Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Ne êrîş, parastin pêwîst e ji bo ragihandina Azad’

07/09/2025
in POLÎTÎKA
A A
‘Ne êrîş, parastin pêwîst e ji bo ragihandina Azad’
Share on FacebookShare on Twitter

Argêş Vîyan/Qamişlo

Rojnamevan Lava Ibrahîm da diyarkirin ku armanca êrîşê ne ten ê rojnamevan Hemin Mamend bû, armanc Ragihandina Azad tevahî bû û wiha got: “Êrîşên bi v î rengî li dijî serxistina doza Kurd û Kurdistanê ye.”

Rojnamevan Hêmin Mamend li Silêmaniyê di êrîşeke çekdarî de birîndar bû. Hêmin ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê. Li gorî agahiyan, du kesên li ser motorê li Kolana Aqarî ya Silêmaniyê êrîşî rojnamevan Hêmin Mamend kirin. Hêmin Mamend di êrîşê de birîndar bû û du gule lê ketin. Piştî êrîşê êrîşkar reviyan. Rojnamevan Hêmin Mamend li nexweşxaneyê tê dermankirin.

Derbarê êrîşa çekdarî ya li pêşkeşvan û nûçegihanê Stêrk Tv Hêmin Mamend de, Rojnamevan Lava Brahîm ji rojnameya me re axivî.

‘Êrîşên li hemberî rojanemavanan ji bo qutkirina dengê rastiyê ye’

Lava Ibrahîm êrişa ku li ser rojnamevan Hêmin Mamend ya ku li Silêmaniyê qewimî bû, bi tûndî rexne kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Gelek caran li hemberî rojnamevan û endamê ragihandinê kiryarên dijî mirovî pêk tên. Ew bi taybet li ser endamên Ragihandina Azad zêdetir dibe. Herî dawî li Başûrê Kurdistanê armancgirtina pêşkêşvanê Stêrk Tv Hêmin Mamend pêk hat û encama êrîşê da bi giranî brîndar bû. Ev ne cara yekeme ku herêma Başûrê Kurdistanê endamê Çapemeniya Azad tên armancgirtin. Heval Gulîstan Tara, Hero Bahadîn, Ezîz Koyluoglu û hwd. gelek kesayetên ku hewildana xebatên dengê rastiyê dikirin, bi destê dewleta Tirk hatin qetilkirin. Ji derveyî şahadetan jî, astengkirina karê ragihandina azad di herêma Başûrê Kurdistanê xwe dide pêş. Ji ber gelek caran saziya îstîxbarata Tirk MÎT rê li ber wan kiryarên dijî mirovî vedike. Ev bi bêdengî û hevkariya hikûmeta Herêma Kurdistanê û PDK’ê ye û weke kiryarên ji rêzê tên dîtin. Ji ber ku heya niha ti doz nehatine vekirin û tawanbarên wan kiryarên qetilkirina rojnamevanan nehatine eşkerekirin. Ger destwerdan an jî lêlpirsin hatiba kirin ew kiryar nehatin dûbarekirin. Ger bi demildest tawanbar neyên ditîn û raya giştî re neye xuyakirin rê li ber  kiryarên wisa nayê girtin. Bêdengiya sazî û kesayetên peywendîdar tê wateya xwe mikûrhatin û pejirandina qetilkirina rojnamevanan. Erîşên li hemberî endamên xebatê çapemeniyê dengê rastiyê qutkirin e.”

‘Qada ragihandina Kurdî rastî gelek zehmetiyan tê’

Lava wiha li axaftina xwe zêde kir: “Ragihandina Kurdî û Azad heya xwe gihand asta navnetewî, rastî gelek êrîş û tûndîyê hat. Li Rojavayê Kurdistanê ji bo derxistina  heqîqeta ku li qadê tê jiyan kirin, 3 endamên ragihandina Azad hatin armancgirtin. Li Bakurê Kurdistanê jî gelek caran kiryarên qetilkirin û girtina rojnamevanan taybet yên ragihandina Kurdî didom e. Ev tê wateya nepejirandina Kurdan û dengê rastiyê ye. Gelek caran Rojavayê Kurdistanê taybet li nûçeyên herêmên dagirkirî tên çêkirin sansûr an jî girtina rojnamevanan tê qutkirin. Dengê rastiyê yê ku em hezdikin bi cîhanê bidin eşkerekirin, didin qutkirin. Gelek welatên ku dibejin jî em demokrasiyê diparêzin li hemberî wan kiryaran jî bê deng in. Pêwist e saziyên mafên rojnamevanan diparêzin xebatên xwe xurt bikin û tawanbarên wan kiryaran bidin darizandin. Bêdengiya desthilata Başûrê Kurdistanê û Iraqê bêdengiya hemberî wan êrîşan peyama ku em dipejirînin dengê rastiyê bê qutkirin, didin raya giştî. Dibejin em nahêlin ku çapemeniya weke me nafikire li  hêrêmên Başûrê Kurdistanê kar û xebatan pêş bixe. Ger jêrzemîna zagonî û mafparêziyê ji bona lêpirsina êrîşên wiha neye kirin, dê asta rojnamegeriya Kurdî ber bi qelsbûn û tinebûnê ve biç e. Mirov piştî wan êrîşan dibeje ji bona jiyankirina welatiyan jî ewlehî û aramiya Başûrê Kurdistanê taybet jî herêmên di bin desthiladariya PDK’ê de, metirsiyê didin avakirin. Ji ber ku PDK azadiya rojnamevanan bingeh nagire û wan naparêz e.”

‘Armanca êrîşê ne ten ê, Hemin Mamend bû, Ragihandina Azad tevahî bû’

Lava bilêv kir ku ji ber ku Hêmin Mamend endamê Stêrk Tv bû taybet hatibû hilbijartin û wiha domand: “Hêmin Mamend pêşkêşvan û nûçegihanê Stêrk Tv bû. Civak giştî jî Stêrk Tv yê naveroka weşana wê nasdike û armanca weşanên wê ya ji bona xizmetkirina yekitiya gelê Kurd baş dizane û di şopîne. Ev jî sedemekê bingehîne ku pêşkêşvan Hêmin hat aramc kirin. Weşangeriya wê ya her çar parçê Kurdistanê jî li aliyê herkesê we tê dît in û temaşe kirin. Gelek caran navend û endamên Stêrk Tv hatine girtin û hewildan hîn jî berdewam in. Ji ber ku xebatê Stêrk Tv ji bona xizmeta Kurdistanê gelekî giring e û dijminên Kurdan wan kiryaran na pejirîn e. Divê ji ber wê PDK dema dibejê ez rêxistin û partiyekê doza Kurdistanî me, pêwîste helwest û bertekên xwe hembeî wan êrîşan bide nîşan kirin.”

‘Pêwîst e qada rojnamgeriyê neyê astengkirin, bê pêşxistin’

Lava Ibrahîm bang li saziyên navnetewî yên girêdayi mafên rojnamevanan kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Pêwîst e bi taybet karê rojnamevantiyê neyê astengkirin, ji bona pêşxistina wê divê alîkaî bê kirin. Ji ber ku ragihandin dengê civakê yê resen di hemû cîhanê dide guhdarkirin. Bi taybetî jî di weke doza Kurd û Kurdistanê bi sedan salan e bi pirsgrêke, rola ragihandina Kurdî hîn zêdetr dibe. Ji ber wê yekê hevalbendê Kurdan û welatên ku doza kurdî diparêzin, pêwîste alikariya Ragihandina Kurdî bikin. Ger ku partiyên dibêjin em Kurdin jî êrîşên wisa piştgrî bikin, doza Kurdî hîn serneketiye û dê têk biçe. Ji ber ku Ragihandina Azad, dengê Kurdistanê ye pêwîste bê piştgrî û parastin nemîn e. Divê saziyên mafên rojnamevanan hemberî wan kiryarên ku herêma Kurdistanê çêdibin bê deng nemîn in.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.