Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kiryarên dijmirovî yên hikumeta veguhêz a Sûriyê

10/09/2025
in POLÎTÎKA
A A
Kiryarên dijmirovî yên hikumeta veguhêz a Sûriyê
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Bi dirêjahiya 8 mehan ji rûxandina Rêjîma Baas, hikumeta veguhêz a Sûriyê gelek komkujî li ser gel pêkanîn û di encamê de 7 hezar û 449 kesên sivîl hatin kuştin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiryarên hikumeta Sûriyê

Piştî rûxandina rejîma Baas êdî hemû komên çete yên di bin serweriya Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê û bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker êrişî Minbicê, Til Rifetê û Şehbahê kirin. Armanca dagirkeriyê ya sereke ew bû ku Kobanê û Bendava Tişrînê jî dagir bike. Êrişên dagirkeriyê 149 rojan li ser hawirdorê berdewam kir, 25 sivîl û gelke şervanên QSD’ê li ser destê çeteyan û dewleta Tirk hatin şehîdxistin, lê planên çeteyan ji bo dagirkirinê bi ser neketin. Piştî peymana 10’ê Adarê hat îmzekirin êdî heya radeyekê baş şer û êrişên çete û dewleta Tirk li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestiya. Lê piştî lidarxistina Konferansa Pêkhateyan ya ku di 8’ê Tebaxê li Hesekê çêbû, bi destê hikumeta Şamê di 9’ê Tebaxê de peymana 10’ê Adarê hat binpêkirin. Binpêkirina peymanê bi êrişên komên çete, dewleta Tirk û hikumeta veguhêz a Şamê li Dêr Hafir, Dêrazorê û Bendava Tişrînê hat kirin û ji wê demê ve heta roja îro zêdeyî 20 caran binpêkirina peymana 10’ê Adarê çêbûye. Di encama van êriş û binpêkirinan de zêdeyî 11 kes birîndar bûne.

Berava Sûriyê

Li Beravê jî komên çete, çeteyên biyanî û artêşa Colanî êrişî Berava Sûriyê kirin, di 7, 8, 9’ê Adarê de zêdyî 1700 kes ji pêkhateya Elewî hatin kuştin, ev êriş heta roja îro didomin. Tevî ku Komîteya Şopandina Rastiyan ji bo komkujiyên Beravê di wê demê de hatibû avakirin, ranebûye. Ji rûxandina rêjîmê heta meha Nîsana 2025’an zêdeyî 2 hezar 106 kesên sivîl li ser destên hikumeta Şamê ya veguhêz hatine kuştin. Komkujî, talankirin û hemû cureyên binpêkirina bi awayekî veşartî û bi hinceta bermahiyên rêjîma Baasin tên kirin.

Teqîna Dêra Mar Elyas

Di 22 Pûşbera 2025’an de, li Dêra Mar Elyas a Şamê teqînek çêbû. Di encamê de, 25 kes hatin kuştin û 63 kesên din birîndar bûn. Tevî ku Hêzên Ewlehiyê yên hikumeta veguhêz a Şamê çavên wan vekirî bû, hem jî hebûna istixbarata dagirkeriya Tirkiyê li şamê nayê jimartin ev teqîn çêbû. Ev teqîn ji bo pêkanîna jenosaydên mezin di derheqê xiristiyanan de bû.

Komkujiyên hikûmeta Şamê li Siwêdayê

Ji destpêka sala 2025’ê heta îro li herêma Swêda têkoşînek girîng û giran ji hêla Durziyan ve hat raberkirin. Di meha Nîsan û Gulanê de, li dijî pêkhateya Durzî kiryarên qirêj ji hêla hikumeta Şamê ya veguhêz ve pêk hatin. Roja 13’ê Tîrmehê, bi destê HTŞ’ê tevlîheviyek di navbera Durzî û Erebên Bedû de çêbû. Roja 26’ê Tîrmehê, hejmar di navbera hezar 120 kes heya hezar 420 kuştî hatin ji hêla Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan ve hat belgekirin. Tevî vê, Tora Neteweyî ya Mafê Mirovan (SNHR) hejmaran bi hêmanek heftane nivîsand: 169 kuştî di destpêkê de, paşê 558, û di dawiyê Tîrmehê de 814 kuştî û 903 birîndar piştrastkirin. Li gel vî şerî, bi qasî 93 hezar kes ji malên xwe koçberbûn. Di Tebaxa 2025’an de, “Parêzvanên Niştimanî” bi serokatîya Şêx Hikmet Elhecerî hat damezirandin. Li hemberî vê yekê jî da ku Sûriyê parçe bibe, hikumeta Şamê hilbijartinên parlemento yên Siwêdayê, hem jî Hesekê, Reqa û Dêrazorê bi paş xistin. Rewşa şer û nearamî li Siwêdayê berdewam e, tevî hewldanên rawestandina şer jî, hikûmeta Sûriyê şer û komkujiyan li ser gelê Siwêdayê didomîne, li gorî raporeke Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ji 13’ê Tîrmehê heta 26’ê Tebaxê nêzî 2 hezar kesî di geşedanên leşkerî yên Siwêdayê de hatine kuştin, 725 kes ji wan kesên Durzî bûn, ji wan jî 57 jin û 21 zarok in.

Dorpêça li ser Şêxmeqisûd û Eşrefiyê

Bi destpêkirina alûziya Sûriyê re heta roja îro nêzî 10 caran dorpêç li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, ji hêla rêjîma Baas, hikumeta Şamê ya veguhêz û komên çete ve hatiye kirin. Lê piştî rûxandina rêjîma Baas û ji destpêka meha Tebaxê ve dorpêç li ser du taxên Kurdan ên li Helebê ji hêla hikumeta Şamê ya veguhêz ve tê meşandin. Hikumeta Şamê ji bo tîkirin, berçîkirin û qutkirina hemû pêdiviyên jiyanî li ser gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê siyaseta dorpêçkirinê da meşandin. Tevî ku di yekê Nîsanê de peymana di navbera meclisên herdu taxan û hikumeta Şamê de hat îmzekirin, lê ev peyman ji hêla hikumeta Şamê bin pê bû. Di encamê de nêzî 30 hezar malbat ji vê dorpêçê êş kişandin, ev dorpêç jî hîna didome û her ku diçe rewşa jiyanê li şîniyên bajêr ji hêla peydakirina kelûpelên xwarinê û sotemeniyê û hwd… ve zortir dibe.

Hêviya gelên Sûriyê dawîbûna şer bû, lê şer gurtir bû

Omîda gelên Sûriyê bi hemû rengên xwe ji ketina rêjîma Sûriyê ew bû ku şer û kirîz bi dawî bibe û hemû li ser maseyekê bicivin, piştre hemû alî bibin xwediyê biryarê. Lê dewleta Tirk bi mîta xwe destwerdan kir da ku kirîzê kûrtir bike, hikumeta Şamê ya veguhêz jî da ser şopa rêjîma Baas. Vê hikumeta nû ji destpêka rûxandina rêjîma kevin re we kir berpirsê tevahiya Sûriyê, lê ji 8’ê Berfanbara 2024’an ve heta 6’ê Tebaxê li tevahiya Sûriyê 9 hezar û 889 kes hatine kuştin, ji wan 7 hezar û 449 kes sivîl in, ev serjimarî jî li gorî Rewangiha Sûrî ya Mafê Mirovan. Piştî 9 mehan hîna jî xewna Sûriyê pêkanîna sîstema nenavendî ji bo Sûriyê, li gel aramî, aştî, xurtkirina diyalogê ye, ev yek jî bi pêkanîna sîstema Rêveberiya Xweser çêdibe.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.