xezneya bîranînê ye. Wî bi zaravayê Botanî stran got û ji çiyayên Cûdî û dayikên şehîdan re stran xwend, peyvên xwe ji mîrasê devkî wergirtin, ew nêzîkî gel bû, bi zimanê wan diaxivî.






