Stêrk mihemed/Qamişlo
Endama Insiyatîfa Sûrî a Azadiya Ebdullah Ocelan ya Helebê Rojyan Hisên diyar kir ku heya azadiya fîzîkî ya Reber Apo pêk neyê wê gavên erênî neyên avêtin û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî bê encam be.
Di 27’ê Sibatê de banga ‘Aştî û Civak Demokratîk’ ya Rêber Apo daye destpêkirin, hat raghandin. Ev pêvajoya Rêber Apo dengvedaneke cîhanî çêkir û mohra xwe li dîrokê da. Herwiha dewleta Tirk xwest ku PKK’ê jî tevlî vê pêvajoyê bibe û şerê çekdarî rawestîne. Di 12’ê Gulanê de PKK’ê kongreya xwe ya 12’emîn lidarxist û biryara xwe fesxkirinê da. Piştre di 11’ê Tîrmehê de koma aştî û civaka demokratîk meresîma şewtandina çekan lidar xistin. Rêber Apo û tevgera azadiyê erk û piştgiriya xwe ji vê pêvajoyê re nîşan dan. Lê dewlet Tirk heya niha tu gavên ber bi çav neavêtine.
Di derbarê pêşveçûna pêvajoya aştî û civaka demokratîk de, endama Insiyatîfa Sûrî a azadiya Ebdullah Ocelan a Helebê Rojyan Hisên ji Rojnameya me re axivî.

‘Pêşketinên di serkeftina pêvajoya aştî û civaka demokratîk de yek alî maye’
Rojyan Hisên destnîşan kir ku dewletên hegemonîk dixwazin dîzayneke nû bidin Rojhilata navîn û wiha pê de çû: “Sedsal ku li ser peymana Saykis-Pîko re derbas bûye, ku çawa dixwazin dîzayneke nû bidin Rojhilata Navîn, wê demê xuya dike ku bangewaziya Rêber Apo ji bo aştiyê û civaka demokratîk, pêkanîna wê û projeya ku li ser esasê demokrasiyê, azadiya jin û ekolojiyê tam di demê xwe de bû. Rêber Apo dibêje; “Di 2013’an de eger me biryara fesixkirina PKK’ê pêk bianiya wê demê minê îxanet li gel û PKK’ê jî bikiriba. Lê di dema niha de guncave, hem ji bo gelê kurd û di heman demê de ji bo gîştî gelên herêmê tam di cihê xwe de hat.”. Piştî 27’ê Sibatê pêvajoyek nû hate destpêkirin, guhertinên nû di nav PKK’ê de hatin jiyîn, di nava doza gelê Kurd de jî, li Tirkiyê, Sûriyê, Îraqê û bandora vê yekê li ser Rojhilatê Kurdistan jî dike. Piştî 27 salan Rêber Apo bi dîmen derdikeve, behsa demokrasiyê, perspektîvên xwe ji bo gel û tevgerê azadiyê rê dike. Piştî lidarxistina kongreya 12 emîn a PKK’ê biryara fesixkirinê û xwe ji nû ve avakirinê didin. Herwiha dest pê kirina koma aştî û civaka demokratîk yê ku ji 30 kesî pêk tê kirin. Lê belê pêşketinên ku di serkeftina pêvajoya aştî û civaka demokratîk de yek alî ma. Di depêkêde dewleta Tirk ev pêvajo erênî girtin dest û qebûlkirin, lê belê ev gotin tenê di siloganan de ma. Heya Roja me ya îro jî tu gavên erênî û ber bi çav ji aliyê dewleta Tirk ve nehatine avêtin. Lê niha dewlet baxçelî guhertinan di daxuyaniyên xwe de derdixwe pêş û le hemberî gelê Kurd derdikeve.”
‘Ji beriya sed salî ve û heya roja îro rêbazê netewdewlet dimeşîne’
Rojyen Hisên diyar kir ku ji beriya sed salî ve û heya roja me îro zihniyeta dewleta Tirk yek e û wiha domand: “Eger em vegerin beriya niha bi sed salî, piştî hevpeymana Lozan û Sayik-Pîkot dewleta Tirk soz dabû ku rêveberiyeke xweser bide Kurdan, lê soza xwe pêk nanî. Eger em li roja xwe ya îro meyze bikin tevgera dewletê xwe dûbare dike. Pêvajoya aştî û civaka demokratîk ya ku Rêber Apo daye destpêkirin, di destpêkê de dewleta Tirk bi rengekî erênî girt dest, lê belê piştî wê heman rêbaza ku berî niha bi sed salî dewleta Tirk daye meşandin, niha jî mîna wê dike. Lê di heman demê de pêvajo, sîstem û rayedarên vê pêvajoyê jî ne yên borî ne. Êrîşên li ser Rojava, hewaldana dagirkirinê, êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê û tevilheviyên ku dixwazin di hundirî herêmê Rojava û Rêveberiya Xweser de çêbikin. Armnaca wan ew e ku pêvajo neçe serî.”
‘Xwesteka dewleta Tirk ku serdema Osmanî vegerîne’
Endama Insiyatîfa Sûrî a Azadiya Ebdullah Ocalan Rojyan Hisên axaftina xwe wiha qedand: “Dewleta Tirk û çeteyên wê ne tenê ji bo hebûna Kurd û avabûna neteweke demokratîk êrîş dikin, lê belê rêyên bazirganiyê, sererd û binerdê Sûriyê dixwaze serweriya xwe li ser bike. Xwesteka dewleta Tirk ku serdema Osmanî vegerîne, lê ne bi şêwazê berê. Di Rojhilata Navîn de sê proje hene, Emerîka-Îsraîl, Çîn-Rûsiye, Rojhilata Navîn ya demokratîk, konfederîzma Rojhilata Navîn û yekîtiya komûnên demokratîk ava bibe. Lê pirsa herî girîng gelo Tirkiyê wê kîjan projeyê hilbijêre?
Li gorî mûdexeleya Tirkiyê ji Sûriyê, Felestîn, Îsraîl û Îraqê re naxweze pêvajoyek demokratîk di herêmê de were rûniştandin. Tirkiyê weke hêzekî netewdewlet û netewperest nikare di herêmê de bi vî şêwazî berdewan bike. Mûdexeleya dewleta Tirk ji Sûriyê re ku QSD’ê û Rêveberiya Xweser projeya xwe li hemû Sûriyê nedin belavkirin, ji bo ku Sûriyê di aramî de jiyan neke.
Pêvajoya aştî û civaka demokratîk pêk nayê û ber bi gavên erênî ve naçe, heya ku Rêber Apo di hundirê zindana Îmraliyê de ye. Ji bo vê jî weke Insiyatîfa azadiya Rêber Abdullah Ocelan li Sûriyê, Îraq, Rojhilata Navîn, di heman demê de li hemû welatên Ewropa û Bakurê Efrîka jî kampamyek gîştî ji bo mirovên ekedemisyan, siyasetmedar, rewşenbîr û kesayetên diplomasî ku pêvajoyê bidin guhertin, kampamyek ku ‘dixwzim hevdîtin bi Ebdullah Ocelan re bikim’ di bin vê navê de kampanya tê meşandin. Ev kampanya wê haya 20’ê Îlonê dewam bike. Wê kesayetên navdar nameyekê binivsînin da ku ji rêxistina mafê mirovan, CPT û hikumeta Tirkiyê da ku Rêber Apo ji zindanê derbikeve û pêvajoyê bi rê ve bibe. Heya ku Rêber Apo fîzîkî azad nebe, ev pêvajo bi serî nabe.”






