Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

 ‘Pêwîst e hikumeta veguhêz gavên berbiçav bavêje’

17/09/2025
in POLÎTÎKA
A A
 ‘Pêwîst e hikumeta veguhêz gavên berbiçav bavêje’
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\Qamişlo

Hevseroka Partiya Têkoşîna Demokratîk Xunav Mele diyar kir ku danûstandinên Rêveberiya Xwesr bi hikumeta veguhêz a Sûriyê re di çend qonaxan re derbas bûne û got, “Astengiyên pêkanîna pratîk û lihevkirina li ser mekanîzmayên destûrî ji aliyê hikumetê ve derdikevin.”

Di 10’ê Adara 2025’an de di navbera Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Mezlûm Ebdî û hikûmeta veguhêz a Sûriyê de peymanek ji 8 xalan hate îmzekirin. Lê tevî derbasbûna 6 mehan di ser peymanê re hikymeta veguhêz pabendê peyamanê nabe û xwe dûr dixe.

Di derbarê danûstandinê Rêveberiya Xweser bi hikumeta veguhêz a Şamê re, hevseroka Partiya Têkoşîna Demokratîk Xunav Mele ji Rojnameya me re axivî.

‘Danûsatandinên bi hikumeta veguhêz a Şamê re di gelek qonaxan re derbas bûne’

Xunav Mele di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Danûstanên di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hikumeta veguhêz a Şamê de, di çend qonaxan de derbas bûne, di nav de gelek nîqaşên kûr li ser pêşeroja Sûriyê hatin nîqaşkirin. Herwiha bi teybet di derbarê avakirina Peymana Civakî ya nû ku mafên hemû pêkhateyên Sûiryê digire nava xwe, em gihiştin xalan. Di heman demê de,mîsyoneke hevpar bi naskirina mafên xwerêveberiyê, misogerkirina temsîliyeta demokratîk û veqetandina desthilatan ve girêdayî ye, lê hîna jî astengiyên pêkanîna pratîk û lihevkirina li ser mekanîzmayên destûrî ji aliyê hikumetê derdikevin.”

‘Peymana 10’ê Adarê pêvejoyeke siyasî ya girîng nîşan da’

Xunav axaftina xwe wiha berdewam kir: “Peymana 10’ê Adarê pêvejoyeke siyasî ya girîng nîşan da, ji ber vê peyamanê deriyê projeya netewî ya berferh vekir. Lê sedema sereke ya têkçûna pêkanîna wê nebûna îradeya siyasî ye. Herwiha zextên ji aliyên hêzên herêmî û navnetewî yên ku naxwazin ku li Sûriyê projeyeke demokartîk a serbixwe pêş bikeve. Di heman demê de, hikumeta veguhêz a Sûriyê tenê yek rengî û yek hişmendiyê dide meşandin, ev hikumet mafê hemû pêkhateyên Sûriyê di destûrê de paşguh dike. Helbet ev yek astengiyeke pir mezin bi xwe re tîne.”

 

‘Aşîtiya rast tenê bi qebûlkirina pirrengiya neteweyî, olî û çandî pêkan e’

 

Xunaf Mele eşker kir ku aşîtiya rast li Sûriyê tenê bi riya pêvejoya siyasî ya berferh ku pirrengiya neteweyî, olî û çandî qebûl dike, wê pêk were û wiha pêde çû: “Di vê demê de, pêwîst e nivîsandina destûreke ku mafê hebû pêkhateyan digere nava xwe û Sûriyeke demokratîk û nenavend were avakirin. Herwiha destwerdanên biyan yên ku Sûrî veguherandine qadeke şer, pêwîst e werin rawestandin. Di heman demê de, diyalokeke netewî ya berfireh ku hemû hêzên siyasî û civakî bê cûdahî beşdar bibin.”

‘Pêwîst e hikumeta veguhêz a Şamê gavên cidî bavêje’

Hevseroka Partiya Têkoşîna Demokratîk Xunav Mele axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Peyama me weke Partiya Yekîtiya Demokratîk zelal e, Sûrî tenê bi gel, hemû pêkhateyên xwe û olên xwe were avakirin. Di heman demê de hikumeta veguhêz a Sûriyê ne bi îradeya xwe tevdigere, ji bo ku aramî û aşîtî li seranserî Sûriyê pêk were pêwîst e hikumeta veguhêz a Sûriyê hişmendiya xwe bigiherîne û ji aliyê xwe ve hin gavên cidî bavêje. Herwiha divê ji bo Sûriyeke nû gavên cidî were avêtin. ”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.