Reşo Mihemed/ Qamişlo
Berpirsê Koma Milî ya Dihokê Ehmed Mişextî da zanîn ku li Rojavayê Kurdistanê hebûna şer û festîval bi hev re mijareke balkêş e û got, “Çendîn em beşdarî festîvalên cîhanî bûne, lê hatina Rojava û beşdarbûna di festîvalê de cihê dilxweşiyê bû û gaveke cêwaz bû.”
Festîvala Şehîd Ronahî Bawer a Govendê li ser asta 3 rojan bi beşdariya 24 komên govendê li Parka Azadî ya bajarê Qamişlo tê domandin.
Piraniya kom ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê de beşdar bûne, di heman demê de ji Başûrê Kurdistanê jî Koma Milî ya Dihokê beşdarî festîvalê bû. Derbarê heman mijarê de berpirsê Koma Dihokê hunermend Ehmed Mişextî ji rojnameya me re axivî.
Tevlîbûna Koma Dihokê ji Mehrîcana Govendê re
Ehmed Mişextî derbarê tevlîbûna Koma Dihokê wiha got: “Piştî derbasbûn Pêşmergeyan di 2015’an de ji bo Kobanê cara duyem e ku bi rengekî fermî şand ji Başûr derbasî Rojavayê Kurdistanê dibin. Herwiha ev cara yekem e ku bi awayekî fermî em ji hêla TEV-ÇAND’ê ve tên vexwendin da ku tevlî festîvalê bibin. Di salên derbasbûyî de vexwendname ji bo me nehatine, dema ku em hatin vexwendin jî me bi dilekî xweş pêşwazî kir, me bo Wizareta Çandê ya herêma Başûrê Kurdistanê kir wan jî piştgirî dan me da ku tevlî festîvalê bibin. Ji ber ku me dizanî ku festîvala Govendê ya Şehîd Ronahî Bawer festîvaleke cêwaz e, me tabloyek ji gelek govendan amade kir. Devera Dihok û Behdînan bi giştî di warê stran, kiltûr û cil û bergên Kurdî de zengîn e, lewma me ev yek li gel jiyana civakî û hizra olî gelek govend di festîvalê de pêşkêş kir. Di roja yekem de me govend pêşkêş kirin û em ê bimînin heya roja dawîn ji festîvalê.”
Avabûn û armanca Koma Dihokê
Mişextî têkildarî avabûna Koma Milî ya Dihokê de wiha got: “Di sala 1997’an de Koma Milî ya Dihokê hate damezirandin. Wezareta Rewşenbîrî piştgiriya vê komê dike, ji dema ku koma me hatiye avakirin jî em xwedî du armancên sereke ne. Armanca Koma Dihokê ya bingehîn zengînkirina kultûrê Kurdî ye herwiha parastina çanda gelê Kurd e. Koma Dihokê ji 40 kesî pêk tê, desteya rêveberiya komê heye, hem jî ji rahêner û hejmareke endamên govendê ku jin û mêr in, pêk tê. Di heman demê de beşa muzîkê jî li gel koma govendê heye.”
Xebata xwecihî û cîhanî
Berpirsê Koma Milî ya Dihokê, hunermend Ehmed Mişextî girêdayî kar û xebata komê wiha axivî: “Li gel Koma Dihokê derfetek û têkiliyeke baş ji bo xebata li ser asta cîhanê hene, ev yek jî pêk hatiye. Bi avabûna vê komê re heta roja îro me xebateke hunerî li Asiya û Ewropa daye meşandin. Li seranserî cîhanê koma me beşdarî helkeft, festîval û çalakiyên curbecur bûye. Me çalakiyên hunerî li Almaniya, Firansa, Sirbiya, Lubnan, Urdin, Misir û Bexdadê li dar xistine. Di heman demê de li çar parçeyên Kurdistanê û hundirê Başûrê Kurdistanê deverên weke Silêmaniyê, Helebce, Dihok û Hewlêrê karekî aktîv ji hêla Koma Dihokê ve tê meşandin. Lê ev cara yekem e ku em tên Rojavayê Kurdistanê, ev yek jî cihê kêfxweşiyê ye ji bo me, ji ber yekem car e sînorê ku dagirkeran danîbû, hat rakirin. Em hîz nakin ku ji Dihokê derketin, xelkên Qamişlo bi rûkenî û dilgeşî pêşwaziya me kir. Çendîn em beşdarî çalakiyên cîhanî bûne, lê hatina Rojava gaveke cêwaz bû. Ji ber tiştekî balkêş heye û cihê pirsê û watedayînê ye, Rojava di rewşeke şer û berxwedaniyê re derbas dibe û hem jî festîval heye. Şer û festîval bi hev re mijareke girîg e, ji bo me cihê xemgîniyê ye, lê di heman demê de cihê serfirazî û kêfxweşiyê ye. Em spasdariya komîteya amadekar a fastîvalê dikin, xebatên wiha gelekî girîng in, zehmetî derketin heta ku em beşdar bûn, hêviya me ew e ku ev zehmetî ji holê rabin da ku di siberojê de em komên Rojavayê Kurdistanê vexwînin festîvalên Başûrê Kurdistinê.”






