Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dagirkeriya Tirk sedemê hemû alûziyan e

10/09/2025
in POLÎTÎKA
A A
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl

Gelên ku li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li derdora Rêveberiya Xweser xwe bi rêxistin kirine û têkoşîna avakirina jiyaneke demokratîk û azad dikin, rojane rastî êriş û gefên dewleta tirk tên. Li hemberî gef, êriş û polîtîkayên dagirkeriya Tirk gelê heremê jî di hertim di nava berxwedaniyê deye. Bê guman deman ku dewleta Tirk a dagirker berxwedaniya gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibîne, her dixwaze bi rêbaz û êrişên cur bi cur vê berxwedaniyê têk bibe û hemû rêbaz û êrişan li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dide meşandin, bi armanca têkbirina sîstema Rêveberiya Xwerser. Li gor ewqas pilan û êrişan cardin negihîşt armanca xwe, niha jî diwaze ku şaneyên DAIŞ`ê ji nû ve vejîn bike, bi armanca ku jiyana bi ewle û aram li herêmê xirab bike û her dixwaze herem di nava alûzî û bi aramiyê de bimîne.

Tê xuyakirin ku dewleta Tirk  tirsa wê ji destkeftiyên kurdan heye. Metirsiya herî mezin ya dewleta Tirk, sîstema demokratîk ya Rêveberiya Xweswer e ku hemû gelan û pêkhateyan di nava xwe de dihewîne û di nava pergalekî serbest û azad de dijîn û naxwaze ku ev pergal bibe mînak û nimûne li herêmê. wek tê zanîn ku li Sûriyê dewleta Tirk a dagirker li pêşiya avakirina sîstemeke demokratîk digre. Hikumeta Sûriyê ya veguhêz îro bûye mîna pêleystokekî di destê dewleta tirk û hin hêzên heremî û cîhanî de û tişta ku dixwazin û li gorî berjewendiyên xwe bi wê didin pêkanîn.

Têkiliyên di navbera Hikûmeta veguhêz ya Şamê û dewleta Tirk de wê bandoreke neyînî li ser Sûriyê û çareseriya alûziya sûriyê bike. Dewleta tirk hem dixwaze di milê siyasî, abûrî û leşkerî de serweriya xwe li Sûriyê pêkbîne û yê ku naxwaze aramî û çareserî li Sûriyê pêkwere di serî de dewleta tirk e.

Hemû komkujî û sûcên dijmirovî yên ku li Sûriyê hatine kirin û heyanî roja îro jî berdewamin bi destê dewleta tirk têne kirin. Heyanî ku dagirkeriya tirki li Sûriyê bi dawî nebe, wê her alûziya sûriyê berdewam bike. Ji milekî dewleta tirk qaşo behsa xuşk û biratiya gelan dike, lê berûvajî wê tişta ku dike ji vê gelekî dûre, êriş û gefên ku dewleta tirk dike nîşaneya vê yekê ye. Her kes gihiştiye wê baweriyê ku sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk çareseriya herî guncawe ji bona siberoja Sûriyê. Rêveberiya xweser bûye cihê hêvî û baweriya hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ji bona parastina destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan pêkhatiye wê biparêze û wê tucaran rê nede ku kes van destkeftiyan tar û mar bike û wê hebûn û vîna xwe biparêze.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.