Hemza Sêvo/ Qamişlo
Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dehan cihên dîrokî ku dîroka wan vedigere hezarên salan, hene. Her cihek xwedî şarestanî, nirx, çand û dîrokeke. Ji van cihên şûnwariyê; Til Beyia, Hirqilê û Firneya Hirqilê.
TII El-Beyia:
Li Bakur û Rojhilatê Reqayê nêzî 3 Km li bakurê çemê Feratê dikeve û 3 Km rojavayê Belix e, li ser erdeke xuyayî ya berava çem e. Ew ji girê nûtir ji hêla depresyonên xwezayî ve tê veqetandin û bi xendeka kanaleke kevnar a ku dîroka wê vedigere hezar sala sêyemîn berî zayînê tê de derbas dibe. Xirabeyên gir taybetiyên bajarekî kevnar ê berfereh nîşan didin ku ji deşta navendî ya ku bi dîwarekî hatiye dorpêçkirin pêk tê. Ew bajarê Til Beyia ye, di serdema 2 hezar sal berî zayînê de xwedî bandoreke berfireh bû. Rehendên gir 700 heta 800 mitreyan e û ji aliyê wê yê başûr û rojhilat ve li derveyî sûra bajêr, girekî nizm ku di teşeya milkêşê ye pê ve tê girêdan, tê payînkirin ku ew di hindirê xwe de bermahiyên avahiyeke ji serdema Bîzantî vedhewîne.
Hirqilê:
Dîroknas şûnwarên Hirqilê bi xelifiya Ebasî Harûn Elreşîd ve girê didin .Koşka Hirqilê nêzî 7 kîlo mitreyan dûrî bajarê Reqayê dikeve. Ev koşk weke cihê şûnwarî yê tekane ku navê xwe yên bingehîn parastiye tê dîtin. Ew ji hêla Harûn Elreşîd ve ji bo bîranîna serketina mezin a li ser Romayiyan hate afirandin .
Firnên Hireqile:
Ev firin di salên heftêyî yên sedsala borî de li Reqayê li nêz koşka Hîreqilê hatine avakirin. Ew nêzî 6 Km dûrî navenda bajêr in, li gundewarên rajavayî Reqayê ne. Ev firin ji bo berhênana qermîdan tê bikaranîn. Qermîd jî ji bo çaksazkirina deverên şûnwarî tên bikaranîn. Hejmara firinan 4 û heftane her yek ji wan 2 hezar û 500 qermîdî çêdikin. Li nêz van firinan embarek heye ku kevirên fuseyfisaî (mosaic) dihewîne Herwiha holek û hejmarek golesarkirin, meyandin û çêkirinên li gel nivîsgehên birêveberiyê hene.






