Stêrk Mihemed/Qamişlo
Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Welîd Dingilî diyar kir ku siyaseta hikumeta veguhêz li Sûriyê dimeşîne, wê Sûriyê parçe bike.
Girêdayî siyaseta perçebûn, neqebûlkirina pêkhateyan û guhartina demografîk ji aliyê hikumeta veguhêz li Sûriyê Endamê Meclîsa Gîştî ya PYD Welîd Dingilî bersîva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû.
Siyaseta ku hikumeta veguhêz dimeşîne hemû pêkhateyan hembêz nake û parçebûnê di nava gelan de çêdike, ev siyaset xizmeta kî dike?

Siyaseta hikumeta veguhêz dimeşîme rêbaz û nêzîkatiyek parçebûnê di nava Sûriyê de ava dike û ev yek tenê xizmeta hêzên ku ev hikumeta çêkirî anîne ser desthilatê dike. Herwiha hêzên desthilat dixwazin parçebûnê di hundirê Rojhilata navîn de pêkbînin û destêka vê yekê ji Xezayê û Libnanê destpêkir û îro jî li sûriyê ev yek tê meşandin.
Lê ji ber ku Sûriyê mûzayîka gelan e, û têde gelek gel, netew û ol dijîn û ne gengaze ku ev siyaset li Sûriyê pêkwere û li hemberî vê yekê têkoşîneke bêhempa tê meşandin. Peymanên ku berê ji bona Rojhilata Navîn di nava hêzên serwerê cîhanê de hatibûn îmzekirin, îro tev bi dawîbûne û tu bandora wan li holê nemaye.
Parçebûn, alozî, komkujiyên li ser gelan pêktên û sistemê navendî wê sberoja Sûriyê ber bi ku ve bibe?
Gelê Rojhilata navîn ev bi sedê salye têkoşîna demukrasiyê dide meşandin û hertim ev herem bûye navenda pevçûnên navdewletî û heremî û gelê heremê jî hertim fatûreya van pevçûnan daye û heyanî roja îro jî dide. Li Sûriyê jî armanca wan ew e, ku gelê Sûriyê hev tesfiye bike û rewşa Sûriyê alûztir bibe û Sûriyê jî mîna Efxanistan û derverên din yên ku têde ne aramî û ne ewlehî hebe. Ger ku ev rewşa heyî bi vî rengî dewambike wê Sûriyê parçebibe û wê şerê navxweyî di nava gelan de derkeve. Ji bona vê sistemê herî guncav ji bona siberoja Sûriyê sistemê nenavendiye, ji bona pêkanîna vê yekê jî pêwîste ku gelê Sûriyê tev bikeve di nava seferberiyê de.
Ger ku yekîtî û hevgirtina gelan û têkoşîna hevbeş li hemberî hişmendiya ku îro li Sûriyê tê meşandin neyê meşandin wê rewşa heyî hîn alûztir bibe û wê çareserî li Sûriyê pêkneyê. Cîhana ku van komkujî û kiryarên dijmirovî yên ku li ser gelê Sûriyê bi çavê xwe dibîne û çavê xwe jê digre ew jî hevkarê van komkujiyan e.
Li hemberî êrîşên ku bi alîkariya hikumeta veguhêz li ser hemû pêkhateyan li Sûriyê tê meşandin û di serî de dewleta tirk a dagirker pişgiriya wê dike. Herwiha pêwîste ku herkes vê yekê bibîne û bizanibe ku dagirkeriya tirk naxwaze ku aramî û çareserî li Sûriyê pêkwere, ji bona vê yekê jî çi ji destê wê tê wê bike.
Hikumeta veguhêz û bi destê dewleta tirk guhertina demografîk didine meşandin û dixwazin gelê Kurd bi darê zorê ji cih û warên wan koçber bikin. Di serî de li heremên dagirkirî ev yek tê meşandin û li bajarên mezin mîna Şam, Humis û deverên din jî vê yekê pêkbînin. Xwezaya heremê jî di nav de herem tev tê talan û wêran kirin û bazarî di nava hêzên heremî û cîhanî de li ser Sûriyê tê kirin.
Hikumeta guh nede daxwazên gelê xwe ji bona jiyaneke azad û civakeke demukrat wê çawe baweriya wî gelî qezenc bike?
Hikumeta ku komkujî û qirkirinê li ser gelê xwe pêktîne û cih nade vîna gelan û baweriya pêkhateyan, wê tucaran nebe cihê baweriyê û wê nikaribe nûnertiya gel bike. Hikumeta veguhêz dewama hişmendiya rêjîma Baas pêktîne û dixwaze bi komkujî û qirkirinê vîna gelan bişkîne û sîstemekê navendî li Sûriyê pêkbîne. Sûriyê pêwîtiya xwe bi pir rengiyê, azadiyê, demokrasiyê û armaniyê heye, lê hikumeya ku niha li ser desthilatdariyê berûvajî vê yekê dike û kesî ji derveyî xwe qebûl nake. Ji milekî din ve yê ku ji bona siberoja Sûriyê têkoşîn, kar û xebatê dide meşandin Rêveberiya Xweser û QSD’ê de ye, û ancax bi sistemê netewa demukratîk û rêveberiya ku îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê meşandin çareseriya aloziya Sûriyê pêkwere û hemû gel û pêkhate cihê xwe têde bigrin û bighêjin mafê xwe.
Ev 14 salin di serî de gelê Kurd û hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê dewlet kar û xebatê xwe didin meşandin. Sîstema Rêveberiya xweser bi têkoşîn, kar û xebata xwe ya salên dirêj isbat kir ku ew dikare bi vê sîstemê tevahiya Sûriyê bi rêve bibe û heyanî astekî baweriya gelê Sûriyê qezenc kiriye. Herwiha sîstema rêveberiya xweser bûya nimûne ji bona tevahî cîhanê û tekane Sîstema ku têde mafê hemû pêkhateyan were parastin, misogerkirin û pêkanîna siberojeke bi ewle û azad ji bona hemû pêkhateyan.






