Esma Mistefa/Qamişlo
Hevserokê Meclisa Giştî a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Nûrî Şêxo da zanîn ku di pêkanîna peymana 1’ê Nîsanê de pirsgirêk hene, li derdor wê tê zivrandin û hikumeta veguhêz dixwaze cewherê wê bê wate bike û got, “Hikumeta veguhêz bi siyaseta dorpêçê sotemeniyê derbas taxê nake û berdewamiya dorpêçê wê pirsgirêkên heyî aloztir bike “.
Di 1’ê Nîsanê de, Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û hikumeta veguhêz a Şamê rêkeftinek ku ji 14 xalan pêk dihat îmze kirin. Ev lihevkirin di çarçoveya ku ewlekariya gelê Kurd û hemû pêkhateyan di hundir taxê de her wiha xwesertiya her du taxan bê parastin, hat îmzekirin. Hêjayî bîrxistinê ye ku hemû bendên vê lihevkirinê nehatin pêkanîn, di çarçoveyeke teng de ma. Hikumeta Şamê ya veguhêz li Helebê niha ne tenê xalên lihevkirinê bin pê dike, di heman demê de dixwaze zextê li ser her du taxan bike, ev yek jî bi ferizkirina siyaseta ku di dema dawî de ketiye meryetê, dike.
Têkildarî rewşa dawî a Helebê, siyaset û dorpêça ku hatiye ferzkirin her wiha rewşa jiyanî a gel, Hevserokê Meclisa Giştî a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Nûrî Şêxo ji rojnameya me re axivî.

‘Dixwazin cewherê hevpeymanê bê wate bikin’
Nûrî Şêxo di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser lihevkirina di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê a veguhêz de û wiha got: “Hatina hikumeta Veguhêz ji bi hemû gelê Sûriyê re hêviya jiyan û pêvajoyekî nû bû ku wê rewşa gel him di aliyê ewlekarî û him jiyanî de biguhere û Sûriyê ber bi istqrarê ve biçe. Weke ku em hemû jî bûna şahid ev yek nebû berovajî wî Sûriye di qonaxa talankirin û qirkirina pêkhateyan re derbas bû.
Piştî hatina hikumeta veguhêz rêze lihevkirin û danûstandin di navber Rêveberiya Xweser û wan de di asta Heleb û giştî Sûriyê de hatin çêkirin. Armanca van lihevkirinan ku em bi hev re jiyaneke aram ava bikin û Sûriyeke nenavendî ji bo hemû gelan, olan, mezheban û pêkhateyan bê avakirin. Her wiha em giştî di Sûriyê de li hev biçivin û pirsgirêkên xwe weke gelên ji vê axê çareserbikin. Di vê çarçoveyê de 10’ê Adaerê lihevkirinek di navber Fermandarê HSD’ê Mazlûm Ebdî û Ehmed El Şeraa de hat îmzekirin. Piştî wê di 1’ê Nîsanê de lihevkirinek di Helebê de hat kirin. Ev peyman bi erêkirina li ser 14 bendan bi awayekî fermi di navber nûnerê hikumeta veguhêz û Rêveberiya Meclisa her du taxan de hat îmzekirin. Di wê lihevkirinê de hin bend pêk hatin, hinek qels man û hinek jî nehatin pêk anîn ku heya niha jî ev itîfaq berdewam dike. Di pêk neanîna vê lihevkirinê de pirsgirêk heye, peyman îmze bû lê niha liderdor wê dizivirin û dixwazin cewherê wê bê wate bikin.”
Hikumeta heyî ne serbixwe ye
Nûrî di berdewamiya axaftina xwe de ev anî ziman: “Di oxira pêkanîna bendên vê peymanê de gelek gav hatin avêtin, hin xalên weke me aniye ziman pêk hatin; hêzên leşkerî ji taxê derketin, ewlekariya hevbeş di navber Asayîş û hêzên ewlekariya hikumetê de hate kirin, girtî ji her du aliyan ve hatin berdan lê bi temamî girtiyên me nehatin berdan, her wiha çûnûhatina ji aliyê bajêr û taxê de divê bi ewle bûya lê me didît ku ciwanên me dihatin girtin, tiştên wan jê dihatin birin û hwd.
Bê guman hikumeta vaguhêz di lihevkirin, danûstandin û di siyaseta xwe de ne bi serê xwe ye. Em hemû jî dizanin rasterast destwerdanên hêzên herêmî li Sûriyê tê kirin. Hemû lihevkirin û negihandina çareseriyê di Sûriyê de ji er wan welatan tên kiirn, naxwazin ku çareseriyeke bingehîn di Sûriyê de bê avakirin, tunebûna xwe di çareseriya Sûriyê de dibînin ji ber hemû berjewendiyên wan li ser gel û siyaseta Sûriyê dimeşe. Di asta yekemîn de jî Tirkiyê viya dike. Di peymana 10’ê Adarê de jî ev tişt pêk anîn, rayadarên ast bilind rêkirin Sûriyê da ku ev lihevkirin neghînin encaman. Bi van nêzîkatiyan bê îradebûna hikumeta nû tekez dibe.”
‘Armanca me parastina bendên peymanê ye’
Nûrî diyar kir ku ji beriya 20 rojan rewşeke aloz û cuda derket û wiha domand: “Ji 20 rojan de rewşeke aloz û kirêtîk ji aliyê hikumeta veguhêz hatiye destpêkirin. Bi taybet bi rêya medya civakî û zimanê ragihandinê de êrişek li ser Rêveberiya Xweser, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û her du taxên Helebê tê kirin. di van êrişan de xuya bû kesên lawaz, bê çare û bê îrade cihê xwe tê de digin. Bi van êrişan re em dikarain pirs bikin, gelo kî dike? ma 14 sal ji êriş, reşkirin û talankirinê ne bes in. bi sed hezaran însan hatin kuştin û bi milyonan koçber bûn, binasaziya Sûriyê hat talankirin. Gelo ji bi pêşeroja Sûriyê ev nêzîkatî guncaw in? em bersiva van bûyer, nêzîkatî û pirsan net zelal dixwazin. Armanca me em bendên hevpeymana ku hatiye îmzekirin biparêzin. Hevbeşiya parastinê di Helebê de dewam dike, em her du jî naxwazin deriyê êrişan vebe.”
‘Berdewamiya dorpêçê wê pirsgirêkên heyî aloztir bike’
Nûrî têkildarê dorpêçê wiha anî ziman: “Di mijara ambargoyê de gelê me diçi aliyê bajêr û tên, alavên pêwîst li gorî derfetan derbas dibin, lê sotemenî derbasî taxê nabe. Ji demekê de ev pirsgirêk tê jiyan kirin û heyanî niha jî nehatiye çareserkirin. Bi taybet niha em ber bi demsala zivistanê de diçin divê sotemenî li ser gel bê belavkirin, ger bi vê awayê berdewam bikin heyanî zivistanê wê rewş pir cuda be, rewşa taxê di hemû aliyan de him jiyanî hin jî derûnî wê zehmetir be. Di berdewamiya vê dorpêçê de aliyê elektrîk û jenetoran de wê pirsgirêk derkevin, firinên nan wê bandor bibin. Divê hikumeya veguhêz rewşa heyî ber çavan re derbas bike û rê nede ku ev pirsgirêk aloztir bibin bi demê re”.
Nûrî di derbarê rewşa jiyanê a gel û taxê de wiha got: “Rewşa her du taxan û bi giştî Heleb di encama gefan, kiryar û êrişên bi rêya ragihandinê de rewşek metirsiyê heye û zemîneke bê istqrariyê daye avakirin. hinek kar û barên ku gel di taxê de dike bi gelemperî, qels bûye. helbet dema di nav gel de berdewamiya kar kêm dibe, jiyan zehmet dibe. Gel jî li gorî defetên heyî rojane di nava têkoşîneke jiyanî de ne û liber xwe didin. Rûxmî hemû rewşan lê gelê me ji rastiyên ku tên jiyan kirin ne dur e”.
‘Tişta ku di Efrînê de tê kirin binpêkirina bendên lihevkirinê ye’
Nûrî di dawiyê de ev anî ziman: “Yek ji bendên her du lihevkirinan jî ku her koçberek li ku dibe bila bibe, divê vegere ser xaka xwe. Ji bo Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê jî ev bi xetên stur hatin gotin. Lê niha em li rewşa Efrînê dinêrin xuya dike ku tiştên aloztir tên çêkirin. Hikumeta veguhêz bi tena xwe tevdigere. Ev jî revandina ji lihevkirinê ye. Dixwazin ciwanên Efrînê tevlî nav hêzên ewlekariyê bikin. Dixwazin dîmenekî wiha derxînin ku Kurd di Efrînê de tevî hikumeta nû dibin û bi her tiştî razî ne. Di cewher de ev gav li dijî lihevkirina ku hatiye îmzekirine û projeyek qirêj tê meşandin em jî vê gavê protestu dikin.”






