Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Cewad Merwanî: Nameya Rêber Apo perspektîva serdemê ye.

16/09/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
Cewad Merwanî: Nameya Rêber Apo perspektîva serdemê ye.
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa/Qamişlo

Hunermed Cewad Merwanî da zanîn ku di 33’emîn Festîvala Çanda Kurdî ya Navneteweyî de gel tekeziya hevgirtin, piştgirî û yekbûna xwe bi vê pêvajoyê re nîşan da û got, “Peyama Rêber Abdullah Ocalan divê weke perspektîvên serdemê bê destgirtn û bi wesîleya festîvalê ber bi xwedîderketina pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ve biherikin”. 

Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 33’emîn li Ewropayê hat lidarxistin. Ev festîvala ku muhra xwe li dîroka çanda Kurdistanê xistiye, di sala 33’emîn de Rêber Abdulah Ocalan peyamek taybet jê re şand. Girêdayî vê mijarê û hin xalên din Hunermend Cewad Merwanî bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû.

1- Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 33’emîn li Ewropayê hat lidarxistin. Ev Festîval xwedî mîrateyeke mezin di dîroka çand û hunera Kurdî de, bi tayebt di demeke wiha de lidarxistina vê festîvalê, cudabûn û girîngiya îsal ji salên din, hûn çawa dinirxînin?

Girêdayî 33’emîn Festîvala Çanda Kurdî ya Navneteweyî li Ewropayê, her kes dizane ku gelê Kurd yên ku rastî kiryar û hovîtiya dijmin hatine gelek in, di salên dûr de li Bakurê Kurdistanê 4 hezar gundên Kurdan hatin şewtandin, her wiha bi milyonan gelê Kurd ji ber siyaset û polîtîkeyên dewletên dagirker ji çar perçeyên Kurdistanê berê xwe dane Ewropayê. Li gorî ku welatên Ewropayî û Emerîkayê dibêjin hejmara gelê Kurd 4 Milyon derbas kirine.

33’emîn Festîvala Çanda Kurdî jî bi peyama ku te her çiqas ez ji ax, çand û welatê min durxistibim jî, ez ê xwedî li nirx, hebûn, çand û nasnameya xwe derkevim. Bersiva vî gelî ew bû ku ez ê li nirx û şehîdên xwe xwedî derkevim û ez ê van polîtîkeyên tunekirin û asîmîlasyonê qebûl nekim. Bi taybet di pêvajoya dîrokî ya “Aştî û Civaka Demokratî” ku Rêber Apo destpêkiriye de, bi rêya festîvala îsal gelê me tekeziya hevgirtin, piştgirî û yekbûna xwe bi vê pêvajoyê re nîşan da.

Di vê festîvalê de rengê jinê gelek diyarker bû, ji cil û bergan bigere heyanî xwarninên gelêrî yên ku hatine pêşkêşkirin, her wiha dîlan û guvendên gelêrî muhra xwe li festîvalê xistin. Her çiqas di aliyê hunerî de kêmasî hebûn jî, lê festîval bi serkeftî derbas bû. Festîvalekî ku bi rengekî hatibû orgenîzekirin ku dewlet nikarin wiha bikin. Xwedîderketina ciwanan û gelê me hebû. Her wiha ji aliyê nivîskarên me ve pirtûk hatin pêşkîşkirin û firotan, hunermendên me CD yên xwe li ser gel belavkirin. Di festîvalê de bersiva dagirkeriyê hate dayîn.

Ji bo gelê me hîn zêdetir vê çandê, urf û adetên xwe yên resen biparêze û xwe ji bîr neke, divê ji vê festîvalê mezintir û xweştir li Ewropayê û Kurdistanê bên lidarxistin. Ger Rêber Apo jî gotiye ku ji sedî 80’ê rêvebirina vê pêvajoyê dikeve ser milê çand û hunerê, pêwîst e saziyên me yên çandî û hunerî xwe birêxistin bikin. Bi vê pêvajoyê re ciwan û gelê me hîn zêdetir xwe nas bikin û xwe nêzî vê pêvajoyê bikin. Ancax em wisa xwedî li pêvajoyê, keda Şehîdan û nirxên civakê derkevin. Divê em çand û hunera xwe bi paradîgmeya Rêber Apo bi hemû çand û hunerên cîhanê re entegre bikin.

2- Di festîvalê de nameyek dîrokî ji bo 33’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navnetewî ji milê Rêber Abdullah Ocalan ve hat, ku tê de wiha dibêje “Dema ku mîrateya çandî û siyasî ya ku we afirandiye bi têkoşîna ku em li vir dimeşînin re bibe yek, dê di rêya azadî û demokrasiyê de serdemeke nû destpêbike”. Gelo ev peyam ji bo hunermend û qada hunerê çiqas girîng e?

Di demeke wiha de piştî ewqas sal û herikîna pêvajoyan re, şandina nameyan ji Rêber Apo bê guman cihê kêfxweşî û gavavêtinên nû ye. Bi taybet ji bo festîvalê rêkirina nameyeke bi vî awayî, tê wateya perspektîfên nû ji bo huner û hunermendên Kurd. Di heman demê de girîngiya rêvebirin û cihgirtina hunermendên Kurd di vê pêvajiyê de ye. Di nameyê de balê dikşîne ser yekbûna qada hunerî û siyasî bi têkoşîna heyî re û çawa wê ber bi serkeftina pêvajoyeke aştiyane û demokratîk ve. Helbet ev ji bo me cihê rêzê ye ku em ji vir û pê de têkoşîna xwe ya hunerî, çandî û xwe çawa li hember pêvajoyê berpirsyar bibînin. Peyama Rêber Apo divê weke perspektîvên serdemê bê destgirtn û bi wesîleya festîvalê ber bi xwedîderketina pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” e.

Bi taybet ji bo hunermendên Kurd ku bi çi zimanî distirên bila bibin. Her wiha yên xwe demokrat û welatparêz dibînin, divê vê manîfestoya Rêber Apo bixwînin. Wê di wir de biratiya gelan û erkên li ser milê wan bizanibin. Di serî de hunermendên Kurd piştî nameya Rêber Apo hîn zêdetir xwe birêxistin bikin. Tevîbûna hunermendên Kurd ji vê festîvalê û pêvajoyê re ez bi rexne nêz dibim, ji ber pir lawaz û kêm e. Dibe ku bernameyên wan hebin, lê belê tevlîbûna wan pir kêm bû. Rûxmî ku ji salekê ve amedekariya vê festîvalê tê kirin, pêwîstbû hunermendên me ev roj ji xwe re veqetandana. Bi taybet bi nameya Rêbertî re divê em girîngiya hebûn û nirxên xwe yên çandî û hunerî bizanibin û biparêzin.

3- Bi qasî hevgirtina nevnetewî, hevgirtin û xebata hunermendan jî girîng e. Gelo hunermendên Kurd li çar aliyên Kurdistan û Ewropayê, çiqas di vê xetê de têkoşîn dikin, her wiha peyama we ji bo hemû hunermendên Kurdistanî çi ye?

Têkoşên û hevgirtina hunermendan çi li derveyî welat û hundir dibin, helbet gelek girîng e. Bi hezaran hunermendan berhemên hevgirtin û yekrêziya neteweyî afirandine. Gelek hunermend hene ku bi hemû hêza xwe di oxira vê şorşeşê û têkoşînê de kar kirine û dikin jî. Lê belê ger em bixwazin vê pêvqajoyê ber bi serkeftinê ve bibin divê li gor herikîn û lezbûna pêvajoyê tevgerandin ava bibe.

Hunermend divê layiqî nirx, dîrok û girîngiya hebûna xwe derkevin. Ger di vê xetê û têkoşînê de bimeşin; wê serkeftî be. Lê rexneyên me jî hene ku ger mirovek bijî helbet pêwîstiya wî/wê bi madîyetê heye. Lê belê divê huner nebe mijara bazariyê, divê hunermendên me vê hişmendiyê ji serê xwe bavêjin, dema wiha bikin wê ev huner û hunermend bi xwe bikevin xizmeta civakê. Hunermend ne tenê stranbêjiye anjî awazeke, bi dehan beşên wê hene. Di vê oxirê de bi hezaran Şehîdên me di vê xetê de hene, divê hunermendên me yên serdemê jî li gor vê yekê nêz bibin. Hunermendên me divê reseniya çand û hunera Kurdî derxînin pêş. Di heman demê de berhemên ku îfadeya têkoşîna gelê Kurd dike, divê amede bikin.

Di dawiyê de ez hezkirin û rêzdariya xwe ji we re rê dikim, li hember hemû Şehîdên Doza Azadiyê û Şehîdên Ragihandina Azad em bejna xwe ditewînin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.