Birûc Resûl/Qamişlo
Ji bo berjewndiyên desthilatdariyê bi sedê salan e şer û pevçûn bê navber diqewimin, helbet yê ku ziyanê dibîne jî mirov e. Di şerê Cîhanî yê yekemîn û duyemîn de bi milyonan mirov jiyana xwe ji dest dan û cîhan serûbinê hev bû. Ji xwe wekî her şerekî ku diqewime yên ku bûn qurban mirovên sivîl bûn.
Di sedsala 20’an de di li cîhanê dû şerên giştî yên giran rû dan: Şerê Cîhanî ya Yekem (1914-1918) û Şerê Cîhanî ya Duyem (1939-1945). Ev şer ji bo cîhanê wekî erdhejeke tinekirina aştî û aramiyê bû. Ev her dû şer ne tenê bûn sedema ku gelek mirov jiyana xwe ji dest bidin, lê belê bandorên pir xerab li giştî cîhanê kir. Herwiha ev her dû şer pêşeroja gelek mirovan xist bin tariyê de. Bê guman şer bi cihên cûda û demên cûda hat meşandin û yê ku ziyan dît, koçber bû, hat kuştin û derbiderkirin mirovên sivîl bûn.
Bandor şerê cîhanî ya yekem
Şerê cîhanî yê yekem şerekî mezin bû ku piraniya welatên Ewopayê û cîhanê tê de pişdar bûn. Ew şer ji sala 1914`an heta 1918`an berdewam bû. Şer di çiriya paşîn a 1918`an de bi dawî bû. Di vî şerî de bi milyonan mirov hatin kuştin û rewşa siyasî ya cîhanî hat guhertin.
Şerê Cîhanî yê Yekem ji bo mirovan û civakên cîhanê qonaxeke vceguherînê bû. Ev şer ne tenê rêxistina siyasî û sînorên nû ava kir, bi xwere gelek xerabî anî ku bandorekî neyinî li ser jiyan û deroniya mirovan jî kir, herwiha bû sedema ku gelek kes jiyan xwe ji dest bidin. Rewşa ekonomiya şer ji bo mirov rêkxistina herêmî, xwedî bandora dirêj bû û xweseriya civakî şikand. Ji ber mirina milyonên kesan, li gelek herêmên Ewropa û cîhanê rewşa demografîk guherî. Dawiya şer rê vekir ji bo çêbûna dewletên nû wekî Iraq, Sûriye û hin dewletêm din. Şerê cîhanê ya yekem ji bo mirovan jiyana derunî, aborî û civakî têkbir û zextên giran li ser wan da avakirin. Bi awayekî giştî, ev şer ne tenê sînoran û siyaseta cîhanê guherand, lê şikl û wêneya nû ya jiyana mirovan da guhertin.
Bandora şerê cîhanî ya duyem
Şerê cîhanî yê duyem lihevhatina siyasî û avahiya civakî ya cîhanê guherand. Neteweyên Yekbûyî ji bo xurtkirina hevkariya navneteweyî û pêşîlêgirtina pevçûnên paşerojê hate damezrandin ku hêzên mezin ên serketî – Çîn, Fransa, Yekîtiya Sovyetê û Dewletên Yekbûyî, bûne endamên daîmî yên Encûmena Ewlekariyê. Yekîtiya Sovyet û Dewletên Yekbûyî wekî superhêzên derketin holê ku qonaxek ji bo şerê sar yê nêzî nîv sedsalê dirêj kirin. Piraniya welatên ku pîşesaziyên wan zirar dîtibûn ber bi başbûn û berfirehbûna aborî ve çûn. Lê ev jî tenê ji bo xapandina mirovan bû. Belê ev şer jî heya hat bidawî kirin jî zêdetirî 70 milyon kes hatin kuştin, herwiha bi milyonên kes koçber û penaber bûn. Ev şer ne tenê talankirî û mirin anîn, belkî jî bûn sedema guherandina cîhanê li hember siyaseta neteweyî, aborî û civakî bû.
Şer û mirov
Bê guman her şer jî bandorekî pir mezin li ser jiyana mirovan dide avakirin, mîna tirsa ji mirinê û ji koçberiyê, her bi vê piskolojiyê dijîn, helbet zarok jî di nav de. Ji ber ku şer di serdema dirêj de nasnameya hestî û çandî ya mirovan di bin qirkirnê û pişaftinê dike. Mirov xewn, armanc û şopên xwe winda dike û bi awayekî zêde bi xeyalên mirin û dijwarî re dijîn. Ev têkiliya hestî pêşeroja mirovan qut dike. Ji bilî tiştên ku hatin ser ziman, bandora şer li ser ekeolojî jî heya, dema ku mirov behsa ekelojî bike, jiyana bi tendirust tê bala her kesî. Lê mixabin şer, rewşa ekeolojiyê kiriye rewşekî xerab de. Şewat û topebarankirina erd, ev hemî bandor li ser tevahî xwezayî dike, dema ku xweze were qirkirin, jiyan jî hêdî hêdî ber bi tune bûê de diçe.
Koçberî
Piştî şeran pirsgirêka herî mezin koçberî ye. Du awayên koçberîyê hene. Yek ji wan koçberiya hundirîn; ya din jî ya derveyîn e. Mijara me li ser koçberiya derveyîn e. Koçberî tevgereka cografîk e ku mirov ji bo paşerojê ji cihekê biçe cihekê din, bo demeke kurt an jî bi awayekî mayînde. Her wiha koçberî, di encama hinek sedeman de bi şexşî an jî bi civakî pêk tê. Koçberiya ku di jiyana mirovan de xwedî cihekî pir giring e, weke hemû bûyerên civakî di bin bandora gelek faktorên aborî, civakî, çandî û siyasî de ye. Koçberî, li gorî civakan bi şikil û naverokên cuda pêk tê û bi demê re tundî û rêça xwe diguherîne. Her çiqas sedemên koçberiyê di nava civakên cûda de bişibin hev jî, bi tevahî ne wek hev in. Sedemên koçberiyê ji ber şert û mercên taybet an jî nirxên çandî yên civakan cuda ne. Lê sedema herî zêde ya koçberiyê ku heya niha bi milyonan mirov li seranserî cîhanê mecbûr man ku ji malên xwe derkevin, sedema sereke krîz, şer û pevçûnên tên qewmandin.
Şerê cîhanê yê 3`emîn li ber derî ye
Bi Şerê Cîhanê yê Yekemîn re Şoreşa Cotmehê çêbû. Şoreşa sosyalîst cîhan ji şerekî bê dawî rizgar kir. Şoreşê bandor li cîhanê kir, bû hêvî berxwedan û mirovayetiyê pişta xwe rast kir. Di şerê Cîhanê yê 2’emîn tevlihev bû. Piştî qetlîamên mezin di Şerê Cîhanê yê 2’emîn de Elmanya têk çû û Hîtler xwe kuşt. Dîrokeke wiha heye ku şerên cîhanê bi xwekuştina dîktatoran bi dawî dibe. Niha jî analîz tê kirin ku Şerê Cîhanê yê 3’emîn li ber derî ye. Aloziya di navbera DYE û Îranê de ya çil sal in didome, bi êrişan re kûrtir bû. Dîrok dibêje ku di şerê cîhanê yê 3’emîn de wê gel şoreşê bikin. Ev tişt jî wê jixweber pêk neyê. Serdemeke nû ya şoreş û gelan dest pê kir. Welat parçe dibin, tên belavkirin lê di warê giştî de tiştek nexuyaye. Rojhilata Navîn herêmeke wiha ye ku netewe dewletan xwîn rijandine û wiha ava kirine. Di cewhera wê de jî konfederalîzma demokratîk heye. Zemînekî mezin ê neteweya demokratîk heye.






