Reşo Mihemed
Di dema heyî de dewleta Tirk a dagirker û hikumeta veguhêz hewl didin ku ENKS’ê weke nûnerê Kurdên Rojavayê Kurdistanê bidin nîşandan û pêre danûstandinan bikin. Ev pilan bi taybet piştî ku Konferansa Yekhelwestiya Kurdî ya Qamişlo li dar ket, hat destpêkirin. Di konferansa dîrokî de bêhtirî 90 partiyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê beşdar bûn û tevahiya wan soz dan ku ew ê bi hev re ji bo bidestxistina mafê Kurdan di Sûriya nenavendî û demokrat de, bixebitin. Di konferansê de belgenameya parastina mafê Kurdan hate îmzekirin piştre jî şandeya ji bo danûstandinan bi hikumeta Şamê û hêzên navdewletî hate avakirin û ENKS’ê jî beşek ji wê şandeyê ye. Weke tê zanîn piştî rûxandina rêjîma Baas û hatina hikumeta veguhêz êdî hewldanên yekbûna hemû partiyên Kurdî di bin sîwaneke xurt a hemû partiyan ji nû ve hatin destpêkirin. Hemû kes dizane ku çawa ENKS’ê û partiyên derdora wê di bin zexta gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê beşdarî konferansê bû û 2 caran konferans hate lipaşxistin. Sedem jî zext û gefên MÎTa Tirkiyê bû û berjewendiyên teng yên ENKS’ê bûn, hem jî ew li di biryara xwe de bê hakimiyet û gotin bû. Lê dema ku zexteke mezin a piralî lê hate kirin, nas kir ku eger tevlî konferansê nebe, êdî wê kaxeza wê ya Kurdewariyê bişewite. Hemû aliiyên Kurdî li sernaserî Kurdistanê piştgirî dan konferansê. Bi Konferansa Kurdî hêviya gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê ji bo bidestxistina mafê xwe bihêztir bû. Bê guman konferans di encama pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêber Apo da destpêkirin, herwiha bi hewldanên tevahiya partiyên Kurdî yên Kurdistanê hat lidarxistin. Ji ber ku armanca Şam û Tirkiyê têkbirina Konferansa Kurdî ye, êdî ketin tevgerê û xala herî hestiyar ji bo pêkanîna armanca xwe bi kar anîn. Da ku Tirkiyê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bêencam derxe, şer, tevlîhevî û xebata mîtê li Sûryê û Başûrê Kurdistanê ranewestan. Li aliyekî din dewleta Tirk a dagirker zext li Şamê kir da ku şandeya Kurdî pêşwaz neke û konferansê Kurdî vala derxîne. Ji ber vê jî MÎTa Tirkiyê xwest ku Şam bi daxwazeke fermî ENKS’ê vexwîne cem xwe û civînên veşartî lidarbixe. Divê were naskirin ku bi vê yekê wê têkliyên teng di navbera Şam, Tikiyê û ENKS’ê de ava bibin. Tiştê ku ENKS’ê bike da ku li dijî Konferansa Kurdî dernekeve ev e: Eger bi hemû partiyên Kurdî re civiya û lihevkirinek çêbû da ku ENKS’ê bi tena xwe here, divê rahêje belgenameya ku ji Konferansa Kurdî derket û here Şamê. Piştre li Şamê bi amadebûna çapemenî û ragihandinê wê wesîqeyê pêşkêşî Şamê bike. Eger ENKS’ê bê wesîqeya parastina mafê Kurdan û bi tena serê xwe biçe Şamê wê siwar here û peya û destevala vegere Qamişlo. Niha du rê li pêşiya ENKS’ê hene, yan wê bi partiyan re li hev bike û rahêje wesîqeyê, yan wê vexwendina Colanî û Erdogan red bike û bibêje “Ez bêyî şandeyê naçim Şamê.” Divê were zanîn ku şande û yekîtî riya bidestxistina mafê Kurdan e.






