Birûc Resûl/Qamişlo
Hevseroka PYD`ê Perwîn Yûsif diyar kir ku PYD`ê di bingeha xwe de rêxistinbûyîna xwe ji rêxistinbûyêna gel digre û wiha got: “PYD`ê karîbû hemû pêkhateyan li derdora xwe kom bik û bibe cihê çareseriyê.”
Derbarê salvegera damezrandina Partiya Yekîtiya Demokrat PYD`ê Hevseroka PYD`ê Perwîn Yûsif bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:
Girîngî û armanca damezrandia PYD`ê çi bû?

Di destpêkê de em salvegera damezrandina partiya xwe PYD`ê li hemû endam û gelê ku baweriya xwe bi stiratîjiya partiyê anîn e ku di rojên zehmet de bi giranî tevlî vê partiyê bûn, li ser vê bingehê em li wan pîroz dikin. Partiya Yekîtiya Demokratîk 22 salên xwe temam dike û derbasî sala 23‘an dibe. Di demeke ku Sûriyê û tevahî Rojhilata Navîn di nava nejetperestiyeke giran de derbas dibû ku Kurdîtî qebûl nedikirin û ji bilî jiyana yek al û yek pêkhate ne dihat hewandin. Dewletên dagirker û hegemon li ser asta Kurdistanê şer û pevçnên mezin dan destpêkirin û bi awayekî dijwar dan meşandin, da ku Kurd werin windakirin û her kurdek dîrok û nasnameya xwe bide jibîrkirin û bi demê re were asmîlekirin. Yek ji van mînakan Rêjîma Baasê bû, gelek zilm û zordarî li Kurdan kir, di heman demê de li Tirkiyê dewletê li ser gelê Kurd gelek komkujî pêk anîn, bi heman rêbazî li Îran û Îraqê jî ev zilm li ser Kurdan dewam kir, ev êrişên ku li ser Kurdan dihatin meşandin, bi armanca tunekirina Kurdan bû.
Armanca avakirina Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD`ê ew bû ku dan û sitandinên bi gelê Sûriyê re bikin û danesîna vê partiyê ji wan re bidin xuyakirin. Rastî di sala 2003`an pêwîstî hat dîtin ku partiyeke siyasî mîna PYD`ê were damezrandin, li ser vê esasê Partiya Yekîtiya Demokratîk di sala 2003`an de hat damezrandin. Ji ber ku siyasetek raste rast li dijî nejetperstiyê dihat meşandin. Çiqas em bêjin ku zemînek mezin ya Tevgera Azadiyê li Rojavayê Kurdistanê hebû ku gelê me piranî tevlî tevgerê dibûn. Bi vê baweriyê partiya PYD hat avakirin û ji Tevgera Azadiyê nehat qutkirin ku li ser fikir û felsefeyekî karê xwe didan meşandin, partiya me bû mîna danasîna Rêber Apo li Rojavayê Kurdistanê, di heman demê de ji bo baweriya gelê Kurd û qebûlkirina hemû pêkhateyan. Yek ji mercên me yên esasî danasîna fikr û felsefeya Rêber Apo ji gelan re were pêşkêşkirin. Ji ber ku em dixwazin pirojeyên xwe li ser fikrê Rêber Apo bimeşînin. Di heman wextî de da ku gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikaribin xwe bi xwe rêxistin bikin û hêza wan a siyasî xurtir bibe. Bêguman Partiya Yekîtiya Demokiratîk bû mîna cihek kombûyîna Kurdan û hemû pêkhateyan, kurd xwe bi vî rengî birêxistin kirin. PYD`ê bû wesîleyek siyasî di navbera Rêjîma Baas û gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku hebûna Kurd li ser erdê û çarenûsa Sûriyê de bidin qebûlkirin. Ji ber vê yek me pêwîstîk û qonaxek girîng bû ku PYD`ê di 2003‘an de were avakirin.
PYD`ê di avabûne xwe de û heya roja Îro, heya çi astê karîbû bibe partiyekî gelêrî, niştîmanî û Sûrî?
PYD’ê di bingeha xwe de rêxistinbûyîna xwe ji rêxistinbûyêna gel digre, di nav refên partiyê de bê şert û merc hemû pêkhate tevlîbûn. Me nexwest em rêbazek yek al di partiyê de ava bikn, lê belê me ji bo hemû pêkhateyan ev partî ava kir û bûye partiyekî pirrengî. PYD`ê gelek meclisan di nava xwe de dihewîne, mîna Melisa Jin, Mecilsa Ciwanan, Nivîsgehên Diplomasî yên ji bo dan û sitandinên derve û hundir hene. Di destpêka şoreşa Rojava de zemîneke partî pir mezin hebû ku pêşengtî ji bo avabûna Rêveberiya Xweser kir. Bi taybetî jî bi pêşengtiya jin hat pêşxistin, pergala hevserokatiyê xurt kir û di nava civakê de dan qebûlkirin. Ji ber vê yekê PYD`ê li gor xwestekên civakê û demê bû bersiv ku me karîbû hemû aliyên civakê di nava xwe de himbêz bikin.
Di qada siyasî û diplomasî de PYD`ê çiqas deskeftî bidest xist?
Di aliyê diplomasî de, wek tê zanîn ku rêjîma Baas her dixwest me ji cîhanê re bide nasîn ku Kurd pêkhateyeke veqetandinê dixwazin. Ev bû baweriyek li cem hemû pêkhateyên Sûriyê ku Kurd tenê armanca wan veqetandine, ev siyaseta paşverû bû sedem ku hemû pêkhate bi çavekî cude li Kurdan mêze bikin, lê piştê ku me PYD`ê da avakirin û ji hemû pêkhate û cîhanê re hat zelalkirin ku Kurd mafê xwe dixwazin. Ji ber diplomasiya me li ser esasê hevpeymana civakî tê meşandin û gelek hevpeyman bi gelên Sûriyê, bi partiyên Sûrî û niştîmanî re hatin çêkirin. Têkilî û dan û sitandina me bi gel re nehat qutkirin da ku pirojeya Rêveberiya Xweser baş were fêmkirin. Gelek dostên partiya me çêbûne ji ber wê em bûn endamê kongireya Sosyalîsta civakî ne, ev kongir jî di hundirê xwe de hemî partiyê civakî yên ku bi fikrê sosyalîst hatine avakirin, di nava xwe de dihewîne, ev kongr jî kongreyekî cîhanî ye. Di heman demê de em endamê meşa jin a cîhanî ne. Partiya me di hundirê Sûriyê de û derveyî Sûriyê gelek xebatên biratiyê dan meşandin û di Rojhilata Navîn û cîhanê de gelek dostên xwe çêkirin. Me karîbû di riya partiya xwe de rastiya şoreşê ji cîhanê re raber bikin û dengê şoreşa xwe ji tevahê gelan re me da xuyakirin, niha Şoreşa Rojava li tevahî cîhanê deng vedaye. Bêguman di Rojhilata Navîn de em ji wiha zêdetir karîbin ku nasnameya gelê Kurd û tevahî pêkhateyan siyasetek raste rast bidin meşandin. Em di vê baweriyê de ne ku rojên li pêşiya me wê destkeftiyên mezintir werin bidestxistin.
Istratîjiya kar û xebatên PYD`ê yên demên pêş çi ye?
Em ne li gor partiyek qalib û kilasîk dimeşin, lê belê gavên ku partiya me avêtin gelek patiyên kilasîk dan şikandin. Ew partiyê kilasîk her dem xwe bi kesayetekê tenê piştrast dikin, lê Partiya Yekîtiya Demokratîk her sal kongireya xwe li dar dixe û hevserokên nû tên hilbijartin. Herwiha li vir jî rolek herî sereke a ciwanan e. Stratîjiya kar û xebatên me li gor şert û mercan xwe nû dike. Wek ku tê zanîn cîhan di nava guhertin û veguhertinek mezin de ye û bi taybetî guhertinên siyasî lihevkirinên heyî tên guhertin, ev guhertinên siyasî jî di Sûryê û Rojhilata Navîn de derbasdar e. Piştî hilwişîna rêjîma Baas ku niha rêjîmek nû xwe li şûna wê girtiye ku heya roja îro li ser çarenûsa Sûriyê tê nîqaşkirin, em jî wek partiyeke pêşeng û çavê civaka xwe dixwazin bi hemû hewildanên xwe Sûriyeke demokratîk û bi pîvanên adaleta civakî were avakirin, bêguman pêwîst e hemû pêkhateyên Sûriyê cihê xwe di nav de bigrin. Li ser vê bingehê em karê xwe didin meşandin, komîteyên me yên ku niha bi hikumeta veguhêz a Şamê re dan û sitandinê dikin bi israr û xwedî derketina li destkeftiyên şoreşê û parastina wê, hemû pîvan û têkoşînin me dan meşandin di destûr û pêşeroja Sûriyê de pêwîst e mayînde bibe. Di heman demê de pêwîst e ji aliyê hevpeyman û têkiliyên xwe de gavên xurt bavêjin. Di navdewletî de jî hîn bihtir em bikaribin siyaseta xwe ya nû ji wan re parve bikin û dostên xwe yên nû jî çêbikin, herwiha mafê rewa yê ku gelê Sûriyê û bi taybetî gelê ku ji bo maf û jiyana azad têkoşîn kirin û tevlî şoreşê bûn, em bikaribin xwedîderketineke navdewletî ji vî gelî re bidin avakirin. Ji ber ev guhertin û veguhertina di hundirê Sûriyê de tê çêkirin ji bilî îradeya gel e. Em ê hewil bidin ku zextek mezin li ser hikumeta veguhêz a Şamê çêbikin, ji ber ku ev kiryar û biryarên tê kirin nexwestekên gel e û pêwîst e ev rêbaza dare zorê ji hole were rakirin. Careke din jî em dibêjin ku partiya me partiya gel e û ji destpêka damezrandina wê heya roja îro gelek berdelê giran hatine dayin. Li ser vê esasê em hemû hevalên ku ji bo vê şoreşê û jiyana azad canê xwe feda kirine bi rêzdarî wan bîr tînin û salvegera damezrandina PYD`ê li wan pîroz dikin, di heman demê de em soza xwe ji bo hemî gelê ku baweriya xwe bi partiya me anîn, nû dikin, ev partiya ku bi xwîna şehîdan hatiya mezin kirin, em ê roj bi roj mezintir bikin û bi taybet xwedî li şoreş û destkeftiyên jin derkevin.






