Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Xîtaba Nefertê û Zimanê Dijber dê şerekî navxweyî bi xwe re bîne’

07/09/2025
in POLÎTÎKA
A A
‘Xîtaba Nefertê û Zimanê Dijber dê şerekî navxweyî bi xwe re bîne’
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Endama Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê Bêrîvan Hesen diyar kir ku li hemberî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê kampaniyên sîstematîk ji bo avakrina fitneyê di navbera pêkhateyan de çêbikin têne kirin û wiha got: “Gerk gel hişyar be ji ber ku xîtaba nefretê dê şerekî navxweyî bi xwe re bîne.”

Di demeke hesas de ku Sûriyê di qûnaxeke avakirinê re derbas dibe piştî hilweşîna rejîma Baas, hin aliyên bê wijdan ji hêla hin dewletên ku dixwazin di Sûriyê de parçebûnê çêbikin, di riya kampaniyên sîstematîk ku hewildidin fitneyan di navbera pêkhateyên herêmê de çêbikin bi zêdekirina xîtaba nefretê û zimanê dijber li dijî pêkhateyan da ku aramiya herêmê xirab bikin û armancên xwe pêkbînin.

Derbarê vê mijarê Endama Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê Bêrîvan Hesen ji Rojnameya me re axivî û encamên van kampaniyan bi rûdana şerekî navxweyî nirxand eger hişyarî di nava civakê de tune be.

‘Şoreşê li hemberî hişmendiya navendî destpêkir’

Endama Meclisa Sûriya Demokratîk Bêrîvan Hesen di destpêkê de diyar kir ku piştî salên dirêj ji şêwazê hukimê yek reng, alî û netewî ku welat birêve dimeşand û encama vê hişmendiyê bû sersebebê ku şoreşek ji bo azadî û rûmetê li darket ku di dawî de jî ev rêjîm û pergala navendî bidawî bû û wiha berdewam kir: “Niha dîsa ji nû ve em dibînin ku desthilatdariya ku hatiye ser hukimê Sûryê dixwaze heman hişmendiyê berdewam bike. Bi israra hikumeta Sûriyê ya veguhêz li ser desthilatiyê dixwaze Sûriyê ber bi parçebûn û şerekî navxweyî ve bibe. Pêkhateyên Sûriyê bi salan bi kurd, ereb, suriyan û ermen û hwd.. bi hev re jiyan dikin, lê niha em dibînin ku hin aliyên girêdayî hin dewletên ku dixwazin Sûriyê parçe bikin, di riya destpêkirina kampaniyên belavkirina fitne û zimanê dijberiyê di navbera pêkhateyan de, ev jî bi sedema navendiya rengê deweletê ye ku tenê yek rengî qebûl dike. Sistema dewlet netew ji ber nijadperestiya ku dixînin navbera pêkhateyan de her dem zirarê dighînin gelan. Ji ber vê yekê jî gel li hemberî sîstemê heyî serî rakir û ev yek qebûlnekir. Konfiransa yekhelwesta pêkhateyan jî bersivekbû li hemberî hişmendiya ku dixwaze bi komkujiyan û şerê navxweyî sûriyê parçe bike û hemû pêkhateyan daxwaza sîstemekî nenavendî ji bona siberoja Sûriyê kirin.

Erkê her kesî ye ku li hemberî zimanê gelan li dijî hev sor dike bisekine

Endama Meclisa Sûriya Demokrat Bêrîvan Hesen wiha anî ziman: “Divê gel hişyar be ji planên ku li dijî pêkhateyên herêmê çêdibin, aliyên ku dixwazin fitnê çêbikin tenê dixwazin şerê navxweyî derxînin holê, ev mijar encamên pir xeter li ser herêmê wê bi xwe re bîne, li hember kesên ku zimanê dijber û xîtaba nefretê dike geleke em bisekinin, rêbazên teşhîrkirina ol, pêkhate, eşîre an mezheb em qebûl nekin. Li hemberî xîtaba nefretê em hêza xwe bikin yek û yekbûna helwesta xwe nîşan bidin û ev yek jî di riya konferansa yekhelwesta pêkhateyan de hate destnîşankirin ku bû bersiv ji bo tevahî dewletên ku dixwazin parçebûnê di nava Sûriyê de çêbikin.”

‘Xîtaba Nefretê aloziyê kur dike’

Bêrîvan Hesen tekez kir ku xîtaba nefetê û zimanê dijberiyê aloziyê kûrtir dike û riya çareseriyê dirêj dike û wiha got: “Em daxwaz dikin ku her kes bi deng û rengê xwe di nava Sûriyeke demokrartîk, nenavendî de jiyan bikin, herwiha nenavendiya siyasî û îradeya gelan derkeve pêş, da ku gel xwe bi xwe birêvebibe, nimûne Rêveberiya Xweser ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku di bajar û kantonên wê de gel xwe birêve dibe û ev nêzî 14 salin ev şêwaz tê meşandin û encamên ber bi çav jî bi xwe re pêkanîne.”

Di dawî de ednama Meclisa Sûriya Demokratîk Bêrîvan Hesen der barê zêdebûna xîtaba nefretê de hişyarî kir ku ger ku li pêşiya vê yekê neyê girtin wê şerê navxweyî derkeve û wiha got: “Armanca van kampaniyên xîtaba nefertê û zimanî dijber ew e ku di navbera pêkhate û eşîran de pevçûnê derxînin. Em hêvî dikin Sûriyeke nû, nenavendî û bi demokrart ku tevahî pêkhateyên xwe hembêz bike, herwiha mafê gelê kurd û pêkhatyên din bi destûreke demokrat bê parastin û misogerkirin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.